Monday, March 15, 2010

Êrîşa li dijî Roj TV'ê şermezar kirin

15.03.2010

Insiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wanê êrîşa li dijî Roj TV'ê û girtina siyasetmedarên kurd bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Wanê bi boneya şermezarkirina êrîşa li dijî Roj TV'ê û girtina siyasetmedarên kurd li ÎHD'a Wanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê Însiyatîfê Zuleyha Tunç, diyar kir ku êrîşa dewleta Belçîkayê ku wekî bingeha demokrasî û mafên mirovan dihat naskirin, li dijî mafên mirovan û demokrasiyê pêk hatiye. Tunç, anî ziman ku ev êrîş nayê qebûlkirin û li hemberî vê êrîşê bêdeng namînin. WAN

25



No comments:

Post a Comment