Sunday, March 7, 2010

Dewlet ji girtiyan tolê hildide!


07/03/2010


500 girtiyên PKK'î yên di girtîgeha Tîpa D a Amedê de ne, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyeke nivîskî dan çapemeniyê. Girtiyan di daxuyaniya xwe de bal kişand ku dewlet ji bo tolê bigire van kuştinan pêk tîne. 5 girtiyên PKK'ê ku nû sewqî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê hatin kirin jî bi riya malbatên xwe têkildarî pêkanînên rayedarên girtîgehê daxuyanî dan. Girtiyan diyar kir ku ji ber wan daxwaza rayedarên girtîgehê ya tazîkirinê red kiriye rastî cezayê dîsîplînê hatine.
Girtiyên PKK'î, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyeke nivîskî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewlet girtiyên nexweş radestî mirinê dike û dixwaze ku vê yekê jî normalîze bike. Daxuyanî wiha dom kir: "Girtiyên nexweş her roj zêdetir ber bi mirinê ve diçin lê dewlet li dijî vê yekê bêdeng dimîne. Ev jî rewşeke xetere ye. Di girtîgehan de jiyana mirovan tune tê hesibandin. Dîsa hin mirinên din ên li vê girtîgehê jî qewimîne ji aliyê raya giştî ve tên zanîn. Van hevalên me, ji ber nehatin dermankirin an jî ji ber taloqkirina dermandkirinê jiyana xwe ji dest da."
Girtiyan, bal kişand ku girtiyê nexweşê pençeşêrê Nurettin Soysal jî ev salek e bi wan re ye û her roj ber bi mirinê ve diçe. Girtiyan wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: "Dewlet bi zanebûn dermankirinan nake yan jî taqok dike. Bi vî awayî hem hevalên me radestî mirinê dike û hem jî bi van mirinan, bi me îşkenceyekê dide jiyîn. Saziyên tenduristiyê yên dewletê jî li şûna ku derman bikin, sewqî hev dikin. Gelek saziyên tenduristiyê ji bo hevalên me gotine ku 'divê li girtîgehê nejî'. Lê dîsa Saziya Tipa Edlî van raporan paşguh dike. Dîsa ji bo hevalên me di girtîgehê de bimînin jî raporan amade dike."
Girtiyan destnîşan kirin ku dewlet dixwaze ji wan tolê hilde û ji ber vê yekê jî van kuştinan pêk tîne. Li daxayaniyê wiha hat zêdekirin: "Di holê de şerma mirovahiyê heye. Lê dewlet bi armanca tolê hilde nêzîkê me dibe. Dixwaze me hînê mirinê bike. Ev rêbaza weşhetê, li tu derê cîhanê nehatiye jiyîn. Em wekî girtiyên PKK'î tu caran li dijî kuştinan bêdeng neman û em dê nemînin jî. Em dê li dijî mirina hevalê me Nurettin Soysal bêdeng nemînin. Heke pêwîst be, em dê canê xwe bidin lê dîsa em dê bi vê pêkanînê razî nebin. Em dibêjin, ji kuştina hevalên me dewlet û Wezareta Dadê berpirsyar e."
Girtiyên PKK'î dan zanîn ku hevalên wan her diçe zêdetir ber bi mirinê ve diçin û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kirin: "Em bang mirovahiyê dikin û dibêjin bila mirovahî vê qîrînê bibihîse. Hevalên me ber bi mirinê ve diçin. Divê ku hê mirin zêdetir nebûna, li dijî vê yekê tedbîr bên girtin. Ev peywireke mirovahiyê ye. Banga me ji hemû sazî û dezgehên mafên mirovan e û ew kesên dibêjin 'em mirov in' re ye. Bila hemû kes li dijî vê sosretiyê nerazîbûn nîşan bide û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin."

CEZAYÊN KÊFÎ DIDIN
5 girtiyên PKK'ê rojên borî ji girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê hatin kirin. Girtiyên PKK'ê piştî sewqî girtîgeha Tîpa L a Kalkandere hatin kirin bi riya malbatên xwe daxuyanî dan çapemeniyê. Girtiyan, bi riya malbabatên xwe diyar kirin ku hêj doza wan didome, lê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê hatine kirin. Girtiyan, da zanîn ku hêj di destêka ketina girtîgehê de rastî binpêkirina mafan hatine û ji wan hatiye xwestin ku xwe tazî bikin. Girtiyan anî ziman ku ji ber ku wan daxwaza tazîkirinê red kirine rastî cezayê dîsîplînê hatine.
Girtiyan, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hevalên wan Turan Ulam û Serdar Toprak di bin çavdêriyê dene û wiha gotin: "Me bi dehan caran hevalên xwe pirsîn, lê me tu agahî ji hevalên xwe negirt. Li girtîgehê ligel 45-50 hevalên me yên dozê hene, em nebirin cem wan. Hemû hewldanên me bêencam man. Mafê me yê hewşê binpêkirin û me yek bi yek derdixe hewşê. Saetê yekî derdixe hewşê. Me ev pirsgirêkên xwe ji rayedaran re got lê daxwazname û nameyên me hatin desteserkirin. Em rastî binpêkirinên keyfî tên. Niha ewlehiya me tune."
Girtiyan, ji raya giştî xwestin ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anîn: "Hikûmeta AKP'ê bêyî li vicdan û aqil guhdar bike ceza dixwaze. Ji ber polîtîkayên AKP'ê mercên girtîgehan girantir dibe. Mercên girtîgehan bi destê rayedarên girtîgehê ve berdane. Zagona AKP'ê ya hejmar 5237'an êdî bûye zagona înfaza bêdaraz. Li tu deverên cîhanê şahidiya personelan nayê qebûl kirin. Lê li Tirkiyeyê binpêkirin gihiştiye asta herî jor." AMED

No comments:

Post a Comment