Friday, March 12, 2010

Dijminahiya Ereban; Naxwazin Kurdek bibe serokkomar!


HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Dijminatiya Erbena hember kurdan dîsa di rojevê de ye.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Lîsteya El-Iraqiye ku ji derdorên baasiyan e, di rêza duyemîn de û kurd bi giştî di rêza sêyemîn de ne. Li gorî encamên ne fermî di hilbijartinên ku 7’ê adarê lîsteya Nûrî El-Malikî bi girtina 9 parêzgehan dengên herî zêde girtine. Lîsteya El-Iraqiye ku Eyad Elawî û Cîgirê Celal Talabanî Tariq Haşimî serkêşiya wê dikin di rêza duyemîn de ne. Ev lîste lîsteya ku herî nêzîkî Baasiyan e. Bi giştî kurd di rêza sêyemîn de ne. Li gorî agahiyan, kurdan Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Kerkûk girtine. Lîsteya Tifaqa Kurdistanê ku li Kurdistanê yekemîn e, Hewlêr û Dihok girtiye, lê li Mûsil û Silêmanî dûyemîn e. Goran jî li Kurdistanê lîsteya duyemîn e.

Yek ji serkêşên Lîsteya El-Iraqiye ku di hilbijartinê de mîna lîsteya dûyem dixuye, Tariq Haşimî di daxuyaniyekê de diyar kir ku divê Serokomar ereb be. Haşim got; “Ji ber ku Iraq welatekî ereban e, divê Serokomar jî ereb be.” Ev daxuyanî ji aliyê kurd û demokratan ve wekî parastina şovenîzma ereban û kevneşopiya rejîma Baasê hat nirxandin.

Li gor çavdêrên siyasî egera wê yekê xurt e ku serokê hikûmetê bo şîeyan, posta serokkomariyê bo kurdan, posta serokê parlamento û cîgirê serokê parlamentoyê jî bo sunneyan bibin.

Cihê amajepêkirinê ye, serokkomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Celal Talebanî çar lîsteyên sereke yên beşdarbûyî di hilbijartina Iraqê de daxwaz ji wî kirine ku careke din xwe bo posta serokatiya komar namzet bike.

Nijadperestên Ereb Naxwazin Kurd Bibe Serokkomar

Serokatiya Herêma Kurdistanê girêdan û rêzgirtina xwe ya beramber destûra Serokatiya Herêma Kurdistanê, Destûra Bingehîn a Iraqê û beramber hemû gel û pêkhateyên Iraqê dupat kir.

Di vî warî de, serokatiya herêmê bi daxwyaniyekê ragehand: "Niha rola gelê Kurdistanê yeksan e ligel hemû hevwelatiyên din yên Iraqî. Gel û pêkhateyên Iraqê niha bo serketina pêvajoya hilbijartinê ahengan lidar dixin û ji encamên hilbijartinan dilaram in; lê li Bexdayê hinek serkirdeyên partiyên siyasî ji nû ve, dîsa, ketine nav nîqaşên redkirina destûra Iraqê ku ew destûra han li ser pêvajoya demokratîk a Iraqê ya nû hatiye derxistin, li ser bingeha yeksaniyê di navbera gelên Iraqê de û li ser lihevhatinekê di navbera her dû gelên serekî Kurd û Ereb û pêkhateyên din yên Iraqê de hatiye damezrandin."


Di daxwiyaniya Serokatiya Herêmê de wiha tê gotin: "Gotûbêjkirina bîrûboçûnên nijadperestî û tawanbariyên bo gelê Kurd dikin; ji bilî wêrankirin û kambaxiyê tu tiştekê din dest nîşan nake. Di Destûra Bingehîn a Iraqê de nasname, şêwazê pergala rêvebiriyê, peywir û mafên hevwelatiyan têde zelal û eşkere ye; tu cûdahî di navbera gel û pêkhateyên Iraqê de nehatiye kirin. Ji ber vêna Serokatiya Herêma Kurdistanê girêdan û rêzgirtina xwe, li beramber lihevhatin û dostatiya Kurd û Ereb û hemû gel û pêkhateyên Iraqê dûpat dike. Daxwiyaniyên nijadperestî binpêkirina destûra federalî ya Iraqê û binpêkirina bingehên demokrasiyê ye."

Derbarê hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê de jî daxwiyanî wiha didome: "Wek tê zanîn li gor destûra bingehîn, her hevwelatiyekî Iraqî mafê wî/wê heye ku bibe berendamê postê serokkomariyê yan jî postekî din dest. (servîsa nûçeyên rojevê)
© HAWAR NT 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin a

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment