Saturday, March 13, 2010

NEWROZA ÎSAL A ÇARESERIYÊ YE


13/03/2010


Selahattîn Demîrtaş, destnîşankir ku pîrozbahiyên îsal wekî referandûmê dinirxînin û wiha got: "Di Newroza îsal de ne tenê kurd, hemû gelên li Rojhilata Navîn dijin dê bikaribin daxwazên xwe wekî referandûmê bînin ziman. Newroza îsal ji bo me Newroza dê bibe Newroza çareseriyê. Nêzîkatiya me û gelê li ser vê esasê ye."
Ji bo agahdarkirina Newroza Amedê civînek çapemeniyê hate lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de pankarta "Newroz Pîroz Be" hate vekirin û Selahattîn Demîrtaş û Şaredar Osman Baydemîr, Serokê BDP'a Amedê, Cîgira Hevseroka BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Aysel Tugluk, Endamê MYK'ê ya BDP'ê Nursel Aydogan, Şaredar Selîm Kurbanoglu, endamên BDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl pêkhat. Di civînê de Cafer Kan, têkildarî pîrozbahiyên ku dê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin, Kan, destnîşankir, Newroz hezar salin tê pîrozkirin û ew 30 sal in jî saya têkoşîna kurdan hatiye îro. Kan, diyar kir ku Newroz ji bo beyankirina îradeya gelê kurd wekî fersendeke ye û hemû gel dawetî pîrozbahiyên Newrozê kir.
Demîrtaş, jî axivî û anî ziman ku pîrozbahiyên Newrozê yên îsal dê 17'yê adarê de li Geverê bidin destpêkirin. Demîrtaş bilêvkir ku îsal dê li gelek bajêrên Tirkiye û herêmê pîrozbahiyên Cejna Newrozê li dar bixin. Demîrtaş, bibîrxist ku di salên derbasbûyî de Newroz jî wekî nirxên çandî yên din dihate tunehesibandin, lê dîsa bi coşek mezin dihate pîrozkirin. Demîrtaş, di berdewama axaftina xwe dom kir: "Her sal diçe pîrozbahiyên Newrozê berfirehtir dibe û dibe wekî mihrîcan û şahî. Newroz êdî ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye cejnek hevpar. Em ê îsal li Amedê pîrozbahiyên Newrozê wekî pîrozbahiya cihanê ya herî mezin li dar bixin." Demîrtaş, li ser pêşîlêvekirina kurd ku ji aliyê Hikûmeta AKP'ê ve hatiye destpêkirin sekinî û wiha domand: "Ev proje li hemberî me wekî projeya tasfiyekirinê hatiye meşandin. Newroza, îsal ne tenê ji bo kurdên li herêmê, her wiha ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn re dê bibe wekî referandûmê. Li gel kurdan hemû gelên li Rojhilata Navîn dijîn dê bikaribin li qada Newroze daxwazên xwe bînin ziman. Ji bo me ya herî girîng peyamên gelê me ye. Ji ber newêrekiya AKP'ê polîtîkayên vekirina demokratîk hatiye xitimandin. Gelê me dê ji bo vekirinê peyamên baş bide. Ji ber vê yekî Newroza îsal dê bibe Newroza çareseriyê."
Demîrtaş, da zanîn ku dê ji derveyî welêt jî gelek mêvan bên û tevli Newroze bibin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Bi tenê dê 20 adarê ji Ewropayê 20 seferên balafiran pêk ben. Heta niha bi sedan kesan ji bo tevlibûna Newrozê rezerwasyon pêkanîne. Dê ji gelek bajêr Tirkiyeyê û ji Herêma Federal a Kurdistanê jî gelek tevli Newroza Amedê bibin." AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment