Sunday, March 14, 2010

Li Marmarayê xebatên Newrozê dest pê kir


14/03/2010


Herêma Marmarayê dest bi xebatên Newrozê kir. Amedarkiyarên Newrozê yên herêma Marmarayê bi awayekî lezgînî didomin. Li bajarên Sakarya, Balikesîr, Edîrne, Tekîrdag, Kirklarelî, Kocaelî, Yalova û Çanakkaleyê dest bi xebatên Newrozê kirin. Li Stenbolê jî Komîteya Amedar a Stenbolê ya Newrozê serlêdana Newrozê kir.
SAKARYA: BDP'ê ji bo amadekariyan komîteya amadekar ava kir. Ji bo pîrozbahiyên Newrozê pêk bînin dê serî li Walîtiyê bidin. Serokê Rêxistina BDP'ê Huseyîn Tanas, der barê xebatên mîtînga dê li Qada Kentê pêk bê de agahî dan û anî ziman ku ev 3 sal in destûrê nadin ku pîrozbahiyên Newrozê bikin. Tanas, wiha got: "Em dê roja duşemê serlêdanê bikin. Ji bo ku 21'ê Adarê roja Newroz e pîroz bikin komîteya amadakar ava kirine."
BALIKESÎR: Cihê pîrozbahiyên Newrozê Kendava Edremîtê ye. Berî pîrozbahiyên Newrozê rêveberên BDP'ê civîneke berfireh dê pêk bînin. Dê roja duşemê ji bo destûrê serî li saziyên peywirdar bidin. Tê payîn ku 21’ê Adarê pîrozbahiyan bikin.
TEKÎRDAG, EDÎRNE, KIRKLARELÎ: Amedekariyên Newrozê li herêma Trakyayê jî bi awayekî lezgînî didomin. Bajarên Trakyê jî li Tekîrdag û navçeya Çorluyê dê bê pîrozkirin.
KOCAELÎ: Platforma Demokrasiyê ya Kocaeliyê ku ji bo Newroz bi beşdariyeke berfireh û bi coş bê pîrozkirin bi beşdariya BDP, EMEP, EHP, ODP, SDP, Halkevlerî û Platforma Şaxên KESK'ê û gelek partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên sivîl ve hatiye avakirin, xebatên xwe yên amadekariyê bênavber didomîne. Platformê, cihê pîrozbahiyê jî wekî Bazara Pêncşemê hilbijart, li cihên girîng ên bajar dê afîşên Newrozê bên daliqandin û li cihên navendî jî dê belavokên destan ên beşdariya Newrozê dê bên belavkirin.
YALOVA: Ji bo Newroza 2010'an bêyî pirsgirêk bê pîrozkirin komîteya amadekar hate avakirin. Li bajar ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 20'ê adarê roja şemiyê, qada goristana Taxa Baglarbaşiyê wekî cihê pîrozbahiyê hate hilbijartin. Bi belavkirina 10 hezar belavokan jî dê banga beşdariyê li tevahiya Yalovayê bikin. Di pîrozbahiyên li Yalovayê ku li bendê ye Endamên PM'a ya BDP'ê Osman Ergîn û Omer Aşkara beşdar bibin, Koma Çarçela jî dê derkeve ser dikê.
ÇANAKKALE: Amadekariyên Newrozê hatine asta dawî. Komîteya Amadekar a Mîtîngê, ji bo cihê pîrozbahiyê taxa Esenlerê hilbijart, Newroz di 21'ê Adarê de dê bê pîrozkirin.

Li Stenbolê serlêdana Newrozê hate kirin

Xebatên bi slogana "An çareseriyeke demokratîk an jî berxwedaneke bi heybet" dest pê kirî, 39 partiyên siyasî, rêxistinên sivîl jî heyî Platforma Çareseriya Demokratîk ji bo destûra mîtîngê serlêdan kirin. Serokê Komîteya Amedekar a Stenbolê Riza Taşdelen diyar kir ku armanca wan ew e ku li Stenbolê bi mîlyonek kes Newrozê pîroz bikin. Taşdelen, anî ziman ku gelê kurd daxwaza xwe ya Komareke Demokrat û Makeqanûneke Demokratîk bi 39 partî, komele û rêxistinên sivîl ên din re parve kirine.
Taşdelen, destnişan kir ku Stenbol bajarekî xwedî pirnasname ye û wiha got: "Ji ber vê yekê eniya BDP'ê vekiri bang li hemû eniyên demokratîk, nivîskar, rewşenbîr û kesên alîgirên biratiyê dikin, dike ku tevlî Newrozê bibin. Hêvî dikim ku Newroza 2010'an a Stenbolê bibe vesîleya çareseriyê." Taşdelen, bi lêv kir ku li navçeyan dest bi pîrozbahiyên Newrozê hatine kirin û komisyona teknîkê jî lez bi xebatên xwe kiriye. Taşdelen, da zanîn ku dê Newroza îsal gelek dewlemend be û li taxan û navçeyan bi çoşekî mezîn ji niha va dest bi pîrozbahiyan kirine.
Endama Komîteya Amedekar a Newroz Nural Dogan jî diyar kir ku Newroza îsal bi 39 saziyan pêktê gelek giring e û wiha got: "Ev yek jî nişanî me dide ku pirsgirêka kurd tenê ya kurdan nîn e. Çaresernekirina pirsgirêka kurd bi kurdan re derdorên din jî maxdur dike. Ji ber vê yekê em bang hemû derdorên bihstiyar dikin ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin." STENBOL - DÎHA

No comments:

Post a Comment