Monday, March 15, 2010

Balafir, bafirok û jinên li çiyan

15.03.2010

Bakî GUL - QENDÎL/ANF

Ez li jinên ku ji bajar hatine cem gerîlayan dinêrim. Li gerîlayê ku ji bo firandina bafirokê alîkariya zarokekê dike dinêrim û wêneyên wan dikêşim. Ev bafirok çiqas li asîmanên ku balafirên şer mirinê difûrînin tê. Stranên ku jin distrên guhdar dikim. Ez çavên xwe li lûtkeyên çiyayan digerînim. Çiyayên ku li lûtkeyên wan berf heye û li qontara wan bihar hatiye… Jixwe dema ku bihar tê bi rengên xwe tê. Em jî dîsa li ser rê ne…
Dema ku bihar tê, xwezayê, mirovan û hestên mirovan li gorî xwe eyar dike. Li çiyan divê her tişt rengê biharê bigire. Em di rêwîtiyeke ku li gorî van hestan e de ne. Dareke behivê ku kulîk daye li ber çavên min dikeve. Ji ber ku ev rojenivîskên Halîl
ên ku di demên dawî de nivîsandibû dixwînim. Piştî pêşgotina ku ji damezirenerê PKK’ê duran Kalkan ku Halîl baş nas dike û dibêje “Halîl ê wekî çiya”, helbesta “Hevalê min dara behivê” a Azîz Nesîn a ku Halîl herî zêde jê hezdikir li ber çavên min dikeve. Dema ku ez li rengên biharê yên li çiyan dinêrim ev rêz têne bira min. Em li riyên ku ji geliyan û lûtkeyan derbas dikin re diçin. Em ê biçin beşdarî pîrozbahiyên jinên ku rengên xwe didin demsala serhildanê bibin.
Em li ser axa ku gerîlayên jin ji riyên cuda hatine de ne. Şahiyeke ku gerîlayên jin ji bo 8’ê Adarê amade kirine heye. Gerîlayên jinên ku ji qadên cuda hatine bi awayeke germ hev pêşwazî dikin. Piştre merasîma leşkerî tê kirin. Piştî wê li ser rewşa jinan a ku di nava têkoşîna azediyê de gihîştine axaftin tên kirin. Dîroka têkoşînan jinên kurd a ku bûye navneteweyî bala min dikêşe.

BALA MIROVAN DIKÊŞIN
Zêdebûna karûbarên gerîlayên jin bala her kesên ku ji derve tên çiyan teqez dikêşe. Jinên kurd ji bo avakirina şoreşa ferasetê rola xwe ya esasî saz kiriye. Her sal bi kampanyayên xwe hînbûnên hezar salan, çand û zimanê serdestiyê serobino dikin. Par bi kampanyaya “em ne namûsa tu kesî ne” îsal jî bi kampanyaya “li dijî çanda tecawîzê” îdeolojiya jinan dibin civakê. Encamên têkoşîna jinên kurd a ku her diçe civakî dibe hem li kolanan, pem li siyasetê hem jî li çiyan xwe nîşan dide. Ji çar pareyên Kurdistanê, welatên Ewropayê jinên kurd tevli refên gerîla dibin. Di warî jiyana civakî, perwerdehî û aborî de ji hev cuda ne lê di nava gerîla da xwe îfade dikin. Ne tenê jinên kurd ji neteweyên cuda jî li çiyayên Kurdistanê jin hene.

SIRA WAN ÇI YE?
Ez sira vê yekê ji fermandara jin a gerîla dipirsim û ew bersiveke wiha dide min: “Sira vê yekê Serokatiya me ye.” Yek ji damezirenera PKK jî bi heyecan bersiveke wisa dide min: “Tevgera Jinên Kurd di nava şoreşê de şoreşek e. Şoreşeke domdar e. Ev bingeha pêşketina Tevgera Azadiya Kurd e. Di heman demê de sîgorteya şoreşê ye.” Di pîrozbahiya ku gerîlayên jin bi gel re ne de postereke mezin bala min dikêşe. Eleteria ya yewnan, Utaya alman, Helîn a çenkez, Amara ya tirk, Viyan Soran ên ku ji bo azadiya kurdan û azadiya jinan jiyana xwe feda kirine… Tevgera Azadiya Jinên kurd bi her awayî tespîta “neteweya herî kevn a bindest jin e” piştrast dike û ji ber vê yekê jî hêjayî lêkolînan a û tecrubeyên girîng hene

LI ÇIYÊ PÎROZBAHÎ

Li serê çiyan pîrozbahiyên 8’ê Adare tên lidarxistin. Cihê pîrozbahiyan çiyan in. Gerîlayên jin ên li çiyan, bi jinên ku ji gund, navçe û bajaran hatine re tên ba hev. Kesên ku dixwazin gerîla ji çiyayan daxin divê vê tabloyê bibînin… Ji ber ku gerîla; jin, ciwan û zarokên gund, bajar û navçeyan li dora xwe kom dikin. Hem jî bi coş û heyecaneke mezin.
Jixwe me gotibû bihar rengê xwezayê û hestên mirovan li gorî xwe eyar dike û şekl didê.
Şoreşa jinan a li çiyayan jî rengê xwe dide azadiya ku şoreşê derxistiye… Şoreşa domdar, di nava şoreşê de didomîne…
Çiya… Li asîmanan li şûna balafirên şer bafirokên zarokan bi alîkariya gerîlayan difirin… Jin jî stranên azadiyê distrên. Şaxên meşê yên ku ji bajaran hatine qontaran çiyayan ber bi Newrozê ve diçin…


No comments:

Post a Comment