Saturday, March 13, 2010

Bersiva komkujiyan yekitî ye


13/03/2010


Serokatiya konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser dîroka Kurdistanê û dide zanîn, ku berxwedan û ferzkirina komkujiyan tim bi hev re meşiyane. Di daxuyaniyê de 12'ê Adarê, komkujiya Qamişlo, ya taxa Gaziyê û 16'e Adarê komkujiya Helepçeyê bi bîr tîne û wiha dibêje: "Ji bo van komkujiyan tevan bersiva herî rast, xurtkirina yekitiya neteweyî ya demokratîk e. Ji bo gelê kurd careke din bi komkujiyên bi vî rengî re rû bi rû nemîne, rêxistinbûyîna xwe bi her awayî xurt bike û tedbîrên pêwîst bigire. Tevgera Azadiya Gelê Kurd, li dijî van komkujiyên ku li ser gelê me tê ferzkirin, tevgerekê hesap-pirsînê ye."

'BILA BI DAWÎ BIKIN'
KCK di daxuyaniya xwe de tîne ziman ku piştî komkujiya Qamişloyê polîtîkaya dewleta Sûriyeyê li dijî kurdan hê zelaltir bûye û ev bang li rêveberiya Şamê kir. "Bila dewleta Sûriyeyê zanibe ku, ne tevgera me, he jî gelê me li dijî hebûna dewletê nê hezêek tehdîtê ye. Em dixwazin mafên herî xwezayî yên çandî û nasnameyî yên gelê Kurd bên naskirin. Em di wê baweriyê de ne ku ev jî bi rêya yekitiya demokratîk û aştiyane pêk tê. Di 6. salvgera komkujiyê de em bang li dewleta Sûriyeyê dikin, da ku dev ji polîtîkayên zordariyê berde, ji rastiya gelê Kurd re rêz bigre û polîtîkayên dostane yên weke dema Hafiz Esad de esas bigrin. Em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz jî dikin, da ku di salvegera vê komkujiyê de li şehîdên xwe xwedî derkeve, bi awayek girseyî şehîdên berxwedanê bibîr bîne."
KCK her wiha bi bîr dixe ku îro di heman demê de salvegera darbeya leşkerî ye ku sala 1971'an li Tirkiyê pêk hatibû. Bi vê rasthatinê jî bang li derdorên demokrat û welatparêz dike ku li dijî kevneşopiya darbekar a faşîst têkoşînê xurt bikin.
KCK destnîşan dike ku li dijî polîtîkayên komkujiyê, bersiva herî rast xurtkirina yekitiya neteweyî ya demokratîk e û banga xwe bi van gotinan bi dawî dike. "Divê kurd êdî li Rojhilata Navîn, li dora berjewendiyên xwe yên neteweyî û demokratîk bicivin, xebatên ji bo yekitiya neteweyî bi konferansekê xelat bike. Avakirina yekitiyeke bi vî rengî, weke her gelî, mafê herî rewa yê me kurdan e jî." BEHDÎNAN - ANF

No comments:

Post a Comment