Wednesday, March 10, 2010

Serokê PJAKê serbest hate berdan

 

DIYARBEKÎR, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Piştî ku li Belçîkayê "operasyona PKK'ê" hate lidarxistin, li bajarê Strasbourg a Fransayê jî bi ser mala bavê xebatkara Roj Tv'ê Nesrin Arslanê de hate girtin û 2 kes hatin binçavkirin.
  © HAWAR NET 2010  Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

SLi gorî nûçeya ANF'ê, polîsên Fransiz îro danê sibê zû li Strasbourgê bi ser mala bavê xebatkara ROJ TV'ê Nesrin Arslan de girt. Hat zanîn ku serdegirtin di çarçoveya lêpirsîna Roj Tv de hatiye pêkanîn, polîs li malê geriyan û bav û birayê Arslanê binçav kirin. 

Li paytext Parîsê jî saet 05.30’ê xebatkara berê ya ROJ TV'ê Zeynep Gelaş ji mala xwe hate binçavkirin.

Berî çend rojan, ji aliyê polîsên Belçîkayê ve çend bajarên bi hevdemî operasyonek li dijî nûnergeha BDP'ê û Roj Tv û gelek cihan hatibû pêkanîn.

Di serdegirtinan de 22 kes hatibûn binçavkirin, ji vana 14 hatibûn berdan û Remzî Kartal û Zubeyir Aydar jî di nav de 8 kes hatibûn girtin(servîsa nûçeyên rojevê)

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment