Friday, March 12, 2010

Riya şer didin ber kurdan


12.03.2010

Civîna çapemeniya parlamenterên ewropî li Strasbourgê, di avaniya PE’yê de pêk hat û parlamenterên Yekitiya Ewropayê (YE) yên Fransa, Îngilistan, Belçîka û Îtalyayê amade bûn. Êrîşên li ser ROJ TV, Radyoya Dengê Mezopotamya, BDP û KNK’ê wek êrîş nirxandin û şermezar kirin.
Ji Koma Hevkariya Lîberalên Demokrat, parlamentera îngilîz Sarah Ludford, axivî û got ku êrîşên li Belçîkayê û girtina siyasetmedarên kurd, rûreşiyeke mezin e û wiha pê de çû: “Girtinên li Ewropa û Tirkiyeyê, helwesta desthilatdariya AKP’ê ya ligel artêşê ne. AKP û Ewropa dixwazin dilê leşkeran xweş bikin.”
Ludford, detsnîşan kir ku zor çareseriyê nayîne û PKK ne El Qaîde ye, eger serî li zorê bide jî, ev ji bo daxwaza mafên kurdan e û dema ku pirgsirêka kurd bikeve rojevê, di vê PKK jî li ber çavan were girtin.

MÎNAKA ÎRLANDAYÊ
Ludford, çareserkirina pirsgirêka Bakurê Îrlandayê wekî mînak nîşan da û xwest Tirkiye vê li ber çavan bigire.
Ludford, girtina kesên xwedî nasnameya siyasî jî bi tundî rexne kir û daxwaza serbestberdana wan kir. Da zanîn ku di vê de israr hebe ji bilî serê çiyan tu riyên din li ber kurdan namînin.
KRÎMÎNALÎZE DIKIN
Endama Koma Çepgir a PE’yê Jurgen Klute got ku ji aliyekî ve pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane tê nîqaşkirin, ji aliyê din ve Ewropa êrîşên krîmînalîzekirina kurd dike pratîkê, ev nakokî ye û nêzîkbûneke metirsiyê ye.
Li ser navê Keskan François Alfonsi axivî û got “êrîşa dawî bi armanca reşkirina Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd e. Pêwîst e kesên ku hatine girtin serbest werin berdan.

HIQÛQ NÎN E
Organîzatorê civîna çapemeniyê û dijberê globalîzmê Jose Bove, li dijî êrîş û girtinan derket û got: “Eger sûc hebe, riyên hiqûqî hene û dikarin prosedura hiqûqî bidin destpêkirin. Lê girtina siyasetmedarên kurd bi awayekî din û bi armancên din e, ev binpêkirina hiqûqa Ewropayê ye û nayê qebûlkirin.

ŞERMEZARÎ TÊRÊ NAKE
Lîderê Gundiyan Bove jî axivî. Di axaftina xwe diyar kir ku Sosyolog Mehmet Alî Dogan, bi sûcê ku ji Deşta Larzan civîna ji bo PKK’ê bi rê ve dibe, hate girtin. Ez di civîna ku dibe mijara sûcê sosyologê kurd de amade bûm. Polîsên fransî jî der barê civînê de xwedî agahî ne. Çawa dibe ku dibêjin, ciwan ji bo PKK’ê hatine berhevkirin? Ev ne normal e û ji sedema vê civînê girtina mirovan ne hiqûqî ye. Gotina şermezarî jî ji bo vê kiryarê hindik e. Heke wisa bidome zirara herî mezin dê Ewropa bibîne. Dê mirovahî ji hiqûqa Ewropayê bawer nekin û bêbaweriya ji bo Ewropayê zêde bibe.” STRASBOURG - ANF

No comments:

Post a Comment