Thursday, March 11, 2010

Çîroka şervan Xalit ya 32 salan


11/03/2010 

Seyit EVRAN / Rojda FIRAT - BEHDÎNAN/ANF

Qeymeqam Xalit di sala 1953’an de li Elezîzê li navçeya Keban a gundê Mîşedî ji dayîk bû. Tevî wî 8 zarokên dê û bavê xwe bûn. Dibistana seretayî li gund ya navîn li Kebanê û ya lîseyê jî li Elezîzê xwend. Piştî lîseyê di sala 1974’an de beşa Zanistên Fenê ya Zanîngeha Gazî qezenc kir. Dest bi zanîngehê kir û li Enqereyê bi hevalên xwe re ma. Xalit destnîşan kir ku hevalên wî yê biçûkatî û her wiha hemwelatiyê wî Cemîl Bayik bûye.  Xalit wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em gelek heval ji gundekî bûn. Yek ji van jî hevalê Cuma bû. Em hevalên biçûkatiyê bûn.  Hevaltiya me ji wê demê tê. Em sempatîzan bûn wê demê. Wê demê çepên tirk hebûn. Wê demê çepa kurd jî hebû. Ez pêre eleqeder dibûm.  Rizgarî û DDKD hebû. Têkiliyên me bi wan re jî hebÛ. Ev têkiliyên siyasî bû. Di sala 1976’an de nîqaşên me bi heval Cuma re çêbû. Ji wê demê şûnde me sînor kir nava têkiliyên xwe.”
Xalit piştî vê tevgera Azadiya kurd re zêdetir eleqeder dibe û hevdîtinên wî zêde dibe.  Ji ber aboriyê hem dixebite û hem jî xebatên xwe dimeşîne.

JI BO RÊXISTINÊ XANÎ KIRÎ
Xalit ji aliyekî ve dixebite û aliyê din ve jî dixebite. Heta ku derfetên wî hebe xebatên xwe bi şoreşgerên Kurdistanê re dimeşîne. Xalit zêdetir di alî aborî de dixebite û ji bo hevalên xwe xanî kirê dike.  Her wiha belge û notên girîng jî ew dibe û tîne. Ji ber vê di nava partiyê de baweriyeke mezin bi Xalit çêdibe.

ÇALAKÎ Û GIRTANA EWIL
Di wê demê de çalakiyên ciwanan jî pêk tê. Qeymeqam Xalit di çalakiyeke wê demê de tê binçavkirin. Ji ber ku delîl tunebû Xalit serbest tê berdan. Piştî vê Xalit di sala 1978’an de bi awayekî fermî tevli dibe.  Xalit der barê tevlibûna xwe wiha dibêje: “Ez li qada Dêrsim û Elezîzê dimam. Wê demê gelek kom hebûn. Gelek heval piştî darbeya 12’ê Îlonê hatin girtin. Riza Sarikaya, Alî Dursun ji me veqetiyan. Suleyman Osman jî bi me re bû. Ew li Mêrdînê şehîd ket.  Her wiha Sakîne Cansiz û Hamîlî Yildirim hebûn. Me kom bi kom xebatên xwe dimeşandin.” 
Qeymeqam Xalit salên ewil yên avabûna Tevgera Azadiya Kurd jiyabû. Şahîdê gelek bûyeran bû. Bi qadroyên wê demê re xebatên gelek girîng meşand. Xalit ji bo wan rojan wiha dibêje: “Rojên zehmet bûn. Lê gelek gelek xweşbûn. Çimkî em bi coş û morelekî mezin dixebitin.  Gelek hevalên me yên wê demê pêşeng bûn û şehîd ketin. Ez û heval Cuma ji gundekî bûn. Hevalên me yên xebatên Dîlaver Yildirim, Riza, Kazim, Cemal Şerîk, Haydar Altun, Dogan Yildirim, Dogan Kiliçkaya û heval Kemal bû. Em hemû li Tuzluçayir a Enqereyê diman. Hevalê Mazlum jî min piştre naskir. “

Ji malbatekî 5 kes tevlî bûn

Qeymeqam Xalit diyar dike ku tevî wî ji malbata wan 4 kes tevli tevgera azadiyê bûne û wiha berdewam kir: “Du xwişk û birayekî min tevli bûn. Birayê min Kemal di nava partiyê de aktîf dixebitî. Li Stenbolê di çalakiyekê de şehîd  ket. Min ew qet nas nekir.  Dema ku em di nava tevgerê de bûn ew pir biçûk bû. Min dixwest ku ez wî nas bikim.”
Xalit heta salên 80’yî  li Dêrsimê gerîlatiyê dike.  Piştî darbeya 12’ê Îlonê  li qada Dêrsimê  xebatên xwe dimeşîne. Di sala 1981’ê de  konferansa PKK’ê ya  yekemîn pêk tê.  Wê demê ji bo wan talîmateke konferansê tê. Bi vê talîmatê xwestin ku xwe bi awayekî lez bidin alî. Xalit wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Em heta Mêrdînê çûn.  Huseyîn Eroglu û gelekên din hatin girtin. Hin heval jî şehîd ketin. Em jî gihîştin qada rojhilatanavîn. Payizê em gihîştin Lubnanê. Wê demê kampa me ya navendî ya Mahsum Korkmaz li wir bû. Heval Abbas em pêşwazî kirin.Piştre em çûn kampa Helvê. Li Helvê heval Karasungur em pêşwazî kirin. Heval Karasungur li hemû rêxistinên leşkerî mêze dikir. Heval Cuma li Beyrûdê mêze dikir. Karasungur bi hemû kampan re eleqeder dibû.”

‘EM TESLÎM NEBÛN’
Xalit anî ziman ku di dema vekişînê de ji aliyê hêzên Israîlê ve dîl hatine girtin û ew birine kampa El Ansar. Her kesî  ji hev diqetînin. Xalit ji wan re nabêje ez PKK’î me.  Dibêje ez kurdê Sûrî me û ji xebatê hatime vir. Xalit bi 14 hevalê xwe re du salan di kamapa Ansar de dîl tê girtin. Di sala 1983’an de ji aliyê rayedarên Kizilhaçê ve teslîmê Îstîxbarata Suriyeyê têkirin.
 
‘LI LOLANÊ ZIVISTANA EWIL’
Xalit di sala 83-84’an de li kapmpa Lolanê dimîne. Xalit di demsala zivistanê de ji aliyê lehengê kurd Mahsum Korkmaz ve tê Lolanê. Xalit wiha berdewam kir: “Heval Egit ji Zapê hat Lolanê. Çek û rexta xwe teslîmê min kir. Ji cem me veqetiya. Piştî çend  mehan şûnde vegeriya.  Carek  din çek û rexta xwe girt û çû   aliyên Behdînanê.

TÎMA ŞEMZÎNANÊ
Xalit destnîşan kir ku dema ku 15 tebaxê nêzîk dihat, tîma wan ber bi Şemdîliyê bi rê ketine û hedefa wan a ewil Şemzînan bûye. Xalit wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Koma wan ji 23-24 kesan pêk dihat.  Fermandarê komê jî Abdullah Ekîncî bû. Heyecana 15’ê  tebaxê zêde bû. Ji ber vê em   zêde ne difikirin. Me ne dizanî  ku ev çalakî dê bandoreke çawa pêk bîne. Me nedizanî bû ku   em dîrokê dinivîsînin.”

RÊWÎTIYA AMEDÊ
Di bihara sala 1987’an de Xalit dixwaze li qadên bakurê Kurdistanê gerîlaTİyê bike. Ev pêşniyara wî tê qebûlkirin. Xalit  li ser vê  ji bo ku biçe eyaleta Amedê dikeve rê.  Di rê de ev hevalên xwe tên girtin. Çend mehan girtî dimînin û piştre derdikevin. Piştî vê tên Xakurkê.  Xalit îcar dixwaze li ser Botanê derbasî Amedê bibe. Xalit ji ser botanê derbasê qada Amedê dibe. Heta salên 90’î  li Dêrsimê dimîne. Piştre dîsa derbasî Xakurkê dibe. Hevalên wî ji bo wî hîtaba qeymeqam bikardianîn.  Navçeya Çomanê ji aliyê gerîlayan de hatibû girtin.  Hevalên wî ew berpirsê vê navçeyê hilbijartibûn. Ji ber vê jî hevalên wî ji bo wî hîtaba qeymeqam bikardîanîn.

MEŞA 32 SALAN

Di vê têkoşînê de hem xizmên xwe û hem  jî gelek hevalên xwe winda kir. Lê wî xwe ji tu tiştî neda alî û têkoşiya.  Hê jî xebatên xwe li serê çiyan dimeşîne û di riyan de ye.  Bi şev û roj di gelek peçûnan de şervanî kir.  Kete kemînan. Hevalên xwe perwerde kir.  Gelek hevalên wî yên ku ji wî biçûktir şehîd ketin.  Sal, rê, heval û biranînên xwe di dilê xwe de hişt. 6 caran birîndar bû. Gelek êş kişand. Her tim di riyan de bû û dîl ket. Bê xew ma.  Ew qet ne zewici. Yanî bi qurtasî Mam Xalit bi her awayî di her şer û mercî de gerîlatiya xwe berdewam dike.
Gotina wî ya dawî eve; Çend caran emrê min hebe dê  dîsa li van çiyan, rê û qadan derbas bibe.

No comments:

Post a Comment