Sunday, March 7, 2010

Dê li qadan 8’ê Adarê pîroz bikin


07/03/2010


Tevgera Jinan KJB û Partiya Azad a Jinên Kurdistanê (PAJK) bi daxuyaniyeke nivîskî 8’ê Adarê pîroz kir û diyar kir ku 100’emîn salvegera 8’ê Adarê dê li qadan bê pêşwazîkirin. Koordînasyona KJB’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşînê û destnîşan kir ku dê îsal bi perspektîfa ‘Azadiya Ocalan, azadiya jinan e’ bi dirûşma “Têkoşîna azadiyê bilind bikin, li dijî çanda tecawizê derkevin” kampanyayek bidin destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê hemû jin di hemû helan de aktîftir tevli xebatên kampanyayê bibin. Her wiha di daxuyaniyê de êrîşa li hemberî ROJ TV, KNK û siyasetmedarên kurd hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku li hemberî vê bêdeng nabin. Di daxuyaniyê de qala Kurultaya Jinan a Cîhanê hate kirin.
Koordînasyona PAJK’ê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser êrîşên herî dawiyê pek hatine û diyar kir ku êrîşên ku pêk tên li hemberî rûmet û nirxên kurdan pêk tên. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev tişt jî di çarçoveya konsepta tasfiyeyê de pêk tên û êrîşan şermezar dikin. Di daxuyaniyê de 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê hate pîrozkirin. BEHDÎNAN - ANF

No comments:

Post a Comment