Wednesday, March 17, 2010

Li bakurê Qafqasyayê şerê sixuran û pêvçûn

17/03/2010


Rahmî YAGMUR - MOSKOW/ANF

Bakurê Qafqasyayê di salên dawî de bi pêvçûn û hem jî bi revandina kesên endamên îstîxbaratên navneteweyî balê dikişîne.
Her çiqas bê îdiakirin ku rayedarên Rûsyayê ji bo agirbestê hîn rêvebirên çeçen re hevdîtin çêbikin jî li Dagistanê, li Înguşetyayê û li Çeçenîstanê gelek komên odlar û neteweperest hene. Her roj li bakurê Qafqasyayê nûçeyên pêvçûnan derdikevin. Serokê beşa Akademiyên Zanistiyê ya Rûsyayê Sergey Arutyunov da zanîn ku her çiqas ji berê ve li Dagistanê, li Înguşetyayê û li Çeçenîstanê pêvçûn hebin jî sedema pêvçûnên demên neteperestî ye. Arutyunov anî ziman ku di demên dawî de revandina mirovan û kuştin zêde bûne û wiha got: “Hem berxwedêr û hem jî hêzên ewlehiyê van tiştan pêk tînin.”
Arutyunov bi lêv kir ku li Bakurê Qafqasyayê çareserî ew e ku divê bêtir sîvîlbûn û demokratîkbûn pêk bê. Arutyunov heta niha der barê Bakurê Qafqasyayê lêkolînên girîng pêk aniye û diyar kir ku her çiqas kesên ku Estemirova, Starovoitova, Xlebnikov û Politkovskaya kuştibin hatibin girtin jî lê tu caran yên ew dane kuştin nayên girtin.

BI SALAN E PÊVÇÛN
Arutyunov diyar kir ku li Qafqasyayê kuştin û revandina mirovan êdî bûye perçeyek jiyanê û wiha pê de çû: “Dîroka Qafqasyayê dîroka şer e. Dema mirov dîroka Asur, Urartuyan dinêre dibîne ku dîrok her tim behsa pêvçûn, xwîn û mirinê dike. Ango pevçûn beriya cudahiya bawerayin jî li vir hebû. Dîsa di dîroka nêz de şerê Kafkas û Rûs 101 salî dom kir û gelek kes mirin. Di van şeran de çerkezan ji bo azadiya xwe têkoşiyan. Îngîltere û Osmaniyan ev şer ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Her çiqas li cîhanê bandora neteweperestiyê her diçe kêm bibe jî li vê herêmê bandora xwe didomîne. Li rojava postmonernîzm ji holê radibe lê li cem me ji nû ve zêde dibe. Marksîzmê jî çareserî pêk neanî. Gotin neteweperestiya sosyalîst lê ew jî di esasê de neteweperestiya burjuva bû. Sedeme pêvçûnan neteweperestî ye.”
Arutyunov anî ziman ku berpirsyarên pêvçûnên salên dawî yên Qafqasyayê sixurên welatên biyanî ne. Arutyunov bilêv kir ku kuştina rojnamegerê rûsî Esetmirova zirar daye îmaja Rûsyayê û ev kuştin ji aliyê Kadirov ve nehatiye plankirin û wiha pê de çû: “Kuştina rojnameger Estemirova ji bo îmaja Rûsyayê ya navneteweyî derbeyeke mezin e. Dibe ku kesên ku ev cinayet pêk anîbûn bên girtin an jî bên kuştin lê kesên ku plana kuştinê kirine tu caran nayên girtin. Kuştina Starovoitova, Xlebnikov, Politkovskaya wisa bû. Dozger jî an naxwazin bûyeran lêkolîn bikin an jî ditirsin. Ger bixwazin yên ku plana kuştinê kirine bigirin jî nikarin bigirin. Li gorî min Remezan Kadîrov karê bavê xwe didomîne û dixwaze tola bavê xwe bigire. Kesek nikare bibêje ew kesekî bê aqil e û li dijî wê li gorî min kesekî biaqil e. Kuştina Estemirova îmaja Remezan Kadîrov xirab kir û têkiliyên wî û navendê qut bû. Dê di navbera xwe de hevhatinekî pêk bînin. Lê ev hem ji bo Kadîrov û hem jî ji bo Medyedev û Putîn tiştekî ne baş e.”
Arutyunov pirsa der barê ‘Ji bo rawestandina şerê Bakurê Qafqasyayê û divê ji bo pêkhatina aştiyê gavên polîtîk yên çawa bên avêtin?’ wiha bersivand: “Di sala 2000’an de wekî şexsî min hîn rapor dan Putîn, formulên çareseriyê di çapemeniyê de jî cih girtin û beşek wan hê jî dikarin pêk bên. Çend formulan dikarim wiha rêz bikim; divê xebatên hêzên çekdarî bikevin bin kontrola xebatên civakî, divê pergala aborî heta heremî adil bê parvekirin, bila rêveberiyên herêmî ji aliyê navendê neyê tayînkirin û divê gel xwe rêveberiyên heremî bi hilbijartinê ve diyar bike. Ev gelek girîng e divê hemû rêveberên beşên herêmî ji aliyê gel ve bên diyarkirin. Divê pêşiya karên nelirê bê girtin û ji bo vê yekê jî divê mekanîzmaya denetîmê bê sazkirin. Divê di nav mekanîzmayêan de mirovên akîl yên herêmê yên civakî, divê di nav de saziyên olî û civakî bi awayekî çalak di nav de cih bigire.”

No comments:

Post a Comment