Saturday, March 13, 2010


13/03/2010


Şaredariya Wanê ji bo parastina sewalan zend û bendê xwe bada. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, bi amirên timan re xebatên stargeha sewalan a yekemîn tê çêkirin kontrol kir û lêkolîn pêk anî.
Xebata stargeha sewalan ku ji aliyê Şaredariya Wanê ve hatibû destpêkirin hêdî hêdî temam dibe. Şaredariya Wanê yekemîn stargeha sewalan li Wanê çêdikir, ber bi dawiyê ve diçe. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, alîkarên Şaredar û endamên Meclîsa Şaredariyê stargeha li ber Gola Sixkê tê çêkirin kontrol kirin. Di kontrolê de Midûrê Beytariyê Necîp Demîr derbarê xebatan de agahî dan Şaredar Kaya. Kaya, hemû beşên stargehê kontrol kirin û derbarê wan de agahî girtin. Kaya, diyar kir ku bi dawîbûna vê xebatê êdî dê sewalên li nava kolanan û sewalên di encama qezeyan de birîndar dibin, dê bên dermankirin.

‘EV YEKEMÎNE’
Midûrê Beytariyê Necîp Demîr, têkîldarî çêkirina stargeha sewalan de agahî dan û wiha got: "Em vê stargehe bi awayekî demyane ava dikin. Xebata ku me di demsala payîzê de dest pêkiribû, ji ber şertên zivistanê me navber dabûyê. Me niha çareke din dest bi xebatan kir. Em niha karên xwe yên di nîvî de mabûn xelas dikin. Di nav stargehê de emeliyatxane, odeye karantînayê û beşên din hene. Em dê di nav meh û nivan de xebatên xwe bi dawî bikin.
Heywanên nav kolanan bê xwedan bên aşîkirin û nexweşiyên wan bên dermankirin dê dest pêbikin.
Em vê xebatê bi zanîngehê re dikin û xebatên klinîkê li vîr dikin. Ev xebata em li Wanê yekemîn e." WAN - DÎHA

No comments:

Post a Comment