Sunday, January 31, 2010

Îranê Qendîl topebaran kir



30/01/2010


Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin duh serê sibehê saet di 08:00’an de herêma Qendîlê bi topan hate bombebarankirin. Artêşa Îranê bêhtir herêmên Zelê, Şehîd Harun, Şehîd Ayhan, Meredo û Suredê bombebaran kir. Her wiha êrîş li hemberî zozanên li wan hêrêman jî pêk hat. Hate hînbûn ku ev êrîşa herî mezin ên demên dawî ye.
Li aliyê din Artêşa Tirk jî herêma Zapê bi topan bombebaran kir. Navenda Ragihandinê ya Hêzên parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşa Tirk li hemberî herêmên Gira Dojehê ya Zapê, gundê Êlê û Dola Şivê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus û hewanan bombebaran kir. QENDÎL - BEHDÎNAN - ANF

Kurd li welatê xwe perwerdeyê nabînin

31/01/2010

Çetîn ALTUN - AMED

Li bajarê Kolnê yê Almanyayê piştî serîlêdana kurdan daxwaza kurdan a perwerdehiya kurdî ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ve hat pejirandin û zarokên kurd li Almanyayê dê li dibistanan perwerdehiya kurdî bibînin. Lê li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê kurdî nayê pejirandin û hikûmeta AKP’ê di daxuyaniyên xwe de bi awayekî tund dibêjin ne mimkûn e bi kurdî perwerdehî bê dayîn.
Li gorî nûçeya ANF’ê Wezîrê Perwerdehiyê yê eyaleta Nordrhein Westfalen Barbara Sommer der barê perwerdehiya zimanê zikmakî de ev tişt gotin: “Eger zarokek bi zimanê xwe yê zikmakî biaxave û li ba vê bi wî zimanî binivîse dê di pêşerojê de serketîtir be. Pirzimanî dewlemendiyeke çandî ye û kurewîbûna Ewropayê îfade dike.” Li Kolnê piştî serîlêdana kurdan, bi awayekî fermî perwerdehiya bi kurdî hat pejirandin. Mamosteyê zimanê kurdî Mahmut Akbayir dê li Dibistana Seretayî ya Katolîk rojên duşemê perwerdehiya ziman bide û eger serîlêdan zêde bibin kurd dê li tevahiya Almanyayê bi zimanê xwe perwerde bibin.
Li Tirkiyeyê hê jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî pirsgirêkekê didome. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, endamê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Servet Denîz û Cîgirê Serokê Kurdî Derê Sabahattîn Gultekîn gotin ku destûrnedayîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî, li hemberî kurdan domandina polîtîkaya asîmîlasyonê ya 80 salan e.

‘POLÎTÎKA DÊ TÊK BIÇIN’
Samî Tan anî ziman ku ramana Tirkiyeyê ya der barê perwerdehiyê de tê zanîn û rayedarên Tirkiyeyê jî baş dizanin ku netewebûn bi ziman pêk tê û Tan der barê mijarê de ev tişt gotin: “Rêveberiya Tirkiyeyê tu caran dev ji armanca pişaftinê bernedaye. Bi salan e vê armancê dimeşînin lê niha hinekî reng guhertine. 80 sal in bi vî rengî dixebitin û naxwazin kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ji ber ku ger zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê demê polîtîkayên wan dê têk biçin.” Tan bi lêv kir ku AKP niha polîtîkayên pişaftinê yên nerm dimeşîne û di vê pişaftinê de jî umetbûnê derdixe pêş. Tan mînaka TRT 6’ê da û wiha got: “Niha di TRT 6’ê de bi bernameyên olî propagandaya xwe dikin. Dixwazin bi ol û polîtîkayên nerm tesîrê li ser kurdan bikin.”
Samî Tan anî ziman ku biryara Almanyayê tiştekî erenî ye û divê kurd li vê biryarê xwedî derkevin. Tan got ku ji bo kurdan şermek e ku bi kurdî perwerde nabînin û ev tişt gotin: “Ji bo me kurdan bi zimanê xwe perwerde nedîtin şermeke mezin e û divê em xwe ji vê şermê xilas bikin. Kurd li ku derê dibin bila bibin divê daxwaza perwerdehiya bi zimanê xwe bikin. Bang li saziyên kurd yên Ewropayê, Tirkiyê û welatên din dikim ku perwerdehiya zimanê xwe bixwazin. Divê em bi xebat û rêxistinbûyîna xwe zorê bidin Tirkiyeyê. Eger em polîtîkayên asîmîlasyonê pûç nekin em bi ser nakevin.”

‘ARMANC PIŞAFTIN E’
Endamê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Servet Denîz jî nêzîkahiya perwerdehiyê ya Tirkiyeyê wekî pişaftinê bi nav kir û Denîz ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê bi polîtîkayên pişaftinê hişmendiya şovenîst û li dijî gelan tê meşandin. Nêzîkahiya li hemberî kurdan jî wiha bû. Kêmahiyên çi ji Qafqasyayê hatibin çi ji Balkanan hatibin di nav xwe de bi awayekî helandin û niha ew xwe wekî tirk dibînin. Ev polîtîka li hemberî kurdan heta derekê bi ser ket lê bi giştî bi ser neket.” Denîz gotinên Ahmet Necdet Sezer û Denîz Baykal ên der barê netewebûnê de bi bîr xistin û wiha got: “Sezer û Baykal demekê digotin hê me netewebûna xwe temam nekiriye. Wateya vê çi ye? ‘Me kurd tev asîmîle nekirin.’ Nêzîkahiya Tirkiyeyê ya perwerdehiyê ev e. Yanî armanca sereke ya perwerdehiyê ne pêşxistina civakê û zanistê ye.”
Servet Denîz mafê perwerdehiyê wekî mafekî xwezayî bi nav kir û wiha got: “Li tu dera dinyayê gelekî ji mafê xwe yê bingehîn bêpar bûbe tune. Ev jî ziman e, çand e û perwerdehî ye. Li welatên demokratîk çend kes bin jî piştî daxwaz bên kirin ev yek pêk tê. Di vir de hişmendî çi ye, ew kes ji bo wî welatî dixebite, keda xwe dide peywira xwe ya welatiyê tîne cih, wê demê dewlet jî mecbûr e daxwazên wî bîne cih. Tiştê Tirkiye nake ev e, kurd peywira xwe ya welatîbûnê tînin cih lê dewlet nayne cih.”

‘PERWERDEHÎ ÎDELOJÎK E’
Denîz bi lêv kir ku perwerdehî tenê ne hînkirina tîpan e, perwerdehî karekî îdeolojik e û Denîz wiha pê de çû: “Armancên perwerdehiyê yên civakî, aborî û îdeolojîk hene. Armanca civakî parastina pergala civakî ya heyî, armanca îdeolojîk parastina îdeolojiya heyî. Tirkiye çima ji bilî tirkî destûra perwerdehiya zimanên din nade? Ji ber ku naxwaze îdeolojiya heyî deşîfre bibe. Eger perwerdehiya bi zimanê kurdî bê pejirandin wê demê kurd dê îdelojiyê û pergala civakî ya heyî lêpirsîn bikin. Pergaleke ku li ser derew û asîmîlasyonê hatibe avakirin wê demê dê hilweşe. Pergaleke pûç e, rizyayî ye û mecbûr e hilweşe.” Denîz diyar kir ku îro jî pergala asîmîlasyon û şovenîst bi destê AKP’ê tê domandin. Denîz wiha behsa sedema daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya kurdan kir: “Em çima perwerdehiya ziman dixwazin? Ji ber ku ji bo me xwebûn e. Ez jiyaneke bi kurdî nejîm, çandeke bi kurdî nejîm, kurdî neaxivim wê demê tu menaya kurdbûna min namîne. Ji bo me bi kurdî perwerdehî girîng e û tiştekî jêneger e. Armanc duh jî pişaftin bû îro jî pişaftin e. Ev polîtîka deşîfre bûne û êdî kurd vê yekê qebûl nakin. Daxwaziya me perwerdehiya bi zimanê kurdî ye.” Denîz biryara Almanyayê wekî biryareke xwezayî dît û her çiqas ev ji kurdan re balkêş be jî li gor Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî divê hemû gel bi zimanê xwe perwerde bibin.

‘EV NE DIYARIYEK E’
Gultekîn biryara Almanyayê biryareke di cih de dît û wiha got: “Lê ev ne diyarî û xelatek e. Tu kesî zimanê xwe hilnebijartiye û ev tiştekî xwezayî ye û çawa ev xwezayî be divê maf jî wisa xwezayî bin. Di cîhanê de divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibîne. Kes nikare li hemberî vê bisekine. Pirsgirêk ji avakirina bingeha komara Tirkiyeyê û ferasetê diqewime.” Gultekîn got dibe ku salek nebe, du sal, deh sal nebe, bîst sal nebe jî kurd dê mafê xwe yê perwerdehiyê bi dest bixin.
Sabahattîn Gultekîn bi lêv kir ku Tirkiye li ser esasên netewebûnê hatiye avakirin û demekê asîmîlasyoneke zorê meşandin lê kurdan li hemberî vê asîmîlasyonê li ber xwe da. Gultekîn dibistanên li ser YÎBO ku zarokên kurd li wir tên asîmîlekirin, sekinî û wiha got: “Li hemberî kurdan bi YÎBO’yan, bi riya perwerdehiyê zarok ji malbatan veqetandin û di dibistanên xwe de li gorî bîr û çanda xwe perwerde kirin. Van dibistanan bandoreke mezin li ser kurdan kir.”
Gultekîn bi bîr xist ku berê di nav kurdan de axaftina bi kurdî wekî sedema kompeksê dihat dîtin lê îro ev rewş guheriye û Gultekîn wiha pê de çû: “Di nav kurdan de tirkî wekî zimanekî serbilindiyê dihat pejirandin. Tê bîra min, ez biçûk bûm bavê min ji min re digot: ‘Bixwîne, tirkî hîn bibe, bibe meriv. Me nexwend em nebûn meriv’. Heta salên 1980’yî jî me ji axaftina kurdî şerm dikir û baş axaftina tirkî wekî serbilindiyekê dihat dîtin. Îro jî li dijî vê rewşek heye û kurd girîngiyê didin zimanê xwe û li ser dixebitin.”

Vê hefteyê ji bo Taniş û Denîz rûniştin

31/01/2010


Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li ber lîseya Galatasarayê ji bo ku aqûbeta windayan bipirsin hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de jî pankarta “ên ku winda kirine diyar in lê kiryar li kû ne” û wêneyên kesên hatine windakirin hatin rakirin. Dayikan û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta endamên HADEP’ê Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz ên ku di 25’ê çileya 2001’an de li Sîlopiyê hatin binçavkirin û piştre ji wan agahî nehat girtin hate pirsîn. Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn li ser Taniş û Denîz axivî got ku Levent Ersoz gelek caran Taniş û Denîz tehdît kiriye. Keskîn got ku piştî bûyerê ew çûye Sîlopiyê û şahidên bûyerê navnîşan weke Levent Ersuz nîşan dane. Ji ber vê yekê jî birpisyarê windakirina Taniş û Denîz, Levent Ersoz e. Divê Ersoz ji vê dosyayê bê darizandin.
Piştre hunermend Nur Surer axivî û got ku Taniş û Denîz ji ber ku siyasea demokratîk dimeşandin hatine windakirin. Surer diyar kir ku feraseta ku li Sîlopiyê siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz windakirine îro jî kelepçeyê bi siyasetmedarên kurd dixin. Her wiha surer got ku divê Levent Ersoz, Waliyê Şirnexê yê wê demê Huseyîn Başkaya û Waliyê OHAL’ê yê wê demê Gokhan Aydemîr ji ber windakirina Taniş û Denîz bên darizandin.

LI DIJÎ EKER NERAZÎBÛN
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan jî li Amed û Êlihê çalakî li dar xist.
Li Amedê parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan li ber Abîdeya Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê bi slogana “bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” cara 51’emîn hatin ba hev. Wê hefteyê MEYA-DER, DIYAR TUHAD-DER û Platforma Demokrasiyê ya Amedê jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de Sekreterê ÎHD’a Amedê Burhan Zorooglu axivî bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan.
Piştî axaftina Zorooglu, Seroka Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Necîbe Guneş çîroka windakirina Ebubekîr Denîz û Serdar Taniş vegot. Guneş xwest ku kiryar di demeke kin de bên dîtin û darizandin. Guneş li hemberî gotinên Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker ên ku bi kelepçeyê şikur bikin jî nerazîbûn nîşan da. Piştî axaftinan bi çalakiya rûniştinê çalakî bi dawî bû.
Li Êlihê jî ji bo windayan li cadeya Gulîstanê daxuyanî hate dayîn. Ji rêveberên ÎHD’ê Salîh Atsan axivî û bal kişand li ser rewşa zarokên ku di demên dawî de têne windakirin. Atsan got ku ew dixwazin berpirsyarên kesên ku hatine windakirin bên dîtin û hesab bê pirsîn. Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. STENBOL – AMED - ÊLIH

Tehamulî gora şehîd nekirin

31/01/2010

Piştî agahiyên têkildarî Goristana Asrî ya Diyadînê ku hem li ser gorên PKK'iyan û hem jî li ser yên leşkaran ‘şehîd’ hatiye nivîsandin derketine holê, mijar kete rojevê.
Kêla gora gerîlayê PKK'ê Şakîr Sari yê ji aliyê hevsera wî ve hatiye çêkirin û li ser ‘Şehîd’ nivîsîbû bi zora polîsan hate rakirin. Li goristanê 48 gorên gerîlayên PKK'ê hene. Bi tevahî 90 gorên PKK'iyan û leşkaran di goristanê de hene. Malbatên leşker û PKK'iyan xwestibû ku zarokên wan di bin axê de bi hev re bin. Lê ji ber ku li ser kêla gora gerîlayê PKK'ê Şakir Sari ‘şehîd’ hate nivîsandin, kêla gora wî bi zora polîsan hate rakirin. Hevsera Şakir Sari, Hatice Sari, nerazîbûn nîşanî vê yekê da û da zanîn ku bi zora dozgeriyê û polîsan wê kevir rakiriye. Sari, destnîşan kir ku ev yek bêdadî ye û dê serî li riyên hiqûqî bide.
Sari, bi lêv kir ku piştî nûçe di rojnameyan de derket Midûriyeta Polîsan bang li wê kiriye û wiha got: “Rayedarên ewlehiyê ji min re gotin 'Te çima nivîsa 'şehîd' nivîsandiye?' Min jî got 'Hevserê min şehîd e. Ji ber ku ez wisa dibînim, min wisa nivîsand,' Ji ber vê yekê ez sewqî dozgeriyê kirim. Dozgeriyê jî ji min re got 'Nivîsa te nivîsiye qedexe ye. Tu nikarî nivîsa şehîd li wir binivîsî' Min jî got hûn çawa ji bo leşkaran dibêjin şehîd em jî ji bo hevserên xwe, zarokên xwe dibêjin şehîd. Li ser vê yekê gotin heke tu kevîrê gorê ku li ser ‘şehîd’ dinivîse ranekî, em dê te bigirin. Lê min nexwest ku polîs kêla gorê rakin, min bi xwe kevir rakir. Kêla gorê hê jî li dozgeriyê tê sekinandin.” AGIRÎ

Bazirganiya tiryakê JÎTEM organîze dike


31/01/2010

Qaçaxgerên bi salan e li ser sînorê Tirkiye û Îranê qaçaxgeriyê dikin, anîn ziman ku bazirganiya tiryakê û mirovan ji aliyê dewleta tirk ve tê organîzekirin. Qaçaxgerên ji bo ajansa nûçeyan ANF’ê axivîn wiha gotin: “Bazirganiya tiryakê û mirovan ji aliyê dewletê ve bi destê JÎTEM’ê tê organîzekirin. Bazirganiya tiryakê di bin kontrola fermandarên qerekolan de pêk tê. Fermandarên qerekolên Îran û Tirkiyeyê yên li ser sînor di navbera xwe de kuryeyên xweser sazkirin e.” Qaçaxgerên di nava vê pergalê de cih nagirin tên qetilkirin.
Ligel çeteya Geverê der ket holê ku dewlet bazirganiya tiryak û mirovan a ser sînoran rêxistin dike. E.Ozyatan yek ji qaçaxgerên ku bêyî bazirganiya ser sînoran tu derfetên din ên debara jiyanê neyî ye. Piraniya emrê xwe di riya qaçaxgeriyê de derbas kiriye. E. Ozyatan tiştên li ser xeta Elbak û Urmiyeyê pê bûye şahid vegotin.
E. Ozyatan Wiha got: “Bazirganiya sînor ji bo bi hezaran kesî tekane deriyê debareyê ye. Lê tedbîrên li ser sînor hatine zêdekirin. Gelek qereqolên nû hatin avakirin. Di nava salên dawî de kuştina li ser sînoran zêde bûye.”

SÎXURIYÊ FERZ DIKIN
Ozyatan diyar kir leşkerên tirk û ecem sîxuriyê li ser qaçaxgerên ku tên girtin ferz dikin û wiha got: “Dema leşkerên tirk qaçaxgerekî ji rojhilatê Kurdistanê digirin, sîxuriyê li ser ferz dikin. Leşkerên Îranê jî bi heman rêbazê nêzî qaçaxgerên ku ji bakurê Kurdistanê diçin bi kar tînin. Dema qaçaxger sîxuriyê qebûl bikin, riya qaçaxgeriyê li ber wan tê vekirin. Rastmalê wan hespê wan e. Dema hespê wan jî ji destê wan biçe, dê çibikin? Dema teklîfeke bi vî rengî jê re têkirin, mecbûr dibin qebûl dikin. Di navbera Albayrak û Elbakê de wekî navenda JÎTEM’ê dixebitin.”

DEWLET DI NAV DE YE
Ozyatan wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di navbera Albayrak û Elbakê de hemû telefon ji aliyê JÎTEM’ê ve tên guhdarîkirin. Û liv û tevgerên herêmê tên organîzekirin. Kurdên rojhilat ên ji aliyê JÎTEM’ê kirine sîxur ji aliyê vê navedê ve tên koordînekirin. Bi vê rêbazê ji her du aliyên sînor liv û tevger tên kontrolkirin. Îstîxbarat tê berhevkirin. Bazirganiya tiryakê ya vê sînorê ji aliyê kesên ku sîxurên JÎTEM’ê ne tê kirin. Bazirganiya tiryak û mirovan ji aliyê dewletê ve bi destê JÎTEM’ê ve tê organîzekirin. Hem li aliyê Îranê û hem jî li aliyê Tirkiyeyê fermandarên qereqalan di navbera xwe kuryayên xweser ên bazirganiya tiryak û mirovan avakirine. Tiryak ji aliyê van kuryeyan ve li sînor tê derbaskirin. Bi vê riyê heta Ewropayê jî tiryakê û mirovan dibin.”

DIKUJIN Û ...
Ozyatan anî ziman ku li ser qaçaxgerên ku sîxuriyê qebûl nakin cerdevanî tê ferzkirin û bûyerên li gundên Dirişk û Sersûlê yên Elbakê qewimîn mînak nîşandan. Ozyatan bibîrxist ku cerdevan bûne hevkarê hemû karên qirêj û wiha got: “Ji bo dewletê alternatîfê sîxuriyê cerdevanî ye. Yên ku vê yekê qebûl dikin, dikarin bazirgahiya qaçaxgeriyê bikin. Yên ku vê yekê qebûl nekin, ji demekî şûnde tên kuştin.” Li gorî agahiyên Ozyatan dide di nava salekê de li gundê Aşnaka Salmasê ji 10’î zêdetir qaçaxger hatine kuştin. Dewlet dema qaçaxgerekî dikuje jî dibêje me ‘PJAK’iyek kuşt’. Û cenazeyên wan jî li cihekî neyê zanîn defn dike.
S.Kobadî yê ku li bajarê Şapura Urmiyeyê dijî jî anî ziman ku qaçaxger ji ba barekî 30-40 dolar pere qezenç dikin. Gelek caran ev pere jî nagihije destê wan û anî ziman ku wî gelek mirovên ji ber hespên xwe yên hatine kuştin digiriyan dîtîne. Kobadî anî ziman ku piraniya kesên qaçaxgeriyê dikin temenê wan di navbera 12-17’ê de ye û diyar kir ku gelek caran bi çavên xwe bûye şahidê kuştin û birîndarkirina qaçaxgeran. Kobadî mînakek jî da: “Carekê tevî zêdetirî 200 hespan em ketin kemînekê. Ji zarokekî 12 saliyê ji gundê Aşnaka Salmasê ku navê wî Behmen bû ligel 3 kesên din birîndar bûn. Di wê kemînê de zêdetirî 20 hespan hatin kuştin. Behmen jiyana xwe ji dest da. Birîndarên din seqet bûn. Baş tê bîranim Behmen ji ber westiyayî bû wê rojê nexwestibû bi me re bê. Bavê wî, ew bi zorê şandibû.” ANF

IPI: Biryara li ser Tirkiyeyê dirust e


31/01/2010

Enstîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI) ji bo ku ji ber cezayên Tirkiyeyê daye çapemeniya azad a kurd, Tirkiye ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatiye cezakirin, DMME pîroz kir. IPI’yê ji Tirkiyeyê xwest ku qanûnên li pêşiya weşana azad dibin asteng ji holê rake.
DMME’yê ji ber cezayên ku Tirkiyeyê di salên 2001 û 2007’an de dabû rojnamegerên kurd roja 26’ê çileyê ceza li Tirkiyeyê birî. IPI’yê jî vê biryarê silav kir û biryara DMME’yê bi bextewarî pêşwazî kir:
Dadgehê bi biryara xwe ya roja 26’ê çileyê cezayên ku Tirkiyeyê dane rojnameya Ggndem, Yedîncî Gun, Haftaya Bakiş, Yaşamda Demokrasî, Gerçek Demokrasiyê û her wiha 19 rojnamegeran, Tirkiye neheq dîtibû. DMME’yê di biryarê de digot ku Tirkiye xwevegotina azad binpê kiriye û ji ber vê jî cezayê dayîna tazmînatê lê hatiye birîn. Dadgeh diyar dike ku girtina rojnamegeran di nav konjoktura giştî de ne pêkan e ku di cih de bê dîtin.
Heman rojê doza Gerînendeyê Giştî yê kovara ‘Heman Roj ji bo Cîhana Nû Bang’ Azîz Ozer li DMME’yê hat dîtin û biryar hate girtin. Ozer li Tirkiyeyê ji ber ku li ser berga kovara navborî cih dabû tevkujiya li girtîgehan û wêneyên girtiyên şewitî weşandibûn rastî cezayê hatibû. 6 meh ceza li Ozer hatibû birîn û dagerandibûn cezayê pereyan. DMME’yê biryara Tirkiyeyê ya li ser Ozer jî di cih de nedît û cezayê tazmînatê lê birî.
Endamê Komîteya Tirkiyeyê ya IPI’yê Feraî Tinç di daxuyaniya li ser mijarê de ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo azadiya weşanê bê xurkirin pirtir bikeve nav hewldanên lezgîn. Hat xwestin ku tu kes ji ber nivîsên xwe neyên darizandin û ceza li wan neyê birîn.
IPI’yê aşkera kir ku ji 60 kesên di operasyonên polîsên tirk de ku bi hinceta propagandaya PKK’ê dikin roja 23’yê çileyê hatibûn girtin, 2 kes rojnameger in. VIYANA

Li hundir gur e li derve kevok e!


31/01/2010

XELÎL DALKILIÇ

Dewleta tirk ev çend sal in, bi taybetî jî bi wezîfedarkirina Ahmet Davudoglu wek Wezîrê Karên Derve re, li Rojhilata Navîn, Qafqasya û Pêş Asyayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di nava dewlet û rêxistinan de qaşo polîtîkaya lihevanînê li dar dixe! Rayedarên Hikûmeta AKP'ê ji hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên hundirîn zêdetir bi van qaşo hewldanên dîplomatîk ên navdewletî rojevê dadigirin. Bi vî awayî dixwazin hem çavan ji pirsgirêkên demildest ên li Tirkiyeyê bidin zivirandin hem jî di qada navdewletî de xwe wek aktorekî mezin ê xwedî hêz ê çareserker (!) nîşan bide.

BI KURDAN RE ‘NA’
Ev demeke dirêj e pirsgirêka şerê li Afganistanê wek mijareke girîng di rojeva siyaseta navneteweyî de ye. Hêzên rojavayî bi sedhezarî zêdetir hêzên xwe yên leşkerî ve nikarin bandora rêxistina çekdarî, Talîbanê li Afganistanê kêmtir bikin û berovajî Talîban li erdnîgariya Pakistanê jî bandora xwe ji demên berê firehtir kiriye.
Hêzên navneteweyî, bi taybetî jî nûner û rayedarên hêzên Rojavayî yên ku leşkerên wan li Afganistanê ye û rayedarên dewleta Afganistanê êdî behsa diyalogê ya bi Talîbanê re dikin. Rayedarên dewleta tirk jî ev demek e ji bo çareserkirina pirsgirêka Afganistanê, hêzên navdewletî ji bo diyalogçêkirina bi Talîbanê re vedixwînin.Çend roj berê Serokdewletê Afganistanê Hamîd Karzaî û Serokdewletê Pakistanê Asif Alî Zerdarî li Stenbolê bi rayêdarên tirk re di hevdîtinên sêalî de hatin cem hev.
Berî Konferansa Afganistanê ya Navneteweyî ya ku li paytexta Îngilistanê Londonê hate lidarxistin (28.01.10), Wezîrê Karê Derve yê Tirk Ahmet Davutoglu di civîneke çapemeniyê de dîsa ji raya giştî ya navneteweyî re banga derxistina Talîbanê ji 'lîsta terorê ya navneteweyî' kir. Davutoglu di heman daxuyaniya xwe ya di civîna çapemeniyê de wek bersiveke rojnamegeran îdia kir ku, "rewşa PKK û Talîbanê ne heman e; li Afganistanê ev 30 sal in şerek heye, lê li Tirkiyeyê pergaleke asayî û her tişt di rê de ye li dar e û li Tirkiyeyê her kes dikare tevli pêvajoya siyasî bibe!"
Davutoglu ji xwekerkirina dewletên Rojavayî li hember êrîşên hovane yên hêzên dewleta tirk ên li ser siyaseta demokratîk a kurd hêzê digire û raya giştî jî tuxt (budele) dihesibîne û van daxuyaniyan dide. Di pirsgirêka kurd de êrîşkarî û tunekeriya xwe di pirsgirêka Afganistanê de xwe wek aştîxwaz nîşandanê vedişêrin.

SOZÊN XAPANDINÊ
Rayedarên Hikûmeta AKP'ê heman helwestê têkîldarî pirsgirêkên din ên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî di pirsgirêka Filistîn û Israîlê, pirsgirêkên li Lubnan û Iraqê de jî diyar dikin. Rêxistinên bi polîtîkayên xweser li dijî polîtîkayên hêzên Rojavayî, bi taybetî jî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derdikevin û li hember pratîk û polîtîkayên DYA'yê li ber xwe didin; ên ku ji hêla hêzên Rojavayî ve navên wan di 'lîsta terorîstan a navdewletî' de hate xistin re Hikûmeta AKP'ê hevdîtinên dîrekt çêdike û nûnerên wan vedixwîne Tirkiyeyê. Her wiha, AKP'ê bi rêxistina Filistînê Hamas, Hîzbullaha Lûbnanê û rêxistinên muxalîf ên li Iraqê re dîrekt hevdîtinan çêdike; lê bi nûnerên kurdan ên hatine hilbijartin re jî neaxive û rû ji wan badide.
Tu fêydeya ev daxuyanî, hevdîtin û şowên Serokwezîrê Tirk R.Tayyîp Erdogan û wezîrên wî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li van welatan û li van rêxistinan nebe jî di konjonktûra îroyîn de ji bo veşartina rastî û pirsgirêkên li Tirkiyeyê û bilindkirina populerîteya R.Tayyîp Erdogan li welatên îslamî heta radeyekê moralê dide rayedarên tirk. Çareserkeriya Erdogan li hemberî pirsgirêkên hundir çiqas bi bandor e; li hemberî pirsgirêkên derve jî ew qas e; tenê bi sozdayînê, xapandinê û bertekên sexte dixwazin populerîteya xwe bilind bikin.

QETLÎAMA SIYASÎ
Dema ev şowên dîplomatîk tên lidarxistin, terora saziyên dewletê li ser kurdan û nûnerên wan ên hatine hilbijartin bênavber tê berdewamkirin û tundkirin. Qetlîameke siyasî li ser kurdan tê meşandin. Ji demên rêvebirina leşkerî jî zêdetir, kurdên li qadê legal siyasetê dimeşînin îro têne girtin û di her warê jiyanê de dengê kurdan tê xwestin ku bê birîn. Hikûmeta AKP'ê bi hêza ku ji pragmatîzm û durûtiya siyaseta navneteweyî digire, polîtîkayên bêetîk bi awayekî hovane li ser kurdan dimeşîne.

ÇARESERÎ NE LI DERVE YE!
Wekî serokdewletê Afganistanê Hamîd Karzaî jî berî Konferansa Afganistanê anî zimên; hêzên Rojavayî li ber çareseriyê asteng in. Di konjonktûrê îroyîn de ji ber têkîliyên navneteweyî yên pragmatîst ji bo çareserkirina pirsgirêkên hundirîn ên li Tirkiyeyê jî ji hêzên navneteweyî tu bandora erênî dernakeve. Pirsgirêka kurd û pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê tenê bi dînamîkên hundirîn dikarin bêne çareserkirin.
Ji bo vê yekê jî 1’emîn Kongreya Awarte ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji bo eniyeke demokratîk a alternatîf li dijî bazirganên AKP'î û hêzên dijdemokrasiyê gaveke girîng e. Tenê bi awayekî rêxistinî û bi rêxistinbûneke pirengî kurd û hêzên demokrasîxwaz dikarin berê pergala dewletê ji demokrasiyê re biçerxînin.

Saturday, January 30, 2010

'Di nava mehek û nîvê de 21 jin hatin qetilkirin'

'Di nava mehek û nîvê de 21 jin hatin qetilkirin'
Platforman Jinê ya Edeneyê, balkişand ser pekutiyên jinan û diyar kir ku ji 29 jinên di navbera 15'ê kanûna 2009 û 30'ê çileya 2010'an de rastî pêkutiyan hatine 21 jin di bin navê "Namûsê" de hatin qetilkirin.

Platforman Jinê ya Edeneyê, têkildakî pêkutiyên li dijî jinê li Parqa Înonu daxuyaniyek da çapemeniyê. Platformê rapora derbarê pêkutiyên di 15'ê kanûna 2009 û 30'ê çileya 2010'an de pêk hatine aşkere kir û anî ziman ku 21 jin di bin navê namûsê de hatine qetilkirin. Di daxuyaniyê de panqarta "Navên wan cûda, lê mexduruyeta wan heman encam e. Cînayetên evîn, hêrs, namûs û toreyê" û navên jinan ku rastî pêkutiyan hatine jî têde cîh girtin. Di daxuyaniyê de her wiha dowîzên ,"Ji şîdeta li dijî jinê re êdî bes e", "Hesp a wê, çek a we, şeref a w, lê xwîna ku hun ji bo belaya namûsê dirijînin a me ye", "Min namûs winda kir ez lê nagerim", "Ji qetilkirina jinan re bes" rakirin û dirûşmeyên, "Em nabin namûsa tu kesî", "Ji şîdeta li hemberî jinê re bes e" hatin avêtin. Li ser navê platformê Ozlem Yalçinkaya, diyar kir ku şîdeta li dijî jinê sûcê mirovahiyê ye, tenê yên ku şîdetê li hemberî jinê dkin, yên ku kesên dibin sedama şîdeta li dijî jinê û vê yekê ji nedîtî tên û şîdetê asteng nakin jî hevkarên heman sûcî ne.

'Em vê çarenûsê ezber nakin'

Yalçinkaya, destnîşan kir ku her roj tê xwestin ku şîdeta li hemberî jinê bi wan bidin ezberkirin û wiha got: "Lê em cûda ne. Êdî em destûrê nadin ku pêkutuyên bi ser xwişkên me û jinên din de tên wekî qeder û carenûsekê bê dîtin. Em li dijî vê yekê derdikevin û em ji vê yekê re dibêjin êdî bes e. Em dê bi têkoşîna hevpar têgehên nû biafirînin." Yalçinkaya, bi lêv kir ku di navbera 15'ê kanûna 2009 û 30'ê çileya 2010'an de 29 jin rastî pêkutiyan hatine û ji wana 21 jin di bin navê "Namûsê" de hatin qetilkirin. Yalçinkaya, got ku di nava vê hijmarê de 5 jinan jî întîhar kirine.

Malbatan di çalakiya windayan de Wezîr Eker şermezar kirin

Malbatan di çalakiya windayan de Wezîr Eker şermezar kirin
Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayiyan ên Amed û Êlihê bi diruşmeya "Bila windayî bên dîtin, kiryar bên darizandin" çalakî li darxistin. Di çalakiyê de Wezîrê Karên Gundan û Çandiniyê Mehdî Eker şermezar kirin. Seroka Komîsyana Windayiyan a ÎHD'ê Necîbe Guneş, diyar kir ku di desthiladariya AKP'ê de kiryarên bûyerên kiryar nediyar nehatine ditîne û pirsa "Em dê şukra kelepeçê ya çibikin?" kir.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayiyan bi diruşmeya "Bila windayî bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Abideya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşuyoluyê çalakiya xwe ya hefteya 51'emîn li darxistin. Nûnerên MEYA-DER, Diyar- TUHAD-DER û nûnerên Platfoma Demokrasiyê ya Amedê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de diruşmeya "Şehit namirin" berz kirin û wêneyên kesên hatine windabûyî û wêneyên Serokê Şaxa ÎHD'ê Muharrem Erbey hatin hilgirtin û panqarta " Ji bo Muharrem Erbey azadî" hate vekirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Burhan Zorooglu, diyar kir ku zordariyên li ser girtiyên nexweş û zarokên di çarçoveya TMK'ê de hatine girtin li girtîgehan didome. Zorooglu, xwast ku bi aweyekî lezgînî dest bi çalakiyan bê kirin. Zorooglu, bal kişan de ser operasyonên li herêmê û xwet ku demildest dest ji operasyonan bê berdan û bêçalaktiya PKK'ê daye dest pêkirin bidome. Zorooglu wiha got: "Sedema windayiyan bêçareserya pirsgirêka kurd e." Zorooglu, divê kesên bûyerên kiryar nediyar kirî bên darizandin.
Piştî daxuyaniya çapameniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan hate li dar xist in.

Li hemberî Eker bertek

Piştre çîroka windayên Sîlopî Serokê Rêxsitina HADEP'ê Serdar Taniş û Rêveberê HADEP'ê Ebûbekîr Denîz hat xwendin. Çîroka Taniş û Denîz, ji aliyê Seroka Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Necîbe Guneş ve hate xwendin. Guneş, xwest kujer û sucdar bên dîtin û darizandin. Guneş, berdek nişanî gotina Wezîr Mehdî Eker jî da û wiha got: "Piştî AKP hate îxtîdarê heta niha tu kujer û faîl nehatin dîtin. Ligel biryara DMME'ê AKP neketiye nava hewildanê edaletê. Piştî Guneş, komê dirûşma "Em Eker şermezar dikin" berz kirin û bertekên xwe anîn ziman.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştina 5 deqeyan bi dawî bû.

ELIH

Şaxa ÎHD'ê Êlihê jî têkildarî kuştinên kiryar nediyar li Kolana Gulîstanê daxuyanî da çapameniyê. Di çalakiya ku rêveberên ÎHD'ê yên bajar û xizmên windayan beşdar bûn de panqarta "Bila winda bên dîtin, hêsap bên birpîn" hate vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Li ser navê komê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Salîh Atsan, diyar kir ku zêdebûna bûyerên windabû di demên dawî de rastî eleya çapameniya herêmî û neteweyî tên û ev yek jî xetereya bûyerên windayan radixe ber çavan. Li gorî daneyên rojnameyên fermî hezar û 657 zarok hîna jî wihda ne, gamana xanûn ji bûyerên munferît nînin şiyar kiriye û wiha got: "Wekî tevgerên mafên mirovan, em Tirkiyeyek ku mafê jiyanê pîroz dîbîne û rîayetî qedexeya îşkenceyê dike, mirovên ji ber li hişyariya bisekini nesekinîne neyên înfazkirin, mirov ji ber azadiya îfadeyên neyên darizandin, zarok rastî cezayê bi salan neyên, bûyerên lîncên û hewld neyên jiyîn, partiyên siyasî lê nayên girtin, parlementer û şaredar lê neyên girtin, bûyerên cînayetên kiryar nediyar û windayan neyên jiyîn, bijîn."

KOORDÎNASYONA PAJK'Ê: HEVAL VIYAN BANGA JI BO AZADIYÊ YE

KOORDÎNASYONA PAJK'Ê: HEVAL VIYAN BANGA JI BO AZADIYÊ YE

Koordînasyona PAJK'ê di 4. salvegera wefata wê de, bi daxuyaniyekê endama meclîsa PKK, HPG û YAJA Starê Viyan Soran bi bîr anî.

Viyan Soran ji bo şermezarkirina bêbextiya 15'ê Sibatê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir.

Koordînasyona PAJKê di daxuyaniya xwe de xwest çalakiya Viyan Soran di 11. salvegera bêbextiya 15ê Sibatê de baştir were fêmkirin.

PAJKê çalakiya Viyan Soran weke banga herî bi bandor a têkoşîna topyekûn bi nav kir û got "Çalakiya Hevala Viyan banga ji bo jiyana azad e."

PAJKê dilsoziya xwe ya bi bîranîna Viyan Soran re anî ziman û daxuyaniya xwe weha bi dawî kir:

"Gelê herî kevnar ê erdên Mezopotamyayê, di şexsê Rêber Apo de ev cara pêşî ye ku ev qas nêzî azadiyê dibe. Em bi biryar in ku bi ruh, bawerî, îrade û hêviya hevala Viyan bigêhêjin azadiyê."

Ji polîs û parêzeran tifaqa qirêj!


30/01/2010

Li Stenbolê polîsên girêdayî TEM’a Emniyeta Stenbolê ji bo ku welatiyê bi navê Şehmuz Avci qanûna poşmaniyê qebûl bike bi hevkariya parêzerên girêdayî Baroya Stenbolê ew bi “xwîşkên te di destên me de ne, heke tu qebûl nekî em ê tecawizî wan bikin” tehdît kirin. Şehmuz Avci ji bo ku parêzer û polîs bên darizandin gilî kir.
Emniyeta Stenbolê ku di demên dawî de binpêkirinên mafan derketiye asta herî jor bi pêkanîneke din hate rojevê. Derket holê ku polîsan di bin çav de welatiyek bi tehdîha tecawizê qanûna poşmaniyê dane îmzekirin. Şehmuz Avci ku di 21’ê kanûna 2009’an de hatiye binçavkirin rastî vê pêkanînê hatiye bi nameyeke ragihand malbata xwe. Bûyera navborî wiha pêk hatiye: Şehmuz Avci yê ku ji Amedê ji bo bixebite bi xwîşkên xwe re hatiye Stenbolê li taxa Kazim
Karabekîr a Esenlerê bi cih bûye. Polîsan bi îdiaya ku têkîliya wî bi bûyera molotofavêtinê ya di 2006’an de heye bi ser mala wî de girtin. Polîsan li malê demeke dirêj lêgerîn kirin û di vê navberê de heqeret li xwîşkên wî yên bi navê Gulistan û Nurtenê kirin. Şehmuz Avci jî hate binçavkirin û ew birin TEM’a cadeya Vatanê. Li vir polîsan bi îdiaya ku têkîliya wî bi bûyera molotofavêtina otobuseke heye û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane qebûl bike û qanûna poşmaniyê îmze bike (madeya 221’emîna ya TCK’ê) rastî pêkutiyan hat. Piştre jî parêzerên girêdayî Baroya Stenbolê yên bi navê Ozkan Arikan û Gulşah Sozerî ji bo ku ew qanûna poşmaniyê qebûl bike bi wî re axivîne. Di vê navberê de xwîşkên wî jî ji bo aqûbeta birayê xwe hîn bibin hatine emniyetê. Polîsan berê wan jî dana parêzer Ozkan Arikan. Arikan herdu xwîşk biriye qata 3’yemîn a emniyetê û bi Avci re hevdîtin daye kirin.

‘EM Ê TECAWIZÎ WAN BIKIN’
Piştî ku derdikevin jor polîs li cem parêzeran Avci bi gotina “xwîşkên te weke ku tu jî dibînî di destên me de ne. Em dikarin her tiştî bi wan bikin. Em mala we jî dizanin. An tu dê poşmaniyê qebûl bikî û biçî cem wan an jî gelek tişt dê bê serê wan, em ê tecawizî wan bikin.” tehdît dikin. Li ser vê yekê Avci her tiştî qebûl dike û îmze dike.
Avci di 24’ê kanûna 2009’an de dema ku derdikeve dozgeriyê dibêje ew qanûna poşmaniyê qebûl nake. Li ser vê yekê tê girtin û wî dişînin Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê. Avci ji wir xwîşkên xwe re name dişîne û dibêje hatiye tehdîtkirin. Her wiha xwest ku polîs û parêzerên ku bûne şirîkê polîsan bên darizandin.

PIŞTRAST KIR
Xwîşka Avci, Gulîstan Avci jî bûyer piştrast kir û got ku polîsan dema serdagirtinê de heqeret li wan kirine û bi gotinan ew tacîz kirine. Bi gotina “êdî dema we hat, hûn ji kû hatinê hûn ê biçin wir” hatine tehdîtkirin. Gulîstan Avci wiha axivî: “Piştî ku birayê min hate binçavkirin em li emniyetê geriyan. Ji me re gotin bi perêzer re hevdîtinê pêk bînin. Dema ku em çûn ber emniyetê Ozkan Arikan em pêşwazî kirin. Gote me ‘werin ez ê we bibim cem irayê we’. Me birin odeyeke. Birayê min hat, lê gelekî nerehet bû. Nehîştîn em biaxivin û em derxistin. Piştre em hîn bûn ku bi me, birayê min tehdît kirine.
Gulîstan Avci diyar kir ku nehîştine parêzer Asya Ulker birayê min bibîne, gotine “naxwaze te bibîne.” Avci got ku ligel ku birayê wê parêzer Ozkan Arikan û Gulşah Sozerî nexwestiye jî bi polîsan re birayê wî tehdît kirine. Ji ber vê yekê jî ew pir bi fikar in.

GILÎ KIR
Şehmuz Avci bi riya parêzera xwe der barê polîs û parêzerên ku bi polîsan de hevkarî kirine gilî kir. Avci serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Stenbolê jî da û ji ber ku pêwira xwe xirab bi kar anînê li Baroya Stenbolê jî gilî kir. Parêzer Asya Ulker ê jî weke şahid îmze avêt. STENBOL - DÎHA

Ji hevdîtina Barzanî û Obama 2 xalên bi nakok


30/01/2010

DILDARÊ AMEDÊ

Di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokdewletê Amerîkayê Barack Obama de 2 mijarên sereke derketin holê, an jî bi gotineke din 2 xalên bi nakok derketin holê.
Pêşî ew herdu name an jî xalên giring çi bûn?
1- Birêz Barzanî got ku ew tu caran dê nebin hevkarê çareserkirina pirsgirêka kurd a bi riya şer û şîdetê. Yanî ew dê nebin hevkarên tirkan ger ku dîsa operasyonekê dersînor pêk bînin.
2- Pêwîst e ku kurdên bakurê Kurdistanê piştgiriyê bidin plana AKP’ê ya “pêşîvekirina li çareserkirina pirsgirêka kurd”.
Bê guman piştî vê hevdîtinê ji ber ew herdu xalên giring kurd û tirkan têkildar dikin her yekî ji wan jî xal an jî nameya li gorî dilê xwe hilbijart û da pêş. Aliyê tirk mijara piştgiriya plana AKP’ê da pêş û gelek aliyên kurd jî mijara ku ew nabin parçeyekî ji çareseriya bi rêbazên şer û şîdetê.
Herdu nameyên ku birêz Barzanî piştî wê hevdîtina li Washingtonê gelekî giring in lê li gorî min nakokiyek di navbera van herdu daxwazan de heye. Ez daxuyaniya ku dê rayedarên başûrê Kurdistanê êdî nebin parçeyekî ji şerê li dijî tevgera kurdên Bakur gelek caran hatiye dubarekirin û bêgumankirin û ew yek bê guman cihê şanazî û kêfxweşiya her kurdekî ye û di xizmeta berjewendiya neteweyî ya kurd de ye. Lê dema ku mirov bala xwe bide xala din a ku dibêje bila kurd destek û piştgiriya xwe ya ji bo plana AKP’ê bikin, hinek xumamî û nezelalî derdikeve holê.
Ez fêm nakim ku piştî ew qasî plana AKP’ê ya qaşo çareseriyê bi rengekî aşkera hate zanîn ku plana tasfiyekirina tevgera kurd e, çawa hê jî hinek dozê li kurdan dikin ku bibin parçeyek ji plana tasfiyekirina tevgera xwe.
Dema ku hinek xwedî berjewendiyên biçûk û kurtêlxuriyê vê bangê dikin û hewl didin ku bi vê plana qirêj kurdan bixapînin ew tê fêmkirin ku ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî tevdigerin. Lê bi rastî jî ez gelekî matmayî dimînin ku yekî mîna birêz Mesûd Barzanî daxwazeke wiha ji kurdan bike û çawa heta niha rastiya AKP’ê û plana wê ya tasfiyekirinê fêm nekiriye. Ev yek jî nakokiyeke mezin di serê mirovan de dihêle û serê mirovan tevlihev dike.
Nexasim ku ev daxuyanî di demekê wiha de hate kirin ku vê hikûmetê partiya kurdan a legal girt û di encama vê plana AKP’ê ya qaşo çareseriyê de niha zêdeyî 1000 siyasetmedar, şaredar û rêveberên partiya kurdan di zindanên vê hikûmetê de ne. Piştî ew qas zilm û zordariya ku bi navê çareserkirinê li kurdan tê kirin û hê jî mirov navê pêşîvekirina pirsgirêka kurd (jixwe nav jî hatiye guhertin nema wiha ye) li plana tesfiyekirina kurdan bike, bi rastî jî tiştek ecêb û cihê matmayînê ye.

Bîrdal: Çi maye ku nekiriye?


30/01/2010

Parlamenterê BDP'ê yê Amedê diyar kir ku binpêkirina mafan û operasyonên dawî yên li hemberî BDP'ê salên 1980'yî tîne hişê mirov û wiha got: “Ji bo jiyana gelekî bê reşkirin dê hê çi bibe? Bêwijdaniya mezin nedîtina pêkanîna li dijî kurdan tê kirin e.” Bîrdal, xwest komîsyona lêkolîna heqîqetê bê avakirin.
Parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Akin Bîrdal, Îbrahîm Bînîcî, Sevahîr Bayindir, Hasîp Kaplan, Sirri Sakik, Nezîr Karabaş, Ayla Akat Ata, Bengî Yildiz, Hamît Geylanî, Sebahat Tuncel û Pervîn Buldan tekîldarî operasyonên li dijî BDP'ê û binpêkirina
mafên mirovan yên li bakurê Kurdistanê pêk tên li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê BDP'ê Akin Bîrdal daxuyanî da çapemeniyê. Bîrdal, diyar kir ku hefteya borî li gel Serokê Koma BDP'ê Nurî Yaman çûne Êlih û Amedê û bi destûra Wezîrê Dadê û Dozgeriya Komarê ya Amedê çûne Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Bîrdal, da zanîn ku wan bi şaredarên BDP'ê, siyasetmedar û parazvanê mafên mirovan re hevdîtin çêkirine û wiha got: "Operasyonê li hemberî DTP'ê û piştre jî li hemberî BDPê ne bi hiqûq û ne ji bi vekirina demokratîk tê bi navkirin. Pişti hilbijartina 29'ê Adarê ji 14'ê nîsanê heta niha 8 şaredar û 57 rêveberên me hatin girtin. Nêzî hezar endamên partiya me hatin girtin. Niha dîmenên ku tên jiyandin dareya salên 1980'ê ji nûve zindî dike."
Bîrdal, bal kişand ser rapora ÎHD’ê ya bakurê Kurdistanê û wiha dom kir: "Tenê di sala 2009'an de 226 di pevçûn û operasyona yekalî de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha DTP hate girtin. Kelepçe li destê şaredar û hilbijêrên me xistin. Ev yek ji bo çareserî û pêşketinê astengiya herî mezin e.

NÊZÎKATIYA BO BAYDEMÎR
Bîrdal, destnîşan kir ku Plana Bayloz li herêmê dikeve jiyanê û zarokên 15 salî ku kevir davêjin polîsan rastî cezayên giran tên. Pêkanîn û binpêkirinên li herêmê têne jiyandin OHAL a bênav e. Bîrdal, bal kişand ser astengiyên li pêşiya Komeleya Sarmaşik û wiha got: "Sekinandin û astengkirina xebatên komeleya bi piştgiriya 33 saziyan ava bûye û alîkariyê bi 2 hezar û 300 malbatî re dike xizmetê ji kê re dike. Her wiha qedexeya derketina dervê welat a ji bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û teblîgata suîkastê serpêhatiya kuştina Hrant Dink tîne hişê mirov."

BÊWIJDANIYA JI BO KURDAN
Bîrdal wiha got: "Li herêmê şertên OHAL'ê didomin û plansaziya darbeyekê pêktînin. Cudakariyekî aborî û huquqî tê kirin. Bin pêkirina mafên mirovan her diçe zêde dibe. Bêkartî, xizanî û birçîtî gelek e. Pirsgirêka kurd bêçareserî dihêlin. Helwesta tasfiye kirina DTP-BDP û saziyan kurdan didome. Em dipirsin; hûn dê ji bo jiyan gelekî zahabikin dê çibikin? Bêwijdanî esil ewe ku tiştên li herêmê tên kirin bêdeng mayîn e." Bîrdal têkildarî îdîayên Serfermandarê Giştî Başbug ya "Leşkerên dibêjin Allah Allah tu bombeyan nadên mizgeftên Mala xwedê" diyar kir ku ev gotin bifikare û birxist ku bûyerên 6 û 7'ê îlonê bi îdîaya "Mala Atatrrk bombe kirin" dest pêkir.

HESABÊN AKP’Ê…
Bîrdal, gotinên Serfermandar yên "Agahiyên şaşî felakete, divê di serî de rastiya wê bêlêgerin" jî nirxandin û wiha got: "Bera xwe bidin vê qederê. Ji bo ku rastî bên aşkara kirin çençaran pêşniyariya 'Komisyona Lêkolîna Rastiya' bê avakirn hate dayîn." Bîrdal da zanîn ku hesabên AKP'ê yên li ser gelê kurd dê li Amedê vegerin û xwet ku şaredar û rêveberên hatine girtin bên berdan. ENQERE - DÎHA

‘Pevçûna azeriyan û kurdan tê plankirin’

30/01/2010

Parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervin Buldan diyar kir ku ev operasyonên li Îdirê pêk hatine, ji beriya hilbijartinan ve hatine plankirin û wiha got: “Plansaziyeke nû ya ku dixwazin pevçûnên di navbera kurd û azeriyan de hebû, ji nû ve bidin destpêkirin. Lê ev plan dê bi ser nekeve. Dema ku şaredarê me Nuri Guneş hate girtin, bi qasî kurdan gelê ezerî jî bertekên mezin nîşandan.”
Pervin Buldan, nêrînên xwe yên der barê girtina Şaredarê Îdirê Nuri Guneş û 8 BDP’iyan de anîn ziman. Buldan, bal kişand ku operasyon ji aliyê leşkeran ve hatiye kirin û dîsa protokola EMASYA’yê ya ku van rojan gelek tê nîqaşkirin jî hatiye dest pê kirin.

GILIYA AKP’IYAN
Buldan, destnîşan kir ku tu eleqeya ev operasyon û KCK’ê bi hev re nîn e û ev operasyon li ser giliya 3 muxtarên AKP’î yên beriya hibijartinan hatine kirin, pêk hatiye. Pervin Buldan anî ziman ku ew 3 muxtaran jî giliya xwe paş ve kişandine û daraz, ji bo delîlan jî tenê hevdîtinên têlefonan dike hincet û wiha axivî: “Ji ber ku biryara ‘veşartinê’ dane, parêzer jî nikarin der barê dosyayê de agahiyan bigirin. Duh (pêr) parêzeran ji bo girtinan îtiraz kirin lê ev serîlêdan ne hatin qebûlkirin.”
Parlamentera BDP’î Pervin Buldan derbirî ku ew bi midûrê ewlehiyê û walî re jî hin hevdîtinan pêk aniye lê wan jê re gotiye ku tu agahiya wan ji vê operasyonê tune ye. Buldan wiha lê zêde kir: “Gelo ev rayedar çawa ji vê operasyonê agahdar nîn in? Hemû daxuyaniyên wan bi nakokî ne. Em baş dizanin ku bêyî agahdariya wan, operasyonên bi vî rengî pêk nayên.

‘JI HEQÊ KURDAN DERTÊN’
Piştî operasyona li ser BDP’iyan, me li Îdirê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Lê polîsan êrîşê daxuyaniya me kirin. Di vê êrîşê de min jî para xwe ji wan girtin. Wê demê gelekî bombeyên gazê avêtin nav girseyê. Gelek zirarên mezin dan bazirganan. Polîsan camên dikanên wan şikandin. Em, çûn serdana ew bazirganên ku camên wan hatine şikandin. Lê me bihîst ku piştî me polîs jî çûne serdana heman bazirganan û ji wan re gotine ku ‘hûn li wan ne nêrin. Em ji heqê kurdan dertên. Dixwazin ku li Îdirê careke din pevçûna kurd û azeriyan pêk bînin. Planeke wan a bi vî rengî heye.”
Pervin Buldan derbirî ku kurdan şaredariya bajarê Îdirê bi dest xistiye û hinek kes hene ku ji vê serkeftina kurdan nerihet dibin jî hene. Buldan bi lêv kir ku ew dixwazin bi planên xwe yên tasfiyekirinê şaredariyan ji destên kurdan bigirin û axaftina xwe wiha domand: “Wekî ku her kes jî baş dizane, piştî hilbijartinên 29’ê Adarê berdevkê hikûmetê Cemil Çiçek axaftineke wiha kiribû; ‘Îdir jî bi dest xistin. Xwe spêrtin sînorê Ermenistanê. Divê em vê yekê baş bifikirin.’ Bêgûman em dizanin ku ev peyamek e. Li gorî min, ev daxuyaniya Çiçek banga operasayoneke bi vî rengî bû. Ev operasyon li ser axaftinên Cemil Çiçek hatin destpêkirin. Ev operasyon gelek berfireh in û ji berê ve hatine plankirin. Nêzî 10 mehan di ser hilbijartinan re derbasbûn. Ev operasyona li dijî şaredariyê, nîşaneya nerihetiya wan a li dijî siyastera kurd e. Heke ku ev şaredarî ne di destê kurdan de bûna, dê ev operasyon jî pêk nehatana. Tam 10 mehan sekinîn. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku li herêmê gelek operasyonên li dijî KCK’ê pêk hatin de ev operasyonê jî pêk anîtin.”

‘DARBE LI ÎDIRÊ PÊK HAT’
Buldan, daxuyand ku ew ê li dijî vê rewşê bêdeng nemînin û wiha got: “Parêzer di warê hiqûqî de eleqedar dibin. Em dixwazin ku hemû hevalên me di demeke kurt de bên berdan. Ev biryarên girtinê, biryarên siyasî ne. Mirov dikare bibêje ku planên darbeyê li Îdirê pêk hatine. Hêzên ewlehiyê di navenda bajêr de meş li dar dixin û di meşê de jî diruşimên ‘Her tişt ji bo welat’ bang dikin. Ev yek mirov dixe nav hin fikran. Êdî, fikarên me jî hene. Gelo darbe pêk hat?
Di dema êrîşê de, ez di navbera du aliyan de mam. Ji aliyekê ve polîsan bombeyên gazê diavêtin û ji aliyên din ve jî ciwanan kevir diavêtin polîsan. Min xwest ku ciwanan rawestînim. Lê min guhdarî nekirin. Ciwan pir bi hêrs bûn. Ez neçar mam ku bikevim dikanke.”

HELWESTA JINA AZERÎ
Parlamentera BDP’ê Buldan, diyar kir ku li Îdirê gelek kesên cûda dijîn, ji ber vê yekê jî gelek kesên ji rengên cûda li Îdirê dijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî ku şaredarê me hate girtin, ne tenê kurd, gelê me yê azerî jî li dijî vê yekê bertek nîşan dan. Di dema şermezarkirina operasyonê de, jineke azerî bi armanca şermezarkirina girtinan poteke reş li serê xwe girêdabû.” ANF

Modela Îsraîl û ereban...


30/01/2010

Serekê Kurdan Abdullah Ocalanî bi pawitoxanê de vînayiş pek ard. Ocalanî ard ziwan ke darbeya ‘Balyoz’ 2003 de ameyo kerdiş. Mademkî AKP zanayê plana darbeyî esto ra çira ard ney demî. Qabê dezga bazarî bi ca bibo medn no gamî. Kişta bînî de zî remnayişê qijanê Kurdîstanî ney rojan û verî zî rojev de bi. Nînan pey de çîyê esto gere no bivejyo meydan ke kam keno? Ney çîyanê qilêrin ano kurdan sero. AKP bi operasyonanê ke sîyasetmedaranê kurdan sero keno de, keno ke xo bipawo. Keno ke verê şarê demokratîk bigo.

WA BDP XO NÊDO GOROTIŞ
“BDP pey kongra xo a 1 şibatî de gere lez bido xebatanê xo. No çî fez o. Beno ke dormeyê xo de kesanê xerîban zî biko xo mîyan. No xozayî yo. Zaf partî amey girotiş. Ez hişyarey keni; rayna xetayanê ke qabê partî bêro girotiş mekê. Vanê fekverkê PKK’î partî keno. Felan û bêvan û partîyî genê. PKK hêzê de bi çek a verê fermey de rayxistişê yo. PKK vano ez meseleyanê xo bi sîlahî dani viraştiş. BDP zî meclîsî de gere bi sîyasetî bido viraştiş. Gere no cîyayiş bêro vînayiş. BDP fekverkê PKK nîyo. PKK şikyeno fekbereya xo biko…”
“Eg bêro rojev PKK û Tirkîya biwazê bêrê werê se û biwazê ke BDP bikûro mîyan se, ey demî de beno ke bikûrê mîyan û fekberey bikê. BDP tenê partîya kurdan nîya, a hemeyê Tirkîyayî ya. Wa partîya newe ze MHP îdeolojîya xo ze netew-dewletî meko. Dînê MHP’î nijantperstey o. Rayxistişeya kurdan ze înan nîyo…”

BÊ DEWLET ŞARBÎYIŞ
“Ney mijarî de, kurdîy û tirkîy cîyayê. Tirkîy zafêrey di esasê dewletî de xo rayxiştiş kerdêy. A kurdan esasê demokratîkbîyişî de yo. ‘Bêdewletey de şarê demokratîk’ mi verê zî qal kerdibi. Kapîtalîst bê netew-dewlet nêbeno. Verê ney zî mi modernîteya demokratîk vet. Anarşîstî qala dewletî şirove kerdîy. Marks û Lenîn hureynîya dewleta kamîtalîstey de dewleta sosyalîsty ard. Feqet dewleta sosyalîst nebeno. Ma vîna ke, o zî senî xo de qapîtalîstey ard. Rewaş Çînî orte de yo. Kurdan mîyan de zî esasê netewey sero partîyî estêy. Mesela Şerefettîn Elçî. YNK û KDP. Hawo waştişê înan ê federasyonî orte de yo…”

HEME KES GERE BIBÊ
“Eg bişîkyê partîya Tirkîyayî bivirazê û bêrê pêhet se, seyî 10 ravêrenêy. Partîyanê verî teng mendî û vatî ma heme cayan de kurdan rayxistiş bikerê. No fikrê teng o. Gere tirkanzî bikerê. BDP gere ney çîyî heşêxora berzo. Gere waştişanê xo bi kesanê bînan ê wayirê partîyanê ê ra, weş bidê famkerdiş ke şima pêjûbîra fam bikerê. Zaf rayan şêrê bêrê. Ez ney mijarî de çîyê ke kuno milê mi sero ez o bikî. Çendey verî mi nuşteyê Ahmet Înselî wedn. Vatibi ke gere kurd û tirkî pîya partîyê bivirazê û pîya bixebityê. Ez zî ney wazeni wa bikê. Kurd û tirkî pîya sîyaset bikerê. Gere ney esasî sero BDP şêro hetê bînan û bêro. Grûba ke yeno viraştiş e gere demokrasî weş bîyarê ca. Ze partîyanê bînan mekê. Mesela AKP de Erdogan, CHP de Baykal vezyeno qalan keno. Hîyerarşîya serekey esto. Ger partîya BDP de, no wina nêbo zaf kesî gere bivejyê qalan bikerê. Hîtap zaf muhîmo.”
“Vanê girotişî KCK, KCD ra benêy. Ema KCK û KCD cîyayê. Mi verî zî vatibi. KCD heme kurdan rayxistiş keno. Rayxistişê de demokratîk o. Zaf rayîr û rêbazê ney estê. Ferzo ke kurdîy heme bi civakî demokrat bê. KCD zî qabê ney xeban gere keno. spor, huner, ziwan, çand û zewbînî heme rayîr ê. Kooperatîfeya dewan û bajaran mi vatibi ney çîyî zî kunê ey rayîrî. Sîstema demokratîkey no yo. Çanda demokratîkbîyişî zaf muhîm o. Ney çîyî KCD şikyeno bi rayîra bero. No çî, rayîra bêdewletbîyişî de zaf muhîm o…”

ABÎYAYIŞ TASFÎYEYO
“Ez mînakê bidî se, FKO esto. Îsraîlî mîyan de bi mîlyonan erebî estê û cuyenê. Ney erebî ûca de bi rayxistiş ê. Parlemento ya Îsraîlî û zaf partîyî û zaf welîlî estê. Heme bin banê meclîsî de kar kenê. Temsîlîyeta ereban zî esto. Erebî FKO de bi rayxistiş ê. Zafêreya girotoxan ra vanê KVK, KCK zafêreya înan tebera xo bi rayxitiş kenê. Zafêreya înan zî bi sîlah kar kenê. KCD zî metrepolan de xo bi rayxistiş keno. Sivîlî tede estê. Şar tede esto. KCD ze FKO o yo. KCK’î ra ferqê ey xoser o, û xo rayîra beno…”
“Davûtoglû tebera vano problemî sifir ê. Bi ney zî projeya ma a Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilatamîyanin keno ke sekte pirodo. Bi ney zî verê çaresereyî geno. Wazenêy ke ma di modernîteya kapîtalîstey de veradê. No polîtîka AKP yo. Abîyayiş felan çîno. Zatî na gam nêvanê ‘abîyayişa demokratîk’, vanê ‘Projeya millî’. Erdoxan Rojhilatamîyanin vince vince geyreno. Davûtoglû vano sifir problem, no nexşe rayîra mi de bi. No mesele mi nexşe rayîra xo de nixnabi. Mi ra girotê. Ney zanê ra yenê mi ser. Biroşûrê AKP ê abîyayişî de vano ‘Apo ra ef çîno’ felan û bêvan. Faşîstaney nezdî benêy. Ez qabê xo çîyê înan ra nêwazeni. Ma vat ma şaran ze bira bidê cuyayiş. Ez tîya qabê şarê xo cuyeni. Obmazanêy ma zî wina kerd û kenêy. AKP zî ze MHP kokê kurdan bîyaro û biheleyno…”

‘AKP; QÛALÎSYON…’
“Hawt serrî yo ke AKP şarî bi projeyanê xo ê ke qîmê şarî nêkenê xapînenê. Hem kurdan û hezî Ewropayî dano kaykerdiş. Wa kurdî fam bikê ke AKP’î ra ney ra pey xêr nîno. CHP bi ney halê xo nêşno şêro. Sarigul beno ke alternatîf bo. AKP wina şêro se raştî de îttîfaka-koalîsyonî belkî bivirazo. 1977 de çîyê wina bi. MHP eg 10 bivîno se beno ke çîyê wina bino. Yanê AKP-MHP belkî bêrê pêhet. Ez bi waxto ke vani Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilatamîyanin se, gere kurdêy heme cayan yew bonî binde bêrê pêhet. Bi paltformê de hemeyî xo bivînê. Ze ereban beno ke bibo.”

WA FELSEFÎK BIFIRYÊ
“Fikrê mi a cenîyan sero çîyê cîya yo. Ez vani ke, eg cenî û mêrde mîyan de pêgirotiş hîyeraraşîyo û beno hetanê patrîarkaley. Yanê beno çanda zordarey û tecawizî. Înan mîyan de encax vîrê ke, felsefî bibo se, esasê heme çî vinenêy. Ez vani ke, rindey bi cenîyê ra felsefe nirxnayiş o. Bê ney, bi cenîyêrabîyiş, qabê mi nêbeno. Bê ney fikrê ke înan mîyan de, rayîra nêşino û hetanê cîyabîyişî şino.”

BAZARA DARBEYÎ KENÊY
“Tikey vanê senaryoya darbeyî kenê. Nêy bezirganeya darbeyî kenê. 2003 de no plan ameyo kerdiş se, çira AKP hetanê ney demî pawit? Pazarey esto ke ardo ney demî. Qabê bisilmaney ez ney vani, bisilmaneya no gamî a raştîn nîyo. Şarî mîyan de bisilmaney senî yo, kê şikyeno binê banê bisilmaneya modern de nîqaşan biko.”

HEYETA CPT ŞEŞ KESÎ BÎY
“Heyeta CTP’î ame hetê mi. Şeş kesî bîy. Bi înan ra mi muhîmeya dariznayişê cayê mi û doza Mahkemeya Heqanê Merdimanê Ewropayî de qalîy kerd. Etya de bi ombazanê xo ra saetê vînayiş pêk ard. Zîndananê bînan ra zaf nameyî mira yenê. Hintayê 30 hebîy nêday mi.Tekîrdag, Kiriklar û ê bînan ra. Edene Karataş ra ê koxûşa cenîyan zî amey,tikey ci nêday. Tipa D ya Amedî ra, Sêrtî ra zî nameyî amey. Mîdyat û Bakirkoy ra zî nameyê cenîyan girot. Ez ambazan ra ney vajî. Zîndanî de tenê vindertiş nîno manaya ke o kes bêbandor beno. Kesê tenê zî bimano şikyeno xo bipawo û xo avera bero. Ez ney esasî de wazeni ke ambazî xo avera bikê. Îzmîrde xebata hevparî muhîm o. Bi heme hêzanra yewbîyayiş muhîm o. Eg ney bivirazê se zaf çîyan dê bikê û biserkûrê. Heme ambazan silaf keni. Têkoşîna înan de serkewtişan wazeni.” STENBOL - ANF

Ji weşanên Lîsê pirtûkên nû


30/01/2010

Weşanxaneya Lîsê bi 8 pirtûkên nû di zivistana sar de tîneke germ da pirtûkxaneya kurdî. Weşanxaneya Lîsê ku berê klasîkên kurdî yên li deverên cuda hatibûn çapkirin û li ber dest nemabûn çap kirin û hêzeke nû da pirtûkxaneya kurdî, dest avêtibû wergerandina klasîkên cîhanê. Weşanxaneya Lîsê, piştî weşandina beşek ji klasîkên cîhanê, niha jî heşt pirtûkên bi navên Hemû Soneyên William Shakespeare, Êzdiyatî, Dara Pelweşiyayî, Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, Mirin Di Xewê De Bû û Bêpar, Otobês, Pevşabûnên Şîn çap kirin û di zivistana sar de tîneke germ xist dilê hezkiriyên wêjeya kurdî.

SONEYÊN SHAKESPEARE
Xebatên ji bo pêkanîna xewna wergerandina hemû berhemên William Shakespeare ji bo zimanê kurdî, zaravayê kurmancî, li hêlekê berdewam in, lê piştî 400 salên ku di ser yekem car çapbûna Hemû Soneyên William Shakespeare re bihurîn, di dîrokê de, ji bo cara pêşîn, parçeyekî yekpare ji hemû berhemên William Shakespeare, Hemû Soneyên William Shakespeare, 154 soneyên wî, bi zimanê resen, bi îngilîzî û bi kurdî, di pirtûkekê de, bi wergera Kawa Nemir bû malê zimanê kurdî.
Shakespeare, beriya ku sehneyên şanoya kurdî bi kurdî bihejîne, wê bi soneyên xwe yên evînî dilê kurdan bihejîne.

ÊZDIYATÎ
Nivîskar Tosinê Reşîd, ku bi xwe jî Êzdiyekî ji herêma Serhedê ye, bi vê berhema xwe ve li bersivên rast ên van pirsên mezin digere, ku gelek kes hene dixwazin rastiyê di vê derheqê de bizanibin. Ji bo vê, Reşîd çavkaniyên wekî dîn, mîtolojî, civak, wêje, dîrok û zargotinê vedijîne, digihîje wê encamê, ku Êzdî bi neteweya xwe ve kurd in, zimanê wan kurdî, zaravayê Kurmancî ye, welatê wan jî Kurdistan e.

DARA PELWEŞIYAYÎ
Bavê Nazê, bi zimanê û şêweyê vegotinê yê xweserî xwe ve, bi desttêdanên xwe yên rasteqîn î sosyalîst û rexnegiranetiya xwe ya tund, ku ji kevnesovyetan pê re maye, işaretê bi şemitînên di nava civaka kurd de, wekî şêwejiyanên ku di nava sermaye, soreş, evîn û bêbextiyê de dudilî mane, dike.
Di Dara Pelweşiyayîyê de, em jê re dibin govan, ku nivîskar vê firêqetiya xwe ya zimanî bi riya Şêrzadê pêlewanê romanê didomîne, lê belê di heman demê de em bi dilekî sotî “dastaneke aciziyê” dixwînin. Em pê dizanin, wekî di her du honakan de jî serêşî “polîtîka” ye û em dibînin, ku Şêrzad li devereke ku dibêjin hatiye rizgarkirin, li gel evîna xwe ya ku li pey xwe dikişkişîne careke din bi col û zincîran tê girêdan.

KURD
Vilcheviskj di vê xebata xwe ya akademîk de xwe dispêre gelek zanyarên navdar, ji dil û can hewil dide hinek xalên di etnografyaya kurd de ronî bike, yên wekî jiyana aborî û civakî ya rûniştevanên berê yên welatê kurdan, jiyana koçeriyê, riyên di hilgêrbûn û dagêrbûna wan a ji zozanan de, rola sewalvaniyê, rola kişt û kalê û dîroka eşîrên cihêreng ên kurd.
Berhema hêja, KURD, Destpêka Dîroka Etnîkî Ya Gelê Kurd bi wergereke bêhempa û çak ya Zîya Avcı gihîşt ber destê xwendevanê kurd.

ÇÎROKÊN NEQEDIYAYÎ
Romana Şener Özmen a duyemîn, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, (romana wî ya pêşîn, Rojnivîska Spinoza, Lîs, Îlon 2008) romaneke wisa ye, ku hêmanên ezmûngerayîtiyê dihebîne, tixûbşikêniya zimên a di nasnavê de ji xwe re dike serêşî, bi riya şêweyê peywendiyên lehengên xwe nîşanî me dide, ku nasnava kurd – bivê nevê – ne aydî wan navendên nasnavî ne, ku dor lê girtine, lê tevî dirûvê xwe yê têkşikestinê, bi xwe navendeke nasnavî ye. Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî vê yekê di heman demê de bi ser dixe, ku ziman û ezmûngerayîtî di demajoya nivîsandinê de li berûberê hev bi rê ve diçin. Ozmen a vê carê bi tevgerbariya zimanê xwe ve derdikeve pêş, lehengekî bi navê Sertac Karan tîne mexderê. Tu guman tê de nîne, ku Şener Özmen romannûsê kurd ê îro û sibehê ye.

MIRIN Û XEW
Mirin Di Xewê De Bû û Bêpar, Du lîstikên şanonûs û şanogerê kurd, Cuma Boynukarayê ku sî salan gelek lîstikên şanoyê bi tirkî nivîsandine, bi wan lîstikan gelek xelat wergirtine. Ber bi hemû lîstikên wî, du lîstikên wî, di pirtûkekê de, bi kurdî, bi wergera Lal Laleş, Rêzan Tovjîn û Fehîm Işık.

OTOBÊS
Otobês romanek e, ku albumeke ji gelek kesan pêkhatî ye. Her paldankek bi dengê xwe yê navxweyî qala xwe dike. Dengên ku di paldankên otobêsekê de rûniştine û heftokan ji dawa xwe de dirijînin.
Yunus Eroğlu bi vê romana xwe ya bi navê Otobês jî zorê dide tixûbên zimanê kurdî, bi zimanekî wiha bi silsileta xwe berdewam dibe.

PEVŞABÛNÊN ŞÎN
Helbestkarê kurd ê ciwan Ehmed Ronîar piştî dîwana xwe ya pêşîn a bi navê baran ji acizî dibariya (Belkî, 2006) bi dîwana xwe ya duyemîn a bi navê pevşabûnên şîn xelekeke din li zincîreya berhemên vî nifşê navbûrî zêde dike. AMED

AKP bazara darbeyê dike

30/01/2010

Rêberê Koma Civakên Kurdistanê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya roja çarşemê ku bi parêzerên xwe re pêk anî de têkildarî pêvajoyê nirxandinên girîng kirin.
Ocalan, di destpêka hevdîtinê de bal kişande ser bûyerên revandina zarokên keç ên li bajarên Kurdistanê û wiha got: “Min di çapemeniyê de nûçeyên têkildarî revandin û kuştina keçên kurd xwendin. Divê aşkera bibe ka di pişt vê yekê de çi heye. Ez vê yekê balkêş dibînim, di demên dawî de li Kurdistanê bûyerên bi heman rengî zêde bûne. Beriya niha jî li Îdir û Nisêbînê heman tişt qewimîbûn. Yên van tiştan dikin pir xirab dilîzin. Encamên vê yekê dê pir xirab bin. Divê li ser bê sekinandin. Keçên kurd ên 13-14 salî direvînin. Divê bê zanîn ka çi diqewime.”


GELÊ BÊDEWLET Û DEMOKRATÎK 


Ocalan, bi taybetî li ser têgîna dewletê rawestiya û di vê mijarê de cudabûna kurd û tirkan jî raxiste ber çavan. Ocalan, diyar kir ku divê mijarê de kurd û tirk ji hev cuda ne û wiha got: “Tirk bêtir gelekî ku li ser bingehê dewletê rêxistinbûyî ye û desteka dewletê digire. Lê kurd rêxistinbûna xwe li ser bingeha demokratîk pêk tînin. Beriya niha min têgîna, ‘gelê demokratîk ê bêdewlet’ bi kar anîbû. Ez difikirim ku ev nêrînên min tên meraqkirin û guftûgokirin. Netewe-dewlet sedema afirîna kapîtalîzmê ye. Kapîtalîzma bê netewe-dewlet nabe, beyî netewe-dewlet nikare hebûna xwe bidomîne. Li hember vê yekê min têgîna modernîteya demokratîk bi pêş xist. Netewe-dewlet bûye dawiya azadî û demokrasiyê. Netewe-dewlet kapîtalîzmê diafirîne. Dewlet nikare bibe sosyalîst. Tiştê ku netewe-dewlet biafirîne tenê û tenê kapîtalîzm e. Partiyên kurdan ên li ser bingeha neteweperestiyê birêxistinbûne hene. Mînak Şerefatîn Elçî ew, YNK û PDK li ser bingeha neteweperestiyê hatine rêxistinkirin.”



BI TENÊ BI KURDAN NABE

Ocalan, destnîşan kir heger hêzên demokratîk ên çep karibin werin gel hev dê dengê wan bigihîje rêjeya ji sedî 10 û bi bîr xist ku partiyên beriya niha di vê mijarê de teng mane. Ocalan, diyar kir ku partiyên beriya niha bi mantiqê, ‘em tenê kurdan rêxistin bikin’, ‘Kurdên li her derê’ nêzîk bûne û bi van gotinan xwest BDP vê têgihîştinê bişikîne û got: “Bêguman çareseriya pirsgirêka kurd berpirsiyariya herî girîng e. Lê belê bi têgihîştineke neteweperwertî ya teng pirsgirêka kurd çareser nabe. Ji bo vê yekê careke din dikarin herin cem derdorên cuda. Divê baş were ravekirin ka em dixwazin çi bikin. Di vê mijarê de broşureke ku siyaseta me ya bingehîn tê de cih digire dikare were amadekirin û belavkirin. Bi riya broşurê dikarin herin cem beşên cuda û hevdîtinan pêk bînin. Ez ê jî tiştên pêwîst bikim.”
Ocalan, têkildarî hebûna BDP’ê ya li meclîsê û di civînên koma meclîsê de jî nêrînên xwe anîn ziman. Ocalan destnîşan kir ku divê BDP têgihîştina komên bi axaftina serokê partiyê derbas bike û di komê de her kes karibe nêrînên xwe bîne ziman. Ocalan got ku divê BDP cudabûna xwe ya ji partiyên din nîşan bide, divê kursiyê meclîsê baş were bikaranîn. Ocalan, di hevdîtina xwe de beşeke girîng jî operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd û sîstema KCD’ê veqetand. Ocalan, têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Di van girtinên dawî de behsa KCK, KCD’ê dikin. Lê ya rast têkilî danîna KCK’ê ya bi KCD’ê re ne mumkûn e. Min berê jî gotibû. KCD hemû kurdan bi rêxistin dike û qanûnî ye. Pêwîstiyeke mezin a kurdan bi rêxistinbûyina di qada sivîl de heye. KCD ji bo di her qadê de kurdan birêxistin bike dixebite. Gelek rê û rêbazên vê yekê hene. Rêxistinên aborî, spor, huner, ziman û hwd. birêxistin dike. Ji jêr ve rêxistinbûyîna civakê pêk tîne. Min behsa kooperatîfên çolter û bajaran kiribû, tiştên mîna van saz dike. Modela rêxistinbûyîna ji jêr ve, rêveberiya demokratîk, çanda demokratîk gelekî girîng e. Sîstema demokratîk ev e. BDP partiyeke siyasî ye. KCD tê wateya amûra rêxistinbûna kurdan a li derveyî dewletê li ser bingeha demokratîk. Her du ne heman tişt in. Mînaka RRF (Rêxistina Rizgariya Filistînê) heye. Di nava Israîlê de bi mîlyonan ereb dijîn. Ev ereb li wir rêxistinkirî ne. Di parlamentoya Israîlê de gelek partiyên wan û parlamenterên wan hene. Li aliyê din ereb di nava RRF’ê de rêxistinkirî ne. RRF nûnera ereban a li pêşberî Israîlê ye. Van girtinan bi îdiya li hemberî KCK’ê ye pêk tînin, di rastiyê de KCK li derveyî sînorê Tirkiyeyê rêxistinkirî ye, PKK û KCK ye. Em dikarin KCD mîna RRF ku li ser zemînê qanûnî di nav kurdan û li metropolan de xwe birêxistin dike bigirin dest. Dema ez qala civaka sivîl dikim bila neyê fêmkirin ku behsa civaka sivîl ya dewlet wê birêxistin dike, dikim.”

‘BERLÊVEKIRIN TASFIYE YE’

Ocalan got ku êdî şik nemaye xebata AKP’ê ya bi navê ‘berlêvekirina demokratîk’ ji tasfiyeyê pêde ne tiştekî din e û wiha berdewam kir: “Ahmet Davutoglu bi gotina, ‘li derve sifir problem’ hewl dide îhtîmala çareseriya ku em bi Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk a ku em dixwazin biafirînin ji holê rake. Dixwazin me di bin xizmeta modernîteya kapîtalîst de bihêlin. Plana tasfiyeyê ya AKP’ê êdî zelal e. Berlêvekirin filan tune ye, tiştê bi navê berlêvekirinan tê gotin tev sefsete ne. Jixwe êdî nabêjin, ‘berlêvekirina demokratîk’ dibêjin ‘projeya yekitiya neteweyî’. Erdogan gav bi gav li Rojhilata Navîn digere, gotinên Davutoglu ên mîna, ‘polîtiyaka sifir pirsgirêk’ tev meseleyên ku di nexşeriya min de cih digirtin û hatibûn vekirin. Heger hatiba aşkerakirin dê bihata dîtin ku ji bo çareseriyê min ev mijar guftûgo kirine. Ji ber ku vê yekê dizanin têne ser min. Behsa broşureke AKP’ê tê kirin ya têkildarî qaşo berlêvekirinên demokratîk, di wir de di rûpelê yekemîn de dibêjin, ‘ji bo Apo efû tune ye’, dîsa mijara benê îdamê guftûgo dikin, nêzîkatiyeke faşîzan e. Min ji bo xwe tiştek ji wan nexwestiye. Me got, ‘aştî, çareseriya pirsgirêkên gelan’. Ez li vir hewl didim ji bo gelê xwe bijîm. Lê nêzîkbûna AKP’ê, mîna ya MHP’ê ye. CHP û MHP bi şêwazeke neteweperest nêzî mijarê dibin. Mantiqê wan helandina rastiya kurd a di nava neteweperestiya tirk de ye, jixwe mirina spî an asîmîlasyon ev nêzîkatî bixwe ye.”


AKP HER KESÎ DIXAPÎNE
Ocalan, li ser karakterê AKP’ê yê xapînok jî rawestiya û destnîşan kir ku AKP bi gotinên çareserkirina pirsgirêka kurd an berlêvekirinên demokratîk ev heft sal in her kesî dixapîne û wiha axivî: “Bi vê siyaseta xapandinê gelek deng jî bidest xistin. Hem kurd, hem Ewropa hem jî DYA bi vî rengî mijûl kirin. Lê niha aşkera ye ku ev lîstîk û tasfiye ye. Divê kurd jî vê yekê wisa bibînin. Nezîkatiyên CHP û MHP’ê jî tiştekî nû nadin civakê. Ji xwe CHP bi vê rewşê nikarê bimeşe. An dê Baykal biçe û CHP bikeve riyeke nû, an jî dê werin derbaskirin, tasfiyekirin. Dibe ku mîna altêrnatîf Sarigul amade dikin. Lê heger AKP wisa bidomîne dibe ku tifaqeke rastgir jî derkeve holê. Mumkûn e li tifaqa AKP-MHP’ê jî difikirin, lê baş tê zanîn ku hevkariyeke ev qasî rastgir dikare reşên faşîzan ên çawa bixwe re bîne. Di salên 1997’an de hikûmeteke ji eniya neteweperest hebû. Divê BDP ji beşên din ên demokratîk, rêxistinên çep re vê yekê bêje. Dikarin bibin hêz, siyasetê bikin. Dema ez behsa Tirkiyeya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn dikim behsa platformên ku tevahiya kurdan ku li hemû parçeyan werin gel hev dikim. Ez bawer im ku kurd dikarin li Rojhilata Navîn vê yekê bibin serî. Rewşa herêmê, ya ereban li holê ye divê li gorî vê rêxistinbûyîn pêk bê.”
 
 Ocalan der barê darbeyên ku di rojevê de ne jî wiha got: “Di rastiyê de pevçûneke ku berê li ser li hev kirine heye. Plana darbeyê ya Balyoz di sala 2003’yan de hatiye amadekirin, madem AKP ev yek zanîbû çima wê demê bi ser mijarê de neçû, çima wê demê Tayyip Erdogan ev mijar guftûgo nekir? Nexwe bazarek li dar e. Têkildarî îslamê jî ez careke din vê yekê dibêjim: Misilmantiya niha ne ya rast e, misilmantiya rast û têgihîştina umetê divê were guftûgokirin.”
Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinan jî wiha got: “Der barê jinê de dixwazim vê bibêjim. Têkilîdanîna min a bi jinan re cuda ye. Mirovên xwe ji bo azadiyê û têkoşîna azadiyê feda kirine, têkiliya di navbera du kesan de bi hiyerarşî, helwesta patriarkal, zext û tecawizê bi encam bibe. Li gorî min, têkilîdanîna di navbera jin û zilam de, ancax di çarçoveya felsefîk de dikare pêk bê. Têkiliyên ji bilî felsefî yên bi jinê re û zewac, têkiliyên patrîarkal û hiyerarşik in. Ev jî di dawiya dawî de têkiliyan diqedînin. Tenê têkilîdanînên felsefîk dikarin vê rizgar bikin.”

Ocalan da zanîn ku vê hefteyê wî hevdîtin bi parêzerên xwe û heyeta CPT’yê re pêk aniye. Ocalan got, bi heyeta 6 kesî ya CPT’ê re ew li ser tecrîdkirinê û girîngiya ji nû ve dadgehkirinê rawestiyaye. Ocalan ji bo hevdîtina bi CPT’ê re wiha peyivî: “Ez bi heyeta CPT’ê re jî rûniştim. 6 kes bûn. Ez bi wan re li ser şert û mercên vir, girîngiya ji nû ve dadgehkirinê û doza xwe ya li DMME’yê axivîm. Li vir bi hevalên din re jî vê hefteyê saetekê me hev dît.”

Divê BDP tevahiya Tirkiyeyê hembêz bike
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der barê kongre û pêşeroja BDP’ê de ev pêşniyar kirin: “Dibe ku xebatên taybet ên derdorên demokratîk hebin, lê dîsa jî ez beşdariya beşên cuda ya nava BDP’ê girîng dibînim. Dikarin piştî kongreya 1’ê hezîranê lezê bidin xebatên mîna partiya sîwane. Ev xebat girîng in. Beriya niha jî gelek partî hatin girtin, lê divê ev nebe yek ji wan. Min hişyar kiribû, min pêşniyarên xwe jî kiribûn, ez dubare dikim û hişyar dikim; neketina heman şaşiyan girîng e. Dixwazim vê jî destnîşan bikim; dibêjin ‘berdevkiya PKK’ê dike’ û partiyê digirin. PKK tevgereke derveyî qanûnan a çekdar e. PKK dikare bêje, ‘ez pirsgirêkên xwe yên bi dewletê re bi çek çareser dikim’ Hêza xweser a PKK’ê, hebûna wê û bêhtirin li çiyê û çolterê ye. Lê partiya Aştî û Demokrasiyê divê bêje, ‘Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi riya meclîsê û bi guftûgokirina li zemîna yasayî çareser bikim.’ Divê ev cudabûn baş bê destnîşankirin.”

‘BDP DIKARE BIBE NAVBEYNKAR’ 
 

Ocalan, der barê rol û mîsyona BDP’ê de jî nêrînê xwe anîn ziman û destnîşan kir ku bêhtir bi meşandina siyseta demokratîk dema şert û merc gihîştin, dikare bibe navbeynkara çareseriyê. Ocalan rol û misyona BDP’ê jî wiha rave kir: “Heger pêvajo bi pêş bikeve û ji bo guftûgoyan pêwîstiya aliyan bi navbeynkaran hebe, heger pêwist were dîtin BDP dikare vê navbeynkariyê bike. Lê belê ji niha ve, di vê rewşê de ne berdevkê tu kesî ye. Pêwîstî bi guftûgoya ‘PKK rêxistineke terorîst e’ jî tune ye. Îlankirina PKK’ê ya mîna terorîst ne berpirsiyar an karê BDP’ê ye. Di vê mijarê de pêwîstî bi zîvirîna li dora meseleyê nîne, dikare bê gotin, ‘îlankirina PKK’ê ya mîna terorîst ne karê min e’. Her kes dizane ku PKK tevgereke derveyî qanûnan a dixwaze pirsgirêkên xwe yên bi dewletê re bi riya çekê çareser bike. Di encamê de hebûna girêdanekê ya di nava PKK’ê û BDP’ê de ne mumkûn e, ne mantiqî ye jî. Rêxistinbûna Partiya Aştî û Demokrasiyê dikare di vê çarçoveyê de bê fikirîn. Partiyên beriya wê hinekî jî ji ber vê sedemê hatin girtin. Partiya nû di van mijaran de divê bi hestiyarî tevbigere. Ya rast BDP ne tenê partiya kurdan e. Ne partiyeke li ser bingehê neteweperestî xwe bi rêxistin dike ye. Partiyên li ser bingehê neteweperestiyê rêxistinkirî hene. Li Tirkiyeyê MHP di çarçoveya neteweperestiyê de xwe birêxistin dike. Min beriya niha destnîşan kiribû ku neteweperetî ola netewe-dewletê ye. Ev yek dikare di parêznameyê min de bi berfirehî were dîtin. Min gotibû ku kurd ne gelekî ku li ser bingehê dewletbûnê de xwe birêxistin dikin in. “ 


DIVÊ BDP BIBE PARTIYEKE NÛ
Ocalan, bi taybetî li ser Tirkiyeyîbûna BDP’ê û xwe gihandina asta ku karibê tevahiya Tirkiyeyê hembêz bike rawestiya û wiha axivî: “Ji bo vê yekê min akademiyên siyaseta demokratîk pêşniyar kiribûn. Ji bo zanibin ka dê siyaseteke çawa bimeşînin hebûna akademiyên siyasetê girîng e. AKP û partiyên din vî tiştî dikin. Ne yek gelek akademiyên AKP’ê yên siyasetê hene. Divê kurd jî bi riya akademiyên siyaseta demokratîk guftûgo bikin ka dê siyaseteke çawa, rêxistinbûyineke çawa pêk bînin. Heger vê yekê pêk neyînin, mîna berê jî min got ezê wan tund rexne bikim. Rêxistinbûna kurdan a li tevahiya Tirkiyeyê girîng e. BDP ne KCD ye. BDP divê bibe partiyeke ku tevahiya Tirkiyeyê hembêz dike. BDP di dawiyê de partiyeke siyasî ye. Divê pêwistiya vê yekê bicih bîne, li ser bingehê demokratîk siyasetê bike. Min pîvanên vê yekê berê diyar kiribûn. Partiya Sîwanê an platformên ku karibin werin gel hev û pêwistiyên siyaseta demokratîk mîna tê xwestin bicîh ne anîn.”