Saturday, March 13, 2010

Ev çi hewldanên aştiyê ne?



13/03/2010


Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê nêrazîbûn nîşanî gotinên Serokwezîr Recep Tayip da û diyar kir ku şerek heye, ev şer ne jin ne jî zarokan derxistiye. Dayikan, destnîşan kir ku zarokên wan tên girtin, tên kuştin û tên windakirin, Serokwezîr li hemberî van tiştan çawa hewldanên demokratîk pêk tîne.
Serokwezîr Erdogan li Rihayê di 8’ê Adarê de wiha got: “Em bangî dayikên ku alîgirê rêxistina terorê ne dikin. Bila xwe daynin şûna dayikên ku zarokên xwe winda kirine. Bila dayik nehêlin ku zarokên wan biçin çiyê.” Li hemberî axaftina Erdogan endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li ÎHD’a Stenbolê daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Menîce Çelîk daxuyanî da û diyar kir ku her tim dayikên kurd, tirk û laz ji bo aştiyê ketine nav hewldanan. Çelîk, got ku axaftina Serokwezîr tu carî qebûl nakin û qaşo hewldanên demokratîk ên hikûmetê li holê ne. Dayika bi navê Dondu Çelîk jî nerazîbûn li hemberî gotinên Erdogan nîşan da. Çelîk, destnîşan kir ku ew hurmetê nîşanê têkoşîna zarokên xwe dikin. STENBOL

No comments:

Post a Comment