Wednesday, March 10, 2010

Bi çavkuliyê derman dikin


10/03/2010 

8’ê adarê berbeyana sibê li Elezîzê erdehejek pêk hat. Bi hedan welatî di bin banên ax de man. Mirî û birîndar hene. Çapemeniyê ligel beyana rojê bi awayekî zindî nûçeyên der barê erdhejê de ragihandin. Rayedarên dewletê dan axaftin. Axaftinên siyasetmedaran ‘jiberkîrî’ bûn. Wekî her car diaxivîn. Lê gotinên Waliyê Elezîzê Muammer Erol balkêş bûn. Pêşkeşvana HaberTurkê îhmal ji Walî pirsîn, walî wiha got: ‘Hûn teqdîr bikin ku ev saleke ez li Elezîzê walî me.’ Gotina walî di heman demê de îtirafek bû. Helwesta dewletê ya li hemberî welatiyên mexdûr, dîsa ‘piştî mirinê çavkulî’ ye.
Piştî erdheja Elezîzê, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, hemû guneh li avahiyên ji kerpîçan hatine çêkirin bar kir. Tu berpirsiyarî û îhmala dewletê ne bû. Rêberên partiyên muxalefet ji bîr kir ku demên borî wan jî hikûmet li Tirkiyeyê avakirine û li hemberî mexdûran ‘çavkulî’ kir.
Lê rastiyeke din jî heye ku, dewlet piştî demeke din çawa erdheja Çewlekî ya 1’ê gulana 2003’ê ji bîr kir. Çawa erdheja Licê ya sala 1974’ê ji bîr kir, dê erdheja Elezîzê jî ji bîr bike û mirî dê biçin ji kîsê bavê xwe. Welatiyên mexdûr jî dê dîsa, avahiyên ne ewle ji xwe re avabikin û heta erdhejeke din bi qedera xwe re rû bi rû bimînin. 
Erdheja Elezîzê jî dê bê jibîrkirin, lewre yên beriya niha çêbûn jî hatin jibîrkirin. Dûr neçin. Di 1’ê gulana 2003’ê de Çewlîk hejiya. Bi dehan welatî di bin herifteyên avahiyan de man, mirin. Wê demê hikûmeta koalîsyona MHP, DSP û ANAP’ê ser kar bû. Çewlikiyan xwest ku bajarê wan ê ji ber erdhejê birîndar bûye bibe herêma afetê. Lê ji ber ku şaredarî di destê siyaseta kurd de bû ev daxwaz bi cih nehat. Piştî AKP bû îktîdar jî ev daxwaz hate rojevê. AKP’ê jî ji ber heman sedemê tu bersivên erênî nedan. Erdheja Çewlikê hate jibîrkirin. Yên wê rojê ‘çavkulî’ dikir, di her fersendê de gelê Çewlikê ceza kir. Piştî şaredarî dewrê AKP’ê bû jî helwesta dewletê neguherî.
Yên bi vê mînakê qaîl nebin, bila erdheja Licê bînin bîra xwe. Di sala 1974’ê Licê ji ber erdhejê hilweşiya. Wêran bû. Dewletê dîsa ji bo liciyan soz dan. Ji bo 6 mehan avahiyên prefabrîk hatin çêkirin. 36 sal derbas bûn. Avahiyên prefabrîk ên ji bo 6 mehan hatine çêkirin hê jî li cihê xwe ne û mexdûrên erdhejê hê jî di wan avahiyan de dijîn. Dewlet careke din vegeriya û li halê wan nepirsî. 
Çima? Lewre kurd bûn. Elezîz jî dê bê jibîrkirin. Jî ‘çavkuliyê’ dikin lê melhema wan jî di berîka wan de ye.

BDP heyeta duyemîn dişîne herêma erdhejê

BDP ji bo ku li Elezîzê li cihê erdhejê û pirsgirêkên ku mexdûr dijîn lêkolînan   bike heyeta duyemîn dişîne herêmê.
Di roja yekemîn a erdhejê de heyata ji Hevsorka BDP’ê Gultan Kişanak û rêveberên partiyê pêk hat, şandibû cihê erdhejê. Niha jî heyata ji Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Cigirê Serokê Komê Bengî Yildiz, Parlamenterê BDP’ê yê Dêrsîmê Şerafettîn Halîs û Şaredarê Bajarê Mezîn ê Amedê Osman Baydemîr pêk tê dê îro biçe herêma erdhejê. Heyet dê li herêmê lêkolînan bike. Her wiha BDP amadekariyê dike ku alîkariyê bi riya şaredariyan ji erdhejzedeyan re ragihîne. ELEZÎZ

No comments:

Post a Comment