Monday, March 15, 2010

PJAK:Îran dixwaze tevgera me reş û terorîze bike



10-03-15

pjak_kordinasyon

Di derbarê rewşa dawî ya siyasî ya Îran û rojhilatê Kurdistan û wê hemleya berfireh a ku rejîma Îran dij bi gelê kurd û tevgera azadîxwaziya gelê kurd daye destpêkirin, kordînasiyona partiya jiyana Azadiya Kurdistanê PJAKê daxuyaniyek giring belav kir.

Kordînasiyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK di daxuyaniya xwe de dibêje:
" Xebat û têkoşîna azadîxwaziya gelê kurd bi qehremaniya şehîdan û bi berxwedaneke dîrokî û pêşengiya Rêber Apo û bi tevgera azadîxwaziya gelê Kurd giheştiye astekê ku gelê Kurd ji herdem û wextê bêtir nêzîkî azadî û mafê xwe yê rewa bûye. Li himberî wan dujmin û neyarên gelê me yên ku li hemû cîhanê ji bo tasfiyekirin û ji navbirina gelê me di nava hewldaneke pîlangeriyê de ne, gelê me li hemû aliyên Kurdistanê li tevgera xwe ya azadîxwaziyê xwedî derdikeve.

Jixwe ev pîlan û dekên van hêzên biyanî ji aliyê gelê me ve baş têne naskirin û zanîn, ji ber ku çi dema gelê me li Kurdistanê pêşketinekê di warê neteweyî de pêkbîne, ev hêz dikevin tevgerê û bi tûndî êrîşî ser tevgerê dikin û dixwazin kar û xebatê asteng bikin."

Kordînasiyona PJAK îşaret bi wê rastiya pêşbîniya tevgera azadîxwaziya Kurdistanê ya ji bo sala 2010 an kir ku rast derketiye û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe:

"Bi tenê me texmîn dikir ku ew ê gelê kurd bi êrîşeke berfireh re rûbirû bimîne. Bi taybetî jî êrîşa dewletên Rojava, wek mînak ew êrîşa ku ji aliyê Dewleta Beljîkayê ve hate ser kanala telefizyona Roj Tv û siyasetmedarên kurd, hemû ev êrîş nîşana hewldana tasfiyekirina tevgera gelê kurd e. Di 6 adarê de hêzên polîsên Alman, serokê partiya me Heval Hecî Ehmedî bi sedeme hîç û pûç desteserkirin. Pişt re ji aliyê wezareta karê derve yê îranê ve, bi awayekî fermî dawa li Almanyayê ji bo radestkirina serokê partiya me hate kirin."

PJAK pîlan û armancên rejîma Îranê aşkere dike û dibêje: Ji ber ku ev daxwaza Îran ji aliyê dewleta Almanyayê ve nehate pejirandin, niha dewleta Îranê dest bi hewldaneke berfireh a propoxandayê kiriye û careke din daxwaz li dewleta Almanyayê kiriye ku serokê Partiya me radestî rejîma Îranê bike. Li ser vî esasî ji aliyekî de bang li sefîrê Almanyayê dike û li aliyekî din jî, propogandaya reşkirinê li dijî tevgera me dixe dewreyê û dixwaze tevgera me terorîze bike. Rejîma Îranê di van propoxandayan de wek ku aliyê zulimlêkirî ew be tevdigere û dixwaze gelên Îranê li dijî partiya me sor bike. Rejîma Îslamî ya Îranê di çarçoveya van propoxandayên xwe yên bêbingeh de dixwaze tevgera me wek amûr, hêzeke kirêgirtê rojava nîşan bide. Bi taybetî jî roja înaya 12 adarê û di dema xutbeyê de, li piraniya bajaran û bi rêya meleyên camiyan û bi taybetî jî bi rêya hinek meleyên xwefiroş ên kurd, dozaja propoxandaya derew û bê bingeh li Camiyan gihand asteke berz. Di heman rojê de li dijî tevgera azadîxwaziya gelê me hewldanên komkirina îmzeyan hatin organîzekirin.

"Gelê Kurd nabe maşeya siyaset û çekdarê çi aliyan û dest ji mafên xwe jî bernade"

PJAK`ê bibîr anî ku ne cara yekê ye ku propagandayên bi vî awayî yên reşkirina aliyên muxalif û opozîsyon tê kirin û got:
"Dîroka Komara Îslamî bi buyerên weha tije ye. Karbidestên rejîmê gelek caran, ji bo tasfîyekirin û ne rewa nîşandana aliyên muxalif û ji bo meşrû nîşandana kiryarên xwe yên dijmirovane, di bin navê şerê li dij kafiran de, serî li heman şêwazan dane."

PJAK`ê di derbarê kampanya reşkirinê ya ku dewletê li hember wan daye destpêkirin de weha got:
"Dibe ku li Îranê hin alî û kesayetîyên girêdayî rojava hebin û dewletên rojava hewl didin mudaxeleyî karê hundir yê Îranê dikin. Lê nikare bête qebûlkirin jî ku hemû alyên azadîxwaz wekî bikirêgirtiyên rojava bêne dîtin û daxwazên wan yên azadîxwaz neyêne dîtin."

PJAK`ê ev nêzîkahiya rejîmê wekî fêlbaziyeke siyasî bi nav kir û bibîr anî ku van siyasetan gelek kesên ku di rastiyê de dilsozên Îranê ne jî, ber bi siaysetên rojava ve birine û got:
"Çawa di dîroka Komara Îslamî ya Îranê de jî derketiye holê, nêzîkahiyên bi vî rengî, belkî ji bo demekê dengê azadîxwaz yê gelan birî be, lê nekariye bi temamî serkut bike, çareseriyek mayînde derneketiye holê, lê pirsgirêk girantir û kûrtir kirine."

PJAK`ê rejîma Îranê hişyar kir ku dest ji siyasetên xwe yên tasfîyekirinê bikişîne û weha berdewam kir:
"Divê Îran baş bibîrbîne ku heger ev şêwe helwest çareserî bûaa, paş tasfîyekirina tevgerên din yên Kurd li Rohjilatê Kurdistanê, tevgereke din ya nû serî hilnedida. Lê ev siyasetên rejîmê, ne tenê tevger bi dawî kir, çawa tê dîtin jî, bi rêbertiya partiya me PJAK`ê li ser riya felsefe û îdeolojiya Rêber Apo, tevgerek modern, xurt û serbixwe ya ya gelê me derkete holê, her ku diçe bihêztir dibe û xwe wek erkdarê demokratîzekirina Îranê dizane."

PJAK`ê îdîayên rejîmê ku goya ew bi hêzên rojava ve girêdayîne jî red kirin û got, em pişta xwe tenê bi hêza xweser ya gelê xwe girêdidin û weha got:
"Em bi îradeya xwe ya azad siyasetek serbixwe birêve dibin. Partiya me ji ber ku hemû hawsengîya siyasî ya hêzên derve, her weha siyaset û pîlangeriyên komara Îslamî li Rojhilatê Kurdistanê vala derxistine, hem Rejîma Îranê û hem jî Amerîkayê partiya me xistiye nav lîsteyên xwe yên goya rêxistinên terorîst. Ev yek ji aliyekî ve asta bêwatebûna têgeha wan ya terorîzmê ye û ji aliyê din ve jî heqîqet û mafdariya têkoşîna me piştrast dike."

Kordînasyona PJAK`ê her weha daxuyankirin ku hîç hêz û aliyek bi çi awa û projeyan nikare rêbaza zelal ya tevgera wan reş nîşan bide û got:

"Kurd, êdî ne Kurdên berê ne. Li ser esasê hemû ezmûn û tecrûbeyên dîrokî, siyaset û pîlanên hêzên dijminane vala derdixin, ew ti caran nabin maşeyên siyaset û çekdarên ti aliyan û her weha ji mafên xwe yên rewa jî tawîzan nadin."

"Divê gelê me bi hestiyariya giringiya vê qonaxê tevbigere"

PJAK destnîşan dike ku di bihara 2009 a li ser banga KCKê, PJAKê qonaxa bêçalekiyan da destpêkirin û dibêje: "Ew rejîm bû ku bi pêşxistina alozî û dardakirina ciwanên kurd û operasiyona serbazî, siyaseta şerxwaz û dijminayetî pêşxist. Diviyabû rejîma îranê heta niha têgeheştibûya ku em dibin her halûmercê de jî li hemberî hemû êrîşan bêdeng namane û manînin jî. Partiya me ji bo rê li pêşiya dijwariyan bigire, gelek caran biberpirsiyariyetiyeke siyasî asta şer û pêvcûnên û çalakiyên gerîlla, bi taybetî di qona dawî de li Mako û Xoyê Û Urmiye û li gelek ciyên din, di çapemeniyê de ranegihand."

PJAK, heldanên rejîma Îranê ji bo terorîzekirin û ferzkirina vê etîketê li ser tekoşîna azadîxwaz û demokrat û rewa ya gelê kurd, bi taybetî di mizgeftên ku saziyên dîne jî, wek hewldaneke metirsîdar dibîne. Wek biryardayinekê ji bo pêkanîna qetlîam û enfaleke nû li ser gelê kurd dibîne. Kordînasiyona PJAK, di vê derbarê de dibêje:

"Ti êrîşên bi vî rengî nikarin pêşiya tevgera me ya azadîxwaz û rewa bigirin. Û li hemberî her cure êrîş û pîlangeriyek, em ê gel û tevgera xwe biparêzin. Divê rejîma Îran partiya me û hîç hêzeke din nede berhevdu, û wisa fam neke ku radestkirina serokê Partiya me ji aliyê hêzên rojava ve, dikare gelê me bêdeng bike û têkoşîna me asteng bike. "

PJAK encamên pîlabngeriya 15 sibatê tîne bîra Îranê û dibêje: "Divê komara îslamî tecrûbeya pêwist ji radestkirina Rêberê gelê kurd Apo a ji aliyê Îsraîlê ve werbigire û baş bizanibe ku, pîlangeriyên bi vî rengî astengiyan li hemberî têkoşîn û xebata me bike û dê rewşeke berevaciya vê derkeve holê."

Herwiha PJAK bangaweziyê li rayedarên komara Îslamî ya Îranê dike û dibêje:

"Sala 2010 nekin sala şîdet û pêvçûn û şerê. Bi van kiryaran Îranê nexin nava talûkeyan û tevlî pîlana tasfiyekar a hêzên navneteweyî û hêzên dijbigelê kurd nebin."

Her wiha PJAK bang li gelê me yê rojhilat dike û daxwazê ji wan dike ku bi taybetî talokeya di vê merheleyê de bibînin û xwe li hemberî hemû rewşên dijawar amade bikin û tedbîrên pêwist ji bo xweparastinê werbigirin. PJAK bang li ciwanan kir ku bi rengekî berfireh tevlî nava refên gerîla bibin. Û da ku karibin ji bo parastina gel û bi destxistina azadiya rastîn, bibin bersiv.

Di dawiyê de Kordînasiyona PJAK dibêje: "Gelê kurd ê musilman bi hemû mezhebên xwe ve, pêwist e bi têgeheştineke rast a li îslam û welatparêzî û bi hevgirtineke xurt li hemberî siyaseta taswiyekarî, û fermana enfaleke nû li ser gelê kurd û xwe birêxistin bike û bibe xwedî helwest. Di her şert û mercekî de divê karibe xwe biparêze. Di heman demê de divê li hemberî têgehên kirêgirtiyan, hinek kesên ku bi navên zanyên dînî û ayînî tevdigerin helwest bigirin û xebata pêwist jî bi meşînin."

No comments:

Post a Comment