Saturday, March 6, 2010

Terora Ewrûpayê didome; Piştî Kartal û Aydar, Serokê PJAK'ê hate girtin


AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Terora Ewrûpayê ser rexistin û saziyên Kurd berfirehtir dibe.

© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Serokê PJAK-ê, Hecî Ehmedî li Elmanya hate binçavkirin.Piştî girtina Remzî Kartal û Zubeyir Aydar li Belçîka, polisên Elmanya li Kolnê ew girtin.

Li gor nûçeya ANF'yê berpirsek yê PJAK-ê ragihand ku; `` Em bawer dikin ku di van operasyonan de tiliya Amerîka heye. Her çiqas di navbera Emerîka û Îranê nakokî hebin jî, hinek agahdarî digihin me ku, Emerika û Îranê li hev kirine. Heftiya bûrî serokê Cubdullah teslîmê Îranê hate kirin, ev jî lîstikek ya Emerîkayê bû. Emerîka dixwaze bi vê helwesta xwe mesajekî bide Îranê. PJAK diyar kir ku navend operasyonan Elmanya ye.
endiyên din.

Kartal û Aydar hatin girtin

Li Belçîkayê duh ji hêla polîsan ve serdagirtina gelek cihên ku nûnertiya BDP’ê û Roj TV jî di nav de bûn hatibû kirin û 22 kes hatibû binçavkirin. Hate ragihandin ku ji wan 22 kesan Remzî Kartal û Zubeyr Aydar jî di nav de 8 kes ji hêla dozgeriyê ve hatin girtin.

Li gorî nûçeya ANF’yê, 8 kesên ku li Brukselê hatibûn binçavkirin û Serokê Kongra Gel Remzi Kartal û Zubeyr Aydar jî di nav de bûn û bo dirêjkirina dema binçavkirinê ew hinartin dadwerê lêpirsînê.Dadwerê lêpirsînê De Coster derbarê 8 kesan de biryara girtinê da. Li bajarê Charlero jî 4 kes hinartin dadwerê lêpirsînê û li wir 3 kes serbest hatin berdan û dema binçavkirina kesek hate dirêjkirin. Polîsê Belçîkayê duhî bi awayek hevdem li ser Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) û Roj TV û hin deverên dîtir operasyon pêk anî bû û dest danîbûn ser gelek belgeyan û ketin û derketina bînaya Roj TV’yê hatibû astengkirin.

Hemberî PKK’ê çend roj berê li Îtalya û Fransayê jî operasyon hatibûn kirin. Karbidestên Fransî eşkere kirin ku, 9 kesên ku bi pêwendîdariya PKK’ê hatine girtin wê ji “sûcên terorê” bêne darizandin.. (Anf / ajansan)
© HAWAR NT 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin a

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment