Thursday, March 11, 2010

Ger sûc ê kerpîçan e, çima mizgeft û dibistan hilweşiyan?

 

ELEZÎZ, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Maxdurên erdhejê: Heke sûc ê kerpîçan e, çima mizgeft û dibistan hilweşiyan?

Gundiyan bertek nişanî gotinên Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan ku sedema mirinên di erdhejê de wekî "malên kerpiç" nîşan dabû, da. Gundiyan diyar kir ku di erdhejê de dibistan, mizgeft û ocaxên tenduristiyê yên bi betonê jî hatine çêkirin xirab bûne.

 

Welatiyê bi navê Abdurrahman Gul nerazîbûneke tund nişanî gotinên Erdogan da û wiha got: "Heke wekî Birêz Serokwezîr gotî xemsarî ya gundiyan be, wê demê xirabûna mizgeft, dibistan û ocaxên tenduristiyê ji ber xemsariya kê ye? Divê bersiva vê jî bê dayîn. Guneh e. Hêj me miriyên xwe defin nekirine, Serokwezîrê Dewletê gundiyan sûcdar dike."


Piştî erdhejê her roj sewal ji birçîbûna dimrin

 

Piştî erdheja Elezîzê ku 51 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 welatî birîndar bûn, nêzî hezar sewal jî mirar bûn. Sewalên ku piştî erdhejê sax mane jî ji ber birçîbûnê yek bi yek mirar dibin. Mexdûran anî ziman ku rayedarên dewletê alîkariyê bi wan re nake û piştgirî xwestin.


Hevserokê BDP'ê Demîrtaş çû herêma erdhejê

 

 Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Aysel Tugluka ku siyaset lê hatiye qedexekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û parlementerên BDP'ê wekî heyetekê çûn herêma erdhejê lê çêbûyî û li cihê felaketê lêkolîn kirin. Heyeta ku pirsgirêkên gundiyan tespît kirin, soza alîkariyê da. Aysel Tugluk jî bi jinan re sohbet kir û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. (dîha)
© HAWAR NT 2010  Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin a

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment