Monday, March 8, 2010

Li hemberî Belçîkayê bertek didomin


08/03/2010

Çalakiyên protestoyî û bertekên li dijî dewleta Belçîkayê li Amed, Şirnex, Sêrt û Rihayê didomin. Her wiha li gelek welatên Ewropayê jî êrîşên li ser saziyên kurdan hatin şermezarikin.
AMED: Koma li ber Mala Çandê ya Taxa Yunus Emreyê hate cem hev êrîşên hikûmeta Belçîkayê yên li ser saziyên kurdan bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Endamên Koma Aştiyê û Çareseriya Demokratîk, Endama DOKH'ê Zarîfe Ozbeklî jî beşdar bûn. Li ser navê komê Ozbeklî, daxuyanî xwend. Ozbeklî, bal kişand ser zextên li dijî gelê kurd û wiha got: "Di 14'ê nisanê de li hemberî vîna gelê kurd operasyonek hate lidarxistin. DTP bi awayekî nehiqûqî hate girtin. Ev bêedaletî di qada nav neteweyî de jî dest pê kir û hêj didome. Welatên Ewropayê li ser navê demokrasî, hiqûqê û adalet dersê dide dinyayê lê dema ku gelên mazlûm be rewş tê guhertin." Ozbeklî, xwest ku siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê hatine bên berdan.
CIZÎR: BDP'a Cizîrê, bi armanca şermezarkirina êrîşa li dijî Roj TV'ê girtina siyasetmedarên kurd li ber avahiya rêxistinê daxuyanî da. Serokê BDP'a Şirnexê Abît Îke, Serokê BDP'a Cizîrê Selahattîn Civildak, Cigirê Şaredarê Cizîrê Mehmet Saçî, endamên Meclîsa Giştî yên Bajar ên BDP'î û bi sedan kes beşdar bûn. Di daxuyaniyê de gelek dowizên wekî; "Roj TV dengê azadî û demokrasiyê ye" hatin vekirin. Li ser navê komê Rêvebera BDP'a Cizîrê Şukriye Demîr, diyar kir ku komploya li hemberî kurdan di qada navneteweyî de didome. Demîr, anî ziman ku dema ku kurd tên rojevê hemû rêgezên demokrasiyê bin pê dikin û wiha got: "Serdagirtina Roj TV'ê û saziyên kurdan ên din, girtina siyasetmedarên kurd encama tifaqa AKP'ê-YE û DYA'ê ye. Em careke din van zextan şermezar dikin."
MISIRC: BDP'a Misircê jî bi heman armancê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Serokê BDP'a Misircê Abdulgafur Kubîlay, Şaredarê Misircê Necat Yilmaz û gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên "Tu kes nikare roja me tarî bike" hatin hilgirtin û sloganên "Bimire DYA û hevkar AKP", "Kesek nikare Roja me tarî bike", hatin berzkirin. Li ser navê komê Serokê BDP'a Misircê Abdulgafur Kubîlay daxuyanî xwend û operasyon şermezar kirin.
WÊRANŞAR- SERÊKANIYÊ: Li navçeyên Wêranşar û Serkaniyê jî bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn. Li Wêranşarê Serokê BDP'a Wêranşarê Mehmet Alî Turk, Cigirê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyanî û çalakiyê bûn.
BDP'a Serêkaniyê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Şaredarê Serkaniyê Îsmaîl Arslan, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek kes beşdar bûn. Di daxuyaniya Wêranşar û Serêkaniyê de operasyonên li dijî kurdan hatin şermezarkirin.

No comments:

Post a Comment