Wednesday, March 17, 2010

Sûcên wan ne 3 ne jî 5 in!

17/03/2010


Sûcên cerdavanên ku Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Îlker Başbug dibêje, rexnekirina wan xizmetî rêxistinê dike û ji bo cîhanê mînak e, tenê 3-5 in. Sûcen wan hem raporên fermî yên dewletê hem jî yên saziyên mafên mirovan radixe ber çavan. Li gorî raporên ÎHD’ê di navbera salên 1990-2009’an de hezar û 513 sûcên weke kuştin û şewitandina gundan kirine. Li gorî rapora Wezareta Karên Hundir jî ji 71 hezar cerdavanan 5 hezar cerdenvanan di demên cuda de sûc kirine.
Sîstema cerdavaniyê ku bi qetlîama gundê Zanqirta Mêrdînê hate rojevê bi axaftinên Îlker Başbug ên “ji bo cîhanê dibin mînak, ji ber 3-5 sûcan kesên ku vê sîstemê rexne dikin xizmetî rêxistinê dikin” gihîşt asteke nû. Girîngiya cerdevaniyê ya ji bo dewletê çi ye ji aliyê Îlker Başbug ve beriya çend rojan dîsa hate ziman. Lê sûcên cerdevanan wekî ku Başbug dibêje ne tenê 3-5 in. Ev yek hem bi raporên Wezareta Karên hundir hem jî bi yên mafên mirovan derdikeve holê.
Sîstema cerdevaniyê ev 25 sal in heye. Gelek caran ev sîstem hate rojevê lê her car bi gotina “rexnekirina vê sîstemê xizmetî rêxistinê dike” sûcên cerdevanan hatin veşartin. Herî dawî bi qetlîama Zanqirtê carake din hate rojevê lê dîsa bi heman gotinan ji rojevê hate derxistin. Her wiha doz birin Çorumê û bi vî rengî fikarên ku sûcên cerdevanan dê bê veşartin zêde bûn.
Dema ku mirov li sûcên cerdevanan dinêre wekî ku Başbug îdia dike ne 3 an jî 5 in. Di rapora ÎHD’ê de sûcên cerdevanan ên di navbera salên 1990-2009’an de tabloyeke giran radixe ber çavan. Li gorî raporê cerdevan di nava 19 salan de 38 gund şewitandine, 14 gund vala kirine, 12 bûyerên tecawîzê hene, 22 bûyerên revandina mirovan, 294 êrîşên bi çekdarî, 183 cînayet, 259 birîndarkirin, 2 bûyerên windakirine, 50 înfaz, 70 bûyerên xespê, 562 bûyerên îşkenceyê, 59 bûyerên binçavkirinê, 9 bûyerên bûyîne sedama întiharê, 17 bûyerên şewitandina daristanan, bi tevahî hezar û 512 bûyerên sûc kirine. Ev rapor ji aliyê rapora Wezareta Karên Hundir jî piştrast dike. Di rapora wezaretê de tê gotin ku di 2005’an de 4 hezar û 972 cerdevanan sûc kirine. Di 2006’an de 5 hezar û 139 cerdevanan sûc kirine. Dîsê li gorî heman denayan tenê 868 cerdevan hatin girtin. Wezareta Karên Hundir li ser pirsnameya DTP’ê aşkera kiribû ku cerdevan salê 227 mîlyar ji dewletê digirin û hejmara wan 77 hezar in.
Herî dawî jî cerdevanan li Kopê welatiyên bi navê Kemal Kayacan û Necmî Oral qetilkiribûn.
Di 2004’an de Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê jî der barê cerdevanan de raporek amade kiribû û sûcên wan wiha rêz kiribû:
“Alîkariya rêxistinê, xesp, şêlandin, kuştin, birîndarkirin, erîş, revandina zarokan, fihûş, bazirganiya jinan, zirar dayîna mirovan, firotina eşyayên sûc, bi zorê îmzekirina çek û senetan, muxaletefeta li dijî amîrên xwe, qaçaxgerî û hwd.” ENQERE -

No comments:

Post a Comment