Sunday, March 14, 2010

Gavek pêş de 2 gav paş de; Em li meclîsê mixetaban dixwazin


AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Wezîrê hikmueta AKP a dûrû, Atalay vê carê jî gavek pêşde avêt.
© HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Wezîre Karên Hundir Beşîr Atalaya dewleta Tirk a dagirker, diyar kir ku pêvajoya "pêşîlêvekirina demokratîk" didome û bêyî ku navê BDP'ê bide got: "Kesê bi rastî dibêje 'Muhatab ezim, ne tu kesekî din e' û me hewalekî cihekî din neke lazim e. Em girîngiyê didin muhatabê hundirê meclîsê."

Platforma Abantê ya bi navê "Demokratîkbûna ji bo lihevhatina civakek nû" li Otela Rîxosê pêk hat. Di civînê de ligel Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Numan Kurtulmuş, Serokê Giştî yê BBP Yalçin Topçu, parlementer, akademîsyen û gelek rojnamevan amade bûn. Wezîrê Karên Hundir Atalay, di civîna Abantê ku "Pêşîlêvekirina Demokratîk" hate niqaşkirin de axivî û wiha got: "Teror dê xilas bibe. Tirkiye ne Tirkiyeya berê ye. Welacên cîran jî êdî piştgiriyê wekî berê piştgiriyê nadin terorê. Em dixwazin hebû pirsgirêk li gorî demokrasiyê çareser bibe. Em lihevhatina di meclîsê de girîng dibînin. Serokê me Erdogan berîya ku DTP bê girtin bi Serokê wê re hat cem hev. Em dixwazin ku kesekî dibêje 'Muhatab ezim, ne kesekî din e" derkeve pêşberî me. Divê me neşîne ber deriyê kesekî din. Em pir girîngiyê didin muhatabê nava meclîsê yê meşrû." (servîsa nûçeyên rojevê)
© HAWAR NT 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin a

© HAWAR NET 2010

No comments:

Post a Comment