Saturday, March 13, 2010

Nasnameyên 6 gerîlayên şehîd hatin aşkerakirin



Nasnameyên 6 gerîlayên PKK’ê ku di salên 1992-1999’an de jiyana xwe ji dest dane hatin aşkerakirin.
Komîteya Şehîdan a Koma Civakên Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên gerîlayan aşkera kir û ji bo malbatên şehîdan sersaxî xwest. Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin: “Divê bê zanîn ku ji bo êşên dayikên Kurdistanê bi dawî bibe û li welatê me jiyaneke azad û bi rûmet pêk bê em ê di bin hemû şert û mercan de bi terzeke fedaî û bi bibiryarî têbikoşin û têkoşînê bilindtir bikin.”
Di daxuyaniyê de der barê nasnameyên 6 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane de ev agahî hatin dayîn: “Karker Pîro (Aydin Demîr) ê di 1976’an de li gundê Koço yê bi ser navçeya Giyadîna Agiriyê ji dayik bûye û li Geverê di 19’ê nîsana 1995’an de jiyana xwe ji dest daye. Sîpan (Îlhamî Taşkin) ê di 1970’an de li gundê Taşkin ê bi ser navçeya Patnosa Agiriyê ji dayik bûye û li Çewlikê di 3’yê îlona 1993’yan jiyana xwe ji dest daye. Harûn (M. Nezîr Şîmşek) ê di 1964’an de li navçeya Eleşkîrta Agiriyê ji dayik bûye û di 14’ê çileya 1992’yan le Simbalayê jiyana xwe dest daye. Yilmaz (Îkram Polat) ê di 1978’an de li naveçaya Patnosa Agiriyê ji dayik bûye û di 5’ê hezîrana 1999’an de li gundê Agverena bi ser navçeya Tercana Erziromê jiyana xwe ji dest daye. Mûsa (Kemal Durmuş) ê di 1969’an de li gundê Gelutaya bi ser Hamura Agiriyê ji dayik bûye û di 1’ê nîsana 1994’an de li Tendurekê jiyana xwe ji dest daye. Mahîr (Musa Kaya) ê di 1974’an de li gundê Xoşhabera Îdirê ji dayik bûye û di 1995’an de li herêma Şehîdan a Zagrosê jiyana xwe ji dest daye.” BEHDÎNAN - ANF

No comments:

Post a Comment