Saturday, March 13, 2010

HPG: Divê Sûriye serhildana Qamişloyê baş binirxîne



13/03/2010


Hêzên Parastina Gel (HPG) bi boneya 6’emîn salvegera qetlîama Qamişloyê daxuyanî da û kesên ku di vê qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz bi bîr anî û wiha got: “Divê di serî de pergala Sûriyeyê ya dagirker û hemû dagirker serhildana Qamişloyê ya 12’ê adarê baş binirxînin û encamên rast derxin.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi boneya salvegera serhildana Qamişloyê ya 12’ê adara 2004’an daxuyaniyek da û kesên ku di vê qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got divê Sûriye û dewletên dagirker vê serhildanê baş binirxînin.
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: “Em di 7’emîn salvegera qetlîama Qamişloyê kesên ji aliyê rejima faşîst û komkujer a Baasê hatibu qetilkirin bi bîr tînin û kesên ku di vê qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi rêz bi bîr tînin û em diyar dikin ku emê bi bilindkirina têkoşîna azadiya gelê ya xeta Rêber Apo ve bersiv bidin.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi salane gelê kurd û ereb bi hev re dijîn û rejima Baasê dixwaze gelan bîne li hember hev û li hember gelê kurd qetlîaman pêk bîne û wiha hate gotin: “Li hember gelê kurd serî pêkanînên wekî zext û qetlîmanan didin. Ji qetlîamên Geliyê Zîlanê heta Dêrsimê, Koçgiriyê û Helepçeyê ji xwe re ders girtine û dixwazin bi hewldanên wekî; Sînemaya Amûdê û Qamişloyê ve dixwazin gelê kurd tune bikin. Lê gelê başûrêrojavayê Kurdistanê li hember polîtîkayên înkar û îmhayê ji bo parastina nasnameya xwe têkoşiyane û li ser esasê biratiya gelan li hember pargala serdest serî rakirine.”
Hat gotin ku piştî ku PKK’ê li Rojhilata Navîn bandora xwe zêdekiriye gelê li vir bi sempatî nîşanî Tevgera Azadiyê dane û hezaran ciwanên kurd di nav refên gerîla de cih girtine û bi vê sekna xwe ve ji bo perçeyên din bûne mînak. HPG’ê da zanîn ku divê di serî de pergala Sûriyeyê ya dagirker û hemû dewletên dagirker ji Serhildana Qamişloyê baş binirxînin encamê jê derxin û wiha hate gotin: “Gelê tu polîtîkaya îmhayê ku li hember kurdan pêk hatiye bêhesab nehiştiye. Em di salvegera Serhildana Qamişloyê de şehîdên xwe careke din bi rêz bi bîr tînin û em soz didin wan ku emê li hember êrîşên îmhayê ji ku derê û çawa tê bila bê emê gelê xwe biparêzin.”BEHDİNAN/ANF

No comments:

Post a Comment