Thursday, March 11, 2010

Bi hinceta ku bûyeran dernexin hatin binçavkirin!


11/03/2010 

Li Geverê, têkildarî binçavkirinên bi şev li navçeyê pêk hatî heyetek bi Qeymeqamê Geverê Çetîn Çelîk re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Çelîk, diyar kir ku li ser îhtimala dê di pirozbahiyên Newrozê de bûyeran derbixin 33 kes hatin binçavkirin.
Ji 33 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin hinek hatin berdan û miamileya fermî ya 17 kesan hêj li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê didome. Piştî binçavkirinan heyeta bi pêşengiya BDP'ê ya ji Şaredara Geverê Ruken Yetîşkîn, Şaredarê Bajêrgeh Hurşît Alptekîn, Serokê BDP'a Husnu Bulgan, Serokê Meclîsa Giştiya Bajar Ferzende Yilmaz, Serokê Odeya Sanatkar û Esnafan Îrfan Sari û Endamê Konserya Bajar Muhyettîn Unal pêk tê bi Qeymeqamê Geverê Çetîn Çelîk re hevdîtin pêk anî.
Piştî hevdîtinê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Husnu Bulgan, daxuyanî da û diyar kir ku Qeymeqam Çelîk ji wan re gotiye kesên hatine binçavkirin dibe ku di Newrozê de bûyeran derxînin hatine binçavkirin li ser fermandariya Dozgeriya Komarê ya Wanê binçavkirin pêk hatin. Bulgan wiha got: "Di hevdîtinê de Qeymeqam ji me re got agahî di destê wan de heye ku kesên hatine binçavkirin dibe ku Newrozê de bûyeran derxînin û lewre jî ew hatine binçavkirin. Dîsa li ser agahiya Qeymeqam daye me, kesên hatine binçavkirin ne li Wanê, dê li Geverê derxînin dozgeriyê. Wekî tê demek e kesên li Geverê tên binçavkirin li Wanê derdixistin pêşberî dozger." Bulgan got ji ber pêkutiyan ew bi fikar in ku hêzên tarî beriya Newrozê li navçeyê provokasyonekê bikin.

Zarokê ku derketibû televîzyonê jî binçavkirin

Zarokê ji Geverê yê bi navê U.Ç. ê tevlî bernameya SHOW TV’ê “Siyaset Meydanı” bûyî û gotibû “Ji bo tirkan Ataturk çibe ji bo me jî Ocalan ew e” hate binçavkirin. Di bernameya Siyaset Meydaniyê de ya bi navê ‘Bi çavê zarokan pêşîlêvekirina kurd’ ji 38 zarokên ji herêmên cuda yên Tirkiyeyê amade bûbûn û zarokê ji Geverê yê bi navê U.Ç. bi gotina; “Çawa Ataturk bo we serok be û wisa hûn qebûl dikin, ji bo gelê kurd jî Abdullah Ocalan serok e” demekî dirêj di rojevê de mabû. Hate diyarkirin ku zarokê bi navê U.Ç. şevê din di encama serdagirtina malan de bi 33 kesan re hate binçavkirin.

Der barê polîsan de giliyê sûc kirin

 Di 6'ê adarê de bi armanca şermezarkirina serdagirtina ROJ TV, KNK û BDP'ê daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin. Piştî daxuyaniyê polîsan xwest ku ciwanekî bigirin bin çavan. Li ser vê yekê di navbera polîs û gel de pevçûn derket. Di encamê de jî 2 jê giran 5 kes birîndar bûn. Di dema pevçûnê de jî polîsan bombeyên gazê avêtin malan. Polîsan bombe avêt mala welatiyê bi navê Ubeyt Ertan ê li Taxa Kişlayê dijî û ji ber vê yekê jî 2 jê zarok 9 kes bi jehrê ketin. Dermankirina welatiyê bi navê Ebuzeyt Ertan a li Nexweşxaneya Riya Îpekê ya Wanê didome. Malbata Ertan, der barê polîsan de serlêdana sûc kir.
Cihan Ertan diyar kir ku ev 3 car in polîs bombeyên gazê diavêjim mala me û di bûyera herî dawî de jî hemû kesên li malê bûn bi jehrê ketin. Ertan wiha axivî: "Ev çend car in bombeyan diavêjin mala me. Ewlehiya canê me nemaye. Em wiha bawer dikin ku vê yekê bi zanebûn dikin. Dîsa di bûyera 6'ê Adarê de jî polîsa ne bi aliyê çalakvanan ve, bi aliyê malan ve bombeyên gazê barandin. Di wê demê de 6 bombe jî ketin mala me. 2 jê zarok 9 kes bi jehrê ketin. Dîsa dermankirina bapîrê min Ebuzeyît Ertan jî didome.” Ertan xwest berpirsyar bên darizandin.COLEMÊRG


No comments:

Post a Comment