Thursday, March 11, 2010

"Min Dît" li Stenbolê xwe diceribîne


11/03/2010 

Rawîn STERK - STENBOL/ANF

Di 29’emîn Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê de ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê ve tê organîzekirin fîlmê Miraz Bêzar ê bi navê ‘Min Dît’ dê ji bo xelata Laleya Zêrîn xwe biceribîne. Çavdêr ‘Mîn Dît’ nêzî xelatê dibînin.
29’emîn Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê di navbera 8-13’ê nîsanê de deriyên xwe li ber sînemahezan vedike. Di beşa ‘fîlmên neteweyî’ de 11 fîlm dê ji bo xelata Laleya Zêrîn bikevin nava pêşbirkê. Fîlmê Miraz Bêzar ê bi navê ‘Min Dît’ ku di Mîhrîcana Fîlmên a Portaqala Zêrîn a Antalyayê bûbû sedemê nîqaşên berfireh, yek ji wan fîlmên e. Mijara fîlmê ‘Min Dît’ qetilkirine bi destê JÎTEM’ê pêk hatiye ye. 
Sînemahez ligel fîlmên tevli pêşbirkê bûnê, dê şaheserên sala 2009-2010’ê jî ku 22 kateqoriyan de 57 welatan 200’î zêdetir fîlm tê de cih digirin bikaribin temaşe bikin. Ligel Wezareta Çand û Turîzmê, Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Şaredariya Beyogluya Stenbolê jî piştgiriyê didin vê mîhrîcanê. Mîhrîcan dê bi merasîma ku dê 2’ê nîsanê li Qesra Pêşangeh û Konreyê ya Lutfî Kirdar pê bê, dest pê bike.

‘MIN DÎT’ BI ÎDIA YE
Bi sedan fîlmên xwecihî û biyanî dê di vê mîhrîcanê de pêşkêşî sînemahezan bêne kirin. Di nava 11 fîlmên dê ji bo Laleya Zêrîn bikevin pêşbirkê de, fîlmê Miraz Bêzar a bi navê ‘Min Dît’ jî heye. Pisporên sînemayê ‘Min Dît’ yek ji çar fîlmên bi îdia qebûl dikin. Xelata Laleya Zêrîn ji îsal şûnde dê bi memesta bîranîna Şakîr Eczacibaşi bê dayîn.
Her wiha xwediyên xelatên rûmeyê yên îsal jî hatine destnîşankirin. Kadîr Înanir, Mevlut Koçak û Feyzî Tuna îsal dê xelatên rûmetê yên mîhrîcanê bigirin.
Di pêşbirka fîlmê herî baş de her wiha xelatên lîstikvana jin a herî baş, listikvanê zilam ê herî baş, senaryoya herî baş, derhenerê dîmenan ê herî baş û mûzîka herî baş jî bêne belavkirin.

No comments:

Post a Comment