Wednesday, March 17, 2010

Li Çewlik, Cizîr, Erdîş, Qamişlo, Heleb û Kubanê komkujiya Helebçe hate şermezar kirin

helebce_enqere

10-03-17

Li Çewlikê, Cizîrê, Erdîşê û Qamişloyê jî di 22.salvegera Komkujiya Helebçe de, bi çalakiyan kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn û banga xurtkirina têkoşîna azadiyê hate kirin.

Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê û Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Cizîrê, merasîmek bîranînê li dar xist ku endam û rêveberên BDP'ê, nûnerên KURDÎ-DER û TZP Kurdi jî di navde, bi sedan kes tê de amade bûn.

Di bîranînê de sînevîzyon û wêneyên komkujiyê hatin pêşandan û piştre Şanoya Birca Belek, skeça komkujiya Helepçeyê leyîst ku bi baldarî hate temaşe kirin.

Li Çewlîkê jî BDP, Egîtîm Sen û ÎHD'ê li Şaxa Egîtîm Sen'ê bi panêlek hevpeş komkujiya Helebçeyê şermezar kirin.

Di panelê de endama Koma Çareseriya Aştî û Demokrasiyê Gulbahar Çîçekçî jî di axaftina xwe de bibîr anî ku di serdema Seddam Hiseyn de, ji 100 hezarî bêhtir kurd bûne hedefa êrîşan û jiyana xwe ji dest dan.

Li Erdîşê jî li ser komkujiyên Helepçe û Qamişlo panelek hate lidarxistin.
Di panelê de Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û Serokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Cuneyt Canîş beşdarî panelê bûn.
Axaftvanan kom kujî şermezar kirin û xwestin komkujiyên li ser gelê kurd bi dawî bibin.

Li Başûr-Rojavayê Kurdistanê jî Helebçe hate şermezar kirin

Gelê Kurd li Başûr-Rojavayê Kurdistanê jî bi hejmarek çalakî, komkujiya Helebçe şermezar kir.

Doh li Qamişlo gel li hev kom bû û di 22.salvegera wê de, komkujiya Helebçe kû di encama kîmyabarana rejîma BAAS ya 16ê Adarê de nêzîkî 5 hezar kurd jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û kesên di tevkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.

Li aliyê din, hêzên Îstîxbarata Sûriyê rê zanîngeha Helebê dorpêş kir û rê li çalakiyên xwendekarên Kurd yên ji bo şermezarkirina tevkujiya Helebçeyê girt.

Hate ragihandin ku hêzên rejîma Sûrî her weha, li ser israra xwendekarên kurd ya pêkanîna çalakiyê, hejmarek xwendekar xistiye binçavan û xwendekarên endamê BEAS jî di vê navberê de xwendekarên Kurd tehdîd kirine ku heger ew çalakiyan bikin, ew dê ji dibistanê bêne avêtin.

Lê tevî dorpêçkirina hêzên rejîma Sûriyê jî, li taxên Kurdan Eşrefiyê û Şêx Meqsûd yên Helebê, li bajarê Kubanê gel dakete kolanan û bi çalakiyên cur be cur komkujî şermezar kirin.

No comments:

Post a Comment