Friday, March 19, 2010

Destpêka çareseriyê


19/03/2010


Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê yên wekî Enqere, Konya, Eskîşehîr, Kirşehîr, Mardîn, Wan, Mûş, Şirnex, Êlih û Edeneyê amadekeriyên Newrozê didomin. Dê di pîrozbahiyên Newrozê de bi deh hezaran kes biherikin qadan û daxwaza aştiyê bînîn ziman.
WAN: Koma li ber avahiya BDP'ê ya Wanê hate cem hev di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Serokê BDP'a Wanê Cuneyt Canîş, Şaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş û Komîteya Amedekar a Newrozê ya Wanê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî dan. Canîş, diyar kir ku li benda hemû her kesê ne bi rengê xwe tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin. Caniş, anî ziman ku dê gelê Wanê di 20'ê Adarê de daxwazên xwe li qadan bîne ziman. Piştî daxuyaniyê komê li nava sukê belavok belavkirin.
ENQERE: Li Enqereyê, têkildarî amedariyên Newrozê, Komîteya Amedekar a Newrozê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxwuyaniyek da çapeminiyê. Berdevkê Hewldana 78'yan Huseyîn diyar kir ku dê 21'ê adarê li Qada Kolejê pîrozbahiya Newrozê lidarbixin.
KONYA: Endamê PM'ê ya BDP'ê Mehmet Bozdag, destnîşan kir ku dê pîrozbahiya navendi lidarbixin got ku dê hemû navçe tevli çalakiya navendi bibin. Bozdag, diyar kir ku dê 21'ê adarê li Bazara Otoyê ya Vekirî a li hemberî Otela Dedemanê Newrozê lidarbixin û hemû kes dawetî pîrozbahiyê kir.
MÊRDÎN: Li navçeyên Kerboran, Midyat, Stewr û Dêrîkê û navenda Mêrdînê dê Newroz îro bê pîrozkirin. Serokê BDP'a Mêrdînê Alî Aslan derbirî ku ji bo pîrozbahiyan hemû amederiyên teknîkî û rêxistinî hatine temamkirin û ji Newrozê banga tevlibûnê kir.
ŞIRNEX: Newroz li navçeya Cizîrê di 21'ê adarê de li qada îdmanê dê bê pîrozkirin. Her wiha wesayîtên anonsê jî di ava bajêr de digerin û anonsên Newrozê dikin. Hate ragihandin ku dê di 20'ê adarê de li gundan belavokên Newrozê bên belavkirin.
GIMGIM: Newroz dê li Qada Mihrîcanê di 21'ê adarê de bê pirzokirin. Ji ber pîrozbahiyên Newrozê navçe bi afîş û pankaratan hate xemilandin. Şaredara Gimgimê Gulşen Deger, rêveberên BDP'ê û endamên komîteya Amedekar jî di nav de li nava sukê û taxan belavok belavkirin.
WESTAN: Newroz dê di 21'ê Adarê saet di 11.00 û 15.00'an bê pîrozkirin. Li navçeyê yekemîn e Newroz tê pirozkirin û dê hûnermendê NÇM'ê ya Wanê tevlî bibin.
MILAZGÎR: Amadekeriyên Newroza Milazgîrê jî ji bo 21'ê adarê didomin. Ji bo pîrozbahiyan li navçê û gundan belavok hatin belavkirin. Dê parlementerê BDP'ê Sirri Sakik û komên mûzîkê tevlî bibin.
PANOS: Amedekariyên Newroza Panosê ya dê sibê bê kirin jî didomin. Ji bo pîrozbahiyên Newrozê didomin û destura Newrozê hate girtin. Li nava sukê balavok hatin belavkirin.
MÛŞ: Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya Mûşê ya di 20'ê adarê de bê kirin destûr hate girtin û di nav de Endamê PM'ê yê Bîrcan Demîr heyî komekî qelebalik belavok belavkirin. Pîrozbahiyên dê di 20'ê adarê de li Stadyuma Bajar bê kirin Parlementerê BDP'ê Sirri Sakik, Endamê PM'ê yê BDP'ê Bîrcan Demîr û Koma Pel, Şehribana Kurdi, Koma Dengê Rojda û Hozan Aytaç dê beşdarî Newrozê bibin.
TETWAN: Bi daxuyaniyekê xebatên pîrozbahiya Newrozê aşkerakirin. Daxuyaniya Hevserokê BDP'a Tetwanê jî di nav de gelek kes beşdar bûn. Piştî daxuyaniyê belavok hatin belavkirin.
ŞAXÊ : Serlêdana komîteya amadekar a Newrozê hate qebûl kirin. Piştî destûr derket, qada li pêşiya BDP'ê ya navçeya Şaxê amade kir. Navçeya ku amadekariyên pîrozbahiya Newrozê bi dawî bûn belavok tên belavkirin.
PAYIZAVA: Dê yekem car Newroz bê pîrozkirin. Serlêdana pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Qeymeqamê Payizava yê ve hate qebûlkirin. Piştî destûr derket, endamên komîteyê li navçeyê digerin û her kesî dawetî pîrozbahiyê dikin.
EBEX: Endamên Komîtiya Amadekar a Newrozê bi boneya pîrozbahiya ku di 19'ê adarê li navçeya Ebexê bê pîroz kirin lez da xebatên xwe. Endam û rêveberên BDP'ê li Gundan û esnafan digerin û her kesî dawetî pîrozbahiyê dikin.
ÇELÊ: Ji bo pîrozbahiya navçeya Çelê ku sibê li Qada Komarê bê pîrozkirin destûra fermî derket. Piştî destûra fermî derket, Komîteya Amadekar a Newrozê li Rêxistina BDP'ê ya navçeya Çelê daxuyanî da û her kes dawetî pîrozbahiyê kirin.
ÊLIH: Li navçeya Kercewstê jî Êlihê jî destûra pîrozbahiya Newrozê ku di 21'e Adarê de bê pîrozkirin derket. Piştî destûr derket, li qada vala ya pêş avahiya Şaredariya Kercewsê dest pê kirin. Di pîrozbahiyê de dê Wekîla Seroka Koma BDP'ê Ayla Akat Ata wekî axaftvan amade bibe. Dîsa Koma Yekta, Koma Bermal dê konserekê bide. Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Selma Uner, bang li her kesî kir û xwest beşdarî Newrozê bibin.
QUBÎN: Serlêdana Komîteya Amadekar a Newrozê ya Qubînê ya ji bo 19'ê adarê hate qebûlkirin. Newroza ku di 19'ê adarê de li Qubînê bê pîrozkirin, dê li Qada Termînalê bê pîrozkirin. Di amadekariyê de 2 hezar û 500 belavok hatin hatin belav kirin. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Hasan Şakar, bang li her kesî kir ku sibê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.
EDENE: Newroz dê di 20'ê adarê de li Salona Şano ya Mîmar Sînan a vekirî pêk bê. Ji bo pîrozbahiyê Newrozê ku 16 partiyên siyasî û saziyên sivîl bi hevre xebatê dimeşînin ber bi dawî ve diçin. Di çarçoveya amadekariya Newrozê de dê 20 hezar belavok bên belavkirin. Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Newroz Hasan Beliren, bagn li her kesî kir ku beşdarî Newrozê bibin.

Jinan pêşengiya Newroze kir

Li Amedê beriya pîrozbahiya Newrozê ya bi heybet ku dê di 21'ê adarê de bê lidarxistin, pîrozbahiyên Newrozê yên navçeyên navendî jî didomin. Pîrozbahiyên li Baglar û Kayapinarê ku ji aliyê DOKH'ê ve hatiye organîzekirin bi pêşengiya jinan hatin lidarxistin. Li Taxa 5 Nîsan a Kayapinarê bi pêşengiya Tevgera Jina Demokratîk û Azad (DOKH) ve bi beşdarbûna Şaredara Baglarê Yuksel Baran, Serokê BDP'ê yê Amedê Cafer Kan, Berdevka Meclîsa Jinê ya BDP'ê Fatma Kaşan û piraniya wan jin gelek kesan pîrozbahî hate lidarxistin. Di pîrozbahiya ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK hatine vekirin de sloganên "Newroza te piroz be ey Serok Apo", "Bijî Serok Apo" hatin avêtin. Yuksel Baran, di axaftina vekirinê de Newroza gel pîroz kir. Baran, her wiha di axaftina xwede gel dawetî pîrozbahiya Newroze ya 21'ê adarê jî kir. Li Semta Gazîler a navçeya Kayapinarê jî bi beşdarbûna gelek kesan agirê Newrozê hate pêxistin. Di çalakiya Gazîlerê de jî pêşendana fîşekên hewayî pêkhat. Cafer Kan li vir axaftinek kir û da zanîn ku Newroza îsal dê gelek mezin be.

Newroz hate pîrozkirin

Li Edeneyê, pîrozbahiya Newrozê ku li taxên cûda didomin, komek zarok xwestin duriyana Daglioglu Karasuyê Newrozê pîroz bikin. Koma xwest Newrozê pîroz bikin, rastî mudexaleya polîsan hatin. Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), li Taxa Gulbahçeyê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê pîrozbahiya Newrozê organîze kir. Zarokên ku li navçeya Daglioglu û Taxa Karasuyê li hev kom bûn, agir pêxistin û xwestin Newrozê pîroz bikin. Lê piştî zarokên agir vêxistin, gelek hêzên çevîk bi panzeran hatin cihê bûyerê. Yekîneyên polîsan mudexaleyî zarokan kirin û zarokekî 10 salî birîndar kirin.

Wesayîta Newrozê hate desteserkirin

Li Mêrdînê wesayîta anonsa pîrozbahiyên Newrozê ku sibê pêk tên dikir, ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin û 200 TL ceza lê hate birîn. Li Mêrdînê, wesayîta anonsê ya ji bo beşdariya pîrozbahiya Newrozê li nav taxan banga beşdariyê li gel dikir li ser Kolana Yeniyolê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Bajar ji aliyê polîsan ve hate sekinandin. Polîsan pankarta "Yan çareseriya demokratîk an jî berxwedanek bi heybet" ya bi wesayîtê ve daliqandîbû kirin hincet û wesayît desteser kirin. Polîsan diyar kir ku dadgehê biryar daye ku pankarta navborî bê qedexekirin. Her wiha polîsan 200 TL cezayê pereyan li wesayîtê birî.

Agirê Newrozê geş bû

Li Qersê Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Alîkarê Hevserokê BDP'ê Tuncer Bakirhan, Endama PM'ê ya BDP'ê Hatîce Çoban, şaredar jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Di qadê de pankarta "An çareseriyeke demokratîk an berxwedaneke bi heybet" hate daliqandin. Di qadê de gelek sloganên "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Demîrtaş, daxuyand ku pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî sereke pirsgirêka kurd, demokrasî, elewî, laçik, birçîtî, xizanî û bêkarî ye. Demîrtaş, bi lêv kir ku çareseriya van pirsgirêkan dê bi têkoşîna demokrasiyê pêk bê. Demîrtaş, destnîşan kir ku sala 2010'an dê bibe sala çareseriyê û wiha pêde çû: "Agirê Newrozê agirê çareseriyê, aştiyê û azadiyê ye. Ev agire li Qersê hildibe, dê li her derê Tirkiyeyê hilbibe. Demîrtaş di axaftina xwe de niqaşên guhertina makezagonê jî nirxandin û hikumeta AKP'ê rexne kir û wiha got: “Di vî welatî de hêj Serokwezîrê vî welatî dibêje 'Ez dê 100 hezar Ermeniyan der sînor bikin' Ev zîhniyet, zîhniyeta 1915'an e." Piştî axaftiana Hunermend Hemê Hecî konserek da.

NORŞÎNÊ JÎ PÎROZ KIR
Li Norşînê jî Newroz li qada piştî avahiya şaredariyê hate pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê piştî rêzgirtinê bi pêxistina agir ê ji aliya Şaredar M. Emîn Ozkan ve hatiye pêxistin destpêkir. Parlamenterê BDP'ê yê Bedlîsê Nezîr Karabaş, axaftinek kir û da zanîn ku bi salane gelê kurd bi têkokşînê biryara xwe daye û ji bo çareseriyê êdî lazime hikumet biryara xwe bide.

‘Muxatab birêz Ocalan e’

Li Hezoya Êlihê, gel ji bo Newrozê pîroz bike ber bi qada Newroz dê lê bê pîrozkirin ve ketin rê. Di meşê de cilên herêmî yên jinan dîmenên gelekî balkêş derxistin holê. Li qada pîrozbahiyê parqarta "An çareseriyek demokratik an jî berxwedana bi heybet" û dovîzên hilgirtin. Girseyê bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz", qêriyan. Parlamenter Ayla Akat Ata, Endamê PM'a BDP'ê Mehmet Candemîr, Hevserokên BDP'ê ên Êlihê Saadet Becerîklî, Şehmus Aslan, Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Serokê Meclîsa Bajar a Êlihê Salîh Aktan, Şaredarê Hazoyê Raşît Haşîmî, Şaredarê Gercuşê Esat Oner Bekîrhan, Şaredarê Bajarokê Selahattîn Bulat û bi hezaran kesên ku piraniya wan jin bûn agirê Newrozê vêxistin û govend gerandin. Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêz girtinê ve dest pê kir de, ji aliyê Ayla Akat Ata, Şaredarê Êlihê Serhat Temel ve agirê Newrozê hate vêxistin. Ata axivî û wiha got: “Muxatab, kesên zarokên wan li çiyê têkoşîna aştî û demokrasiyê didin. Muhatap, gelê kurd e. Her wiha muhatap Birêz Ocalan ê.
Pişti axaftina Akat Ata girsê dirûşmeyên "Şehît Namirin", "Bijî Serok Apo", "Newroz Pîroz be" berz kirin. Qada Newrozê bi dîmenên rengîn hat xemilandin. Pîrozbahî bi Koma Afat û Hozan Bamerd bi dawî bû.

'Newroz diyariya Tevgera Azadiyê ye'

Piştî berbanga sibê bi hezaran kes li ber avahiya BDP'a Pirsûrê hatin cem hev. Gel bi pêşengiya Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Endamê Meclîsa Partiyê Mahmut Çelîk, Serokê BDP'ê ya bajar Îbrahîm Ayhan, Cîgirê Şaredarê Pirsûsê Mehmet Ozkan û ya rêveberên partiyê li ser Kolana Alîgorê ber bi Bazara Gemin ve meşiyan. Girseya ku bi cilên herêmî meşiyan sloganên "Bijî Serok Apo", berz kirin. Girseya ku bi meşê hate qadê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Dema ji bo kesên di têkoşîn azadî û demokrasiyê de jyana xwe ji dest dane rêz hate girtin girseyê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwend. Îbrahîm Ayhan Newroza gel pîroz kir. Îbrahîm Bînîcî, diyar kir ku di warê çareseriya pirgirêka kurd de gel bi xwe muxatab e û wiha got: "Hûn bi helwesta xwe nîşan didin ku siyasetmedarên kurd û Rêberê Gelê Kurd di warê çareseriya pirsgirêkên we de muxatab in." Hunermend Kadîr Çat, Grava Rojê û Xemgin Bîrhat jî derketin ser dikê bi staranên gotin ve girse coşand.

Li navçeyên Amedê hat pîroz kirin
Li Hênêya Amedê jî yekem car Newroz bi awayekî fermî hate pîrozkirin. Newroz li qada Futbolê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Endamên Meclîsa Partiyê, Şaredarên BDP'ê rêveberên BDP'ê jî di davde bi sedan kes amade bûn. Piştî agirê newrozê hate pîrozkirin axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku gelê kurd bi êrîş, operasyon û zixten têk naçe. Pîrozbahî bi konsera Koma Demsal û Koma Zercan bi dawî bû.
Li Pîranê jî li ber avahiya BDP'ê Newroz hate pîrozkirin. Li qadê pankartên "Sembola hevî û berxwedanê Newroz şima proz bo", "Adirê Newroz serê koyande azadî ra slam rendone" hatin daliqandin. Girseya tevlî pîrozbahiyan bû piranî cil û bergên neteweyî li xwe kirin. Gelek xwendekar ji dibistanan derketin tevlî pîrozbahiyan bûn. Girseyê bi stranên Koma Mamoste yên dimîlî û kurmancî govend girtin. Girseya li ber Şaredariya Pîranê heta qada Newrozê meşiyayî Parlamentera BDP'ê Emine Ayna, Şaredara Gêlê Petek Çapanoglu, Şaredarê Erxzniyê Fesîh Yalçin, Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner, Şaredarê Cîndiyan Mehmet Salik, Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Alî Akinci û rêveberên BDP'ê jî tevlî bûn. Emîne Ayna jî polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê rexne kir û Ayna, anî ziman ku dewletê Newroz qedexe nekiribûya zarok nedihatin kuştin. Ayna da zanîn ku dê her kurdek bibe kawayek û li dijî dehaqan di ber xwe bide.

Di bin berfê de hat pîroz kirin
Navçeya Elkê li Qada Ataturk Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî hate pîrozkirin. Bi hezaran kesên kincên neteweyî yên herêma Botanê li xwe kirine di saetên sibê de ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Jinên ku bi kincên xwe yên rengane tevli pîrozbahiyê bîne rengek cuda xistin Newrozê. Sloganên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" hatin avêtin. Piştî rêzgirtinê parlamenterên BDP'ê Sevahîr Bayindir Hasîp Kaplan, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Abît îlk û Serokê BDP'ê ya Elkê Yusuf Temel agirê Newrozê pêxistin.

Amed bi rengê Newrozê xemilî

Amed beriya Newrozê bi rengê Newrozê xemilî. Amed ku bayê pîrozbahiya Newrozê lê pêl dide, li gund, tax û navçeyan ji bo pîrozbahiya Newrozê civîn tên lidarxistin û belavok tên belavkirin.
Ji bo pîrozbahiyê 30 hezar afîşên rengîn kolan û nava bajar xemilandin. Bi sedhezaran belavok tên belav kirin. 30 pankartên mezin ên "An Azadî an qet" li deverên cuda hatin daliqandin. Li gelek tax, gund û navçeyan bi dehan civîn hatin lidarxistin û hezaran mal hatin ziyaretkirin. Dîsa ji bo di roja 21'ê Adarê de xizmeta gel bikin bi dehan dolmîş pê pere hatin amadekirin. Li Parqa Newrozê jî amadekarî ber bi dawî ve diçin. Li qada Parqa Newrozê bi îmzeya KCD'ê "Ji Komkujîya Çandî, Civakî, Sîyasî re Êdi Bes e" û "An Çareserîya Demokratîk An jî Berxwedana bi Heybet" hate daliqandin.
Serokê Komîtiya Amadekar a Newrozê û Cafer Kan, diyar kir ku îsal wateya Newrozê pir mezin e û wiha got: "Divê her kes îsal bi coşek mezin û daxwazên zêde beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe. Ji bo em beşdariyek herî mezin pêk bînin, em mal bi mal digerin û hewl didin ku xwe bigîhin her kesî."
Kan, da zanîn ku ligel heyetên Ewropa û Herêma Kurdistana Federal, ji 350 rewşenbir, nivîskar û nûnerên saziyan re dawetiya beşdariya Newrozê şandine û wiha dom kir: "Ji bo mêvanan amadekariyên me didomin. Me dawetiyên bi kurdî û tirkî ji nivîskar Yaşar Kemal, Orhan Pamuk, Elif Şafak, Yeşîm Ustaoglu, Ragip Zarakolu, Migirdiç Margosyan, Rakel Dînk, Gulten Kaya, Vedat Turkalî, Îsmaîl Beşîkçî, Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamuran Bervari, Wezîrê Çandê ya Herêma Kurdistana Federal Felakedîn Kakeyî, Fîkret Başkaya, Haldun Dormen, Hevsera Aram Tîgran Sîrvart Melikyan, malbatên Muslum Dogan, Aydin Erdem, Mahsun Karaoglan, Mustafa Dag, Uğur Kaymaz, Ceylan Onkol û Enes Ata hatin dawetkirin. Endamê Amadekariya Komîteya Newrozê Mehmet Guzel jî destnîşan kir ku ji bo çûn û hatina qada Parqa Newrozê 3 riyên cuda amade kirine û tevdîr girtine. Li Çinarê di pêşengiya Şaredarê Navçeyê Ahmet Cengîz, û serokê BDP’ê yê Navçeyê A. Kadîr Dogan û payedarên din de xebatê vexwendina beşdariya pîrozbahiya Newrozê li hemû tax, kolan û gundên navçeyê pêk hat

No comments:

Post a Comment