Friday, March 12, 2010

Piştî 6 salan a serhildana Qamişloyê pirsgirêka herî mezin hê jî "perçe bûn e"

QAMIŞLO, başûrrojavê Kurdistanê (HAWAR NET) -- 6'emîn salvegera serhildana Qamişloyê tê bibîr anîn.Salvegera 6'emîn a Serhildana 12ê Adarê ya rojavayê Kurdistanê li rojavayê Kurdistanê, Kurdistana Azad û li Ewrûpayê bi çalakîyên cur be cur hate bibîranîn.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Doh li bajarê Hewlêrê sedan kurdên Sûriyeyê bi beşdariya hejmarek ji siyasetmedarên Herêma Kurdistanê, di şeşemîn salvegera Serhildana 12’ê Adarê ya 2004’ê ya li Bajarê Qamişliya Kurdistana Sûriyeyê, xwepêşandanek saz kirin.

Xwepêşandan li Enkawayê dest pê kir û xwepêşandar ber bi baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Herêma Kurdistanê meşiyan.

Xwepêşanderan di dirûşmên xwe de daxwaza yekîtiya refên kurdên û lêpirsina berpirsên şehîdbûn û birîndakirina çend ciwanên kurd bi gulle, îşkenceyê kirin.

Xwepêşandaren yadaştek dan destê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Herêma Kurdistanê kir û tê de çendîn daxwaz ji bo başkirina rewşa kurdên li Sûriyeyê kirin.

PYD li parlemana Swêdê konferansa 12 ê Adarê pêk tîne Ji bo çapkirinê

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD wê sibe li parlemena Swêdê bi hevkariya partiya Keskan ya Swêdê ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û ji bo guftûgo kirina çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyê 3.Konferansa 12ê Adarê li dar dixe.

Di konferansa ku çav li rêne hejmarek parlementerên Swêdî û Norwêcî jî bşdar bibin, wê li avahiya parlemenê li Stockholmê di navbera saet 9 û 12ê de pêk were.

Serhaldina Qamişlo çawa pêk hat?

Di 12ê Adara 2004'an de li Qamişloyê di maça maça fitbolê di navbera Kurdan û Erebên şoven,hêzên Sûrîye de pevçûnek derketi bû û di encama pevçûnê de hin Kurd şehîd bûbûn.

Piştre bûyer li seranserê Qamişloyê belav bû û bi giştî 12ê Adarê de 29 Kurd şehîd bûn û her wiha 4 Ereb û 19 leşkerê Sûrîye jî miri bûn. Piştre erîşên rejîma Sûrîye li seranserî Rojavayê Kurdistanê de êrîşbir ser gelê Kurd.

Li hemû Kurdistana Rojavade Serhildana Gel destpêkir û pevçûnên di navbera Kurdan û hêzên Sûrîye de mezintir bû.

Sûrîye hêzekê mezin ya leşkerî şiyand Rojavayê Kurdistanê.Sûriya bi dehan kes xiste girtîgehê û bi sedan Kurd jî bi zext û êşkenceyê re rûbirû man.14ê Adarê de li Kobanî,15ê Adarê de li Efrînê û 16ê Adarê de jî li Helebê bûyer destpêkirin.

Hêzên rejîma Sûrîye neçar mabûn ku hêzên xwe vekişînin.Lê piştî vekişandina hêzên Ewlekarîya Sûrîye vê carê jî eşîrên Ereb ku ji Sûrîye alîkarî girtibûn êrîşî mal û dikkanên Kurdan kirin.

Serhildan heta 18ê Adarê berdewam kir û di encamê de dehan Kurd şehîd bûn û sedan kes jî ji alîyê rejîma Sûrîye ve hatibûn girtin.Bûyerên li Başurê-Rojavayê Kurdistanê dimedyaya Cîhanê de jî cihekî mezin girt û raya giştî de jî gelek deng veda.

Kurdên li Kurdistana Azad, bakûrê Kurdistanê, rojhilatê Kurdistanêû Kurdên li dervey welat bi taybetî li Ewrûpa bi meş, mîtîng û çalakîyên mezin piştgirî dan serhildana mezin ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

Di navbera Kurdan de nêzik bûn û yekbûneke nedîtî pêkhat.

Hemû medyaya Kurdî jî cîheke girîngveqetand bo vê serhildanê.

Dîsa di heman rojan de li Kurdistana sûriye serhildanên bicuk çêbûn.

Her karesat gelê Kurd hin nêzikî hev dikir wek serhildana Qamişloyê. Lê dijminên Kurd û Kurdistan hin jî fêm nekirin ku gelê Kurd bi bombeyan,bi tehditan,bi işkenceyan,bi çekan,bi zilman,bi provakasyonan,bi inkaran,bi şêwayên teroristî,bi qedexeyan naye têk birin.

Yekîtî pêknehat

Piştî serhildana Qamişloyêyê yekem car rejîma Sûrîye hebûna Kurdan qebûl kir û di navbera heyetên Kurd û Hikumeta Sûrîye de hevdîtinana pêk hat.

Her çiqas rejîma Sûriye sozên xwe neanî bî cîh jî, serhildana 12ê Adarê mora li dîroka Kurdistanê xist û bo Kurdên Rojava werçerxanek bû.

Piştî serhildanê dengê Rojavayê Kurdistanê ji berê gurtir derket û di nav çalakî û weşanên Kurdên Rojava de zêde bûnek çê bû. Bandorên psîkolojî û dîplomatîk a sehildanê baş nehate bikaranîn.

Lê Rojavayê Kurdistanê de hin jî pirgirêka bingehin nebûna yêkîtîyê di navbera hêzên sîyasî de ye.Berovajî yekbûnê hêzên Rojavayî ji hev vediqetin û ev jî darbeyek mezin li têkoşîna Kurdên Rojavayê Kurdistanê dixe.

Hewlên bo yekîtiyê hebin jî nebûna Yekîtî û yêkrêzî wek li hemû Kurdistanê li başurrojavayê Kurdistanê de jî pirgirêkek mezin e. (HAWAR NET.com / servîsa nûçeyên rojevê)
© HAWAR NT 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin a

© HAWAR NET 2010


No comments:

Post a Comment