Friday, March 19, 2010

PAJK'ê Newroz pîroz kir



19.03.2010

Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê PAJK'ê jî bi peyameke nivîskî Newroza gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. Dîsa, Yekitiya Gaziyên Kurdistanê jî, Newroza 2010'an, wekî fînala meşa azadiya gelê kurd bi nav kir.
PAJK'êdi peyama xwe de cejna gelê kurd, bi taybetî jî cejna azadî û berxwedanê ya jin û zarokên kurd pîroz kir.
PAJK'ê anî ziman ku Newroz navê roja serkeftina berxwedanê ye û got: "Newroz di heman demê de, cejna berxwedan û serhildana li hemberî çanda tecawizê û sîstema serdestiya zilam ya 5 hezar salî ye." Peyama PAJK'ê wiha dewam dike:"Rêber Apo bi têkoşîna xwe her roja me veguherandiye Newrozê. Agirê Newrozê, ku sembolê berxwedana çanda me ye, hertim zindî hiştiye û geş kiriye. Êdî li Kurdistanê hemû roj, bi Newrozî derbas dibin. Em di vê pêvajoya dîrokî de Newrozê pîroz dikin. Zîhniyeta komkujîhez li hemû deveran li hemberî kurdan êrîşan pêk tîne. Li dijî planên tesfiyeyê, bi Newroza 2010'an, emê peyama 'wê jiyana azad bi ser bikeve', bidin."
PAJK'ê bi bîr xist ku jinên kurd bi slogana 'Azadiya Ocalan, azadiya jinê ye' qadên pîrozbahiyê tijî dikin û got: "Jinên kurd, wê berxwedana 8'ê adarê, bi Newrozê xurtir bikin".
PAJK'ê anî ziman ku Newroz ji bo yekitiya netewî û biratiya gelan jî xwedî wateyeke girîng e û dûre jî ji gelê kurd, hemû jin û derdorên demokratîk xwest ku agirê Newrozê geştir bikin. Yekitiya Gaziyên Kurdistanê jî, Newroza gelê kurd pîroz kir. Yekitiya Gaziyan anî ziman ku Newroza 2010'an, meşa fînalê ya Têkoşîna Azadiyê ya gelê kurd e û bi vê bîr û baweriyê Newroza 2010'an pîroz kir.

No comments:

Post a Comment