Friday, January 22, 2010

DAXUYANIYÊN OCALAN

Rêberê gelê gelê kurd Abdullah Ocalan çarşema bihurî bi parêzerên xwe rûnişt û em ê naveroka vê hevdîtinê ji we re ragihînin.

Rêberê gelê gelê kurd Abdullah Ocalan çarşema bihurî bi parêzerên xwe rûnişt û em ê naveroka vê hevdîtinê ji we re ragihînin.

Öcalan, da zanîn ku çalakiya hevdîtina li qada hevpar, ya ku wî û girtiyên din li dijî pêkanînên Îmraliyê dabûn dest pê kirin, dewam dike.

Ocalan wekî din diyar kir ku muhleta hevdîtina wî ya bi girtiyên din re ji saetekê daketiye 50 deqeyî.

Ocalan bi tundî li dij derdikeve ku li ser mafên wî yên bingehîn bazar têne kirin, û got: ez nahêlim kes gotineke nexweş der barê rûmet û prensîbên min de bibêje.

Ocalan herwiha bang li dewletê kir ku cidî tevbigere.

ÖCALAN: ÇALAKIYA DERNEKETINA JI BO HEVDÎTINA LI QADA HEVPAR DEWAM DIKE. DEMA HEVDÎTINÊ JI SAETEKÊ DAKET 50 DEQEYÎ
Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku dema hevdîtina wî ya bi girtiyên din re heftiyê ji saetekê daketiye 50 deqeyî.

Öcalan, da zanîn ku çalakiya hevdîtina li qada hevpar, ya ku wî û girtiyên din li dijî pêkanînên Îmraliyê dabûn dest pê kirin, dewam dike.

Ocalan ji bo helwesta dewletê got: ew ji bo qanûnên xwe jî rêzê nagirin, û wiha dewam kir:

"Em derneketin hevdîtina hevpar. Çalakiya me didome. Weke tê zanîn, mafê me yê hevdîtina hevpar 10 saet bû, tenê ji bo saetekê dihat pêkanîn. Me dikaribû tenê saetekê hev bibînin. Derneketina hevdîtina hevpar ji bo min ne pirsgirêk e, ez ji xwe fêrî van rewşan bûme. Min 11 sal bi tena serê xwe li vir derbas kirin. Ez li vê derê têra xwe dikim lê belê ez li ber hevalan dikevim. Heyfa min li wan tê. Ez nizanim ka ew ê karibin li hemberî vê rewşê li ber xwe bidin. Hevdîtina me ya dawî ji saetekê jî kêmtir kirin û daxistin 50 deqeyî. Di van şertan de dewamkirina van hevdîtinan bêwate ye. Ji ber vê yekê me biryar da em dernekevin hevdîtinên xwe yên hevpar. Em li vê derê ji bo xwe tiştekî zêde naxwazin. Em ji wan dixwazin qet nebe li gorî qanûnên xwe tevbigerin. Tiştekî ecêb e. Çiqas besît tevdigerin, rêzê ji qanûnên xwe re jî nagirin. Lê belê dixwazin em rêzê ji qanûnên wan re bigirin."

Ocalan careke din anî ziman ku kes nikare mafên wî bike mijara bazariyê.

ÖCALAN: EZ MIROVEKÎ BIRÛMET IM
NABE KU LI SER MAFÊN MIN BAZAR BÊ KIRIN

Ocalan dewlet dawetî cidiyetê kir û got: ez nahêlim kes der barê rûmet û prensîbên min de gotineke xirab bibêje.

Nirxandinên Ocalan ên li ser vê helwesta dewletê wina ne:

"Berî demeke kin, min bi midûrê girtîgehê re hevdîtinek pêk anî. Ji min re got, ez bêdeng bim, nepeyivim ewê televizyonekê bidin min. Yanê digotin: 'Zehf nepeyive, li cihê xwe bêdeng rûnê.' Ez mirovekî pir birûmet im, ez girêdayî prensîbên xwe me. Ez ji bo rûmeta xwe heme. Mafê we tine hûn wisa besît nêzî min bibin. Wisa zanin ku ewê bi televizyonekê min bixapînin, ev çi ecêbeke giran e" Ma ewçend besît in ev pirsgirêk? Cideteta wan a beramberî pirsgirêkan ewqas e? Li vê derê ev deh sal in di destê wan de televizyonek heye û nadin. Wisa zen dikin ku ewê bi çend tiştên besît min bixapînin. Gelo ew bi çi çavî li min dinêrin? Xuya ye ew min bi Osman, Botan û rezîlên ji me reviyane re tevlîhev dikin. Ji ber ku wan ew bi çend tiştên piçûçik xapandin, wisa bawer dikin ku emê jî wisa bin. Lê belê ez bi van lîstikan naxapim. Ez nahêlim kes gotinekê jî ji rûmet û prensîbên min re bibêje. Berê bi van rêbazan gelek kes ji rê derxistin, difikirin ewê bi wî rengî min jî ji rê derxin. Ez bi bazarên evçend erzan naxapim. "

OCALAN: TELEVIZYONEKÊ JÎ DIKIN MIJARA BAZARÊ
ZÊHNIYETA AKP'Ê EV E, FAŞÎZM EV E

Öcalan ji pêkanînên li Îmraliyê AKP berpirsiyar girt.

Ocalan got rûyê rastî yê AKPê ev e û weha peyivî:

"Bi qasî ku televizyonekê jî bikin mijara bazarê piçûk difikirin. Cidiyeta dewletê ev nîne. Bi nêzîkatiyên bi vî rengî erzan nabe. Divê hukûmetbûn û rêvebirina dewletê ne wisa be. Ma em bêrûmet in ku bi lîstikên weha erzan bixapin? Ma ez bêanor im, hevalên me bêrûmet in, gelê me bêrûmet e ku bi lîstikên weha erzan bixape? Zêhniyeta AKP'ê ev e. Ji ber vê yekê min peyva tesfiye rave kir. Zêhniyeta faşîst, faşîzm ev e. Divê ev, ev zêhniyeta faşîst were dîtin, were fêmkirin."

Ocalan ji bo AKPê got rûyê wê yê rastî ev e û tespîtên xwe jî dewam kirin.

Rêberê Gelê Kurd pîlana tesfiyekirinê ya AKPê weha bi nav kir: "Bi destê Baykal û Bahçelî mirinê nîşanî me didin û hewl didin me bi AKPê bi tayê razî bikin".

Ocalan tespîta "ya ku bi destê AKPê pêk tê, faşîzma îslama sunî û siyasî ye' kir û ji bo ku bi van lîstikan nexape jî gel hişyar kir.

BI BAYKAL Û BAHÇELÎ MIRINÊ NÎŞANÎ ME DIDIN
BI AKP'Ê DIBÊJIN BI TAYÊ RAZÎ BIBIN!

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi lîstikên AKPê nexape gelê kurd hişyar kir.

Ocalan got, divê kurd di hilbijartinan de jî dengê xwe nedin AKPê û bang li wan kir ku yekîtiya xwe pêk bînin.

Tespîtên Ocalan weha ne:

"AKP pêşî Kurdan birçî dihêle, paşê dixwaze bi alîkariyê, krediyan Kurdan bi xwe ve girê bide. Divê Kurd qîmet bi van nedin, bi lîstikên bi vî rengî nexapin. Di encamê de yê ku wê zirar lê bibe, yê ku were kuştin wê gelê me be. Divê ev bi vî rengî were zanîn. Ji ber vê yekê ez hêrs dibim, ji her kesî diqeherim, ez ji gel jî bi hêrs im, ez van gotinan ne bi tenê ji Kurdan re dibêjim, ji gelê tirk re jî dibêjim; çima bi lîstikên bi vî rengî piçûk nahisin, ji bo çi dengê xwe didin zêhniyeteke bi vî rengî. Divê yek dengî bi tenê jî nedin zêhniyeteke bi vî rengî."

Ocalan anî ziman ku êrîşkariya CHP û MHP'ê jî parçeyekî lîstikê ye û got xeta neteweperest û miletgir a weke dijberê AKPê xuya dike, xizmeta tesfiyekirina Kurdan dike:

"Aliyê neteweperest, miletgir û komkujîparêz ê Baykal û Bahçelî nîşan didin û dibêjin bi AKP'ê razî bibin. Konsepta danîne pêşberî me ev e; mirinê nîşanî me didin û dibêjin bi tayê razî bibin. Di navbera vê nêzîkatiya neteweperest-miletgir û nezîkatiya îslama sunî û siyasî de ti cihêtî nîne. Ya ku berê pêk dianîn, faşîzma neteweperest û miletgir bû. Ya ku niha bi destê AKP'ê pêk tînin faşîzma îslama sunî û siyasî ye. Hûn dizanin pirraniya Kurdan sunî ne. AKP jî vê nasnameyê bi kar tîne û hewl dide gelê me bi vî aliyê wî bike mêtingeh."

AKP DIXWAZE HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BIKIŞÎNE ALIYÊ XWE
LÊ BILA NEYÊ JIBÎRKIRIN KU EV PLAN DIKARE LI WAN VEGERE!

Rêberê Gelê kurd îşaret bi piştperdeya konseptê jî kir.

Ocalan got, li pişt van hemûyan Ingilîstan û Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê hene û armanca pîlanê jî bi kurtî weha anî ziman:

"Tirkiye wê bi welatên herêmê re peymanên ewlekariya bilind mohr bike. Tevî hêzên li Başûr bi ser PKK'ê de biçe, zexta herêmî li ser wê çêke. Li Tirkiyê jî bi destê AKP'ê wê Kurdan bixapîne û hewl bide pirsgirêkê çareser bike. Derdê AKP'ê bi tenê ew e ku desteka van hêzên tên naskirin bistîne, temenê xwe dirêj bike, hinekî din bêhtir dengan bistîne û du, sê demên din jî desthilatdariya xwe dirêj bike. Dixwaze peymanên ewlekariya bilind bi Îran, Iraq û Sûrî re mohr bike, hêzên Başûr bikişîne aliyê xwe, desteka Ewrûpa, Ingilîstan, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bistîne û bi bî awayî hewl dide Kurdan tesfiye bike. Belê divê neyê jibîrkirin ku mumkin e ev pîlan li wan vegerin."

Derbarê mijarê de Ocalan Şoreşa Fransewî û ya Cotmehê weke mînak nîşan dan.

Ocalan bi bîr xist ku di herdu mînakan de jî hêzên navneteweyî ji bo pêşiyê li şoreşê bigirin bi hewarê ve çûne, lê bi ser neketine.

Ocalan weha peyivî:

"Dibe ku li dijî me hevgirtineke gelekî mezin û destekea ji AKPê re pêk were, belê maneya vê ne ew e ku têkoşîna me ya gel pişta wê digire wê mezin û belav nebe."

Ocalan bi bîr xist ku di çarçoveya bazara li ser Botaşê de ew ji Rûsyayê hatiye derxistin û got, îro jî têkiliyên navnetweyî li dijî Kurdan tên bikaranîn.

Ocalan li hemberî vê, careke din biryardariya ji bo aştiyê anî ziman.

Ocalan bi bîr xist ku wan tevî êşan hemûyan, hevalên xwe ji bo aştiyê amade kirine û ev pirs ji rayedarên tirk kir:

We ji bo aştiyê çi kir?

Tevî ku pirsgirêk bûye sedema mirina bi 10 hezaran mirovî û weke pirsgirêka terorê tê nîşandan, Ocalan rêveberiya tirk rexne kir.

Ocalan got; yên dizanin şer bikin, divê bizanin aştiyê jî bînin.

JI BO KU RONDIKÊN ÇAVAN BIHEDININ
DU PEYV DIVÊN: HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi rasthatina 2010'an, banga çareseriya demokratîk li rayedarên tirk kir.

Ocalan bi bîr xist ku wan tevî êşan û şertên dijwar hemûyan hewl daye aştiyê pêk bînin, lê bi ser neketine û wiha dewam dikir.

"Ya rastî tiştê ji bo aştiyê bên kirin, diyar bûn. Ne tiştên zehmet bûn. Dîsa dibêjim. Ji bo rawestandina hêsrên çavan 2 peyv bes in. Yanî 'Hevdîtinên aştiyê'. Yên xizmên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, bi van gotinan dikarin ji bo çareseriyê zextê li hukûmetê bikin. Rawestandina hêsrên çavan evqas hêsan e. Bi rasthatina sala 2010'an careke din bang li serokkomar, serokwezîr, serokê Fermandariya Giştî, muduriyeta polêsan û muduriyeta îstixbaratê dikim. Divê herkes ya ji bo aştiyê dikeve ser milê wî bi cih bîne. Ev pêwistiyeke dewletbûyînê û pêwistiya cidîyeta dewletê ye."

Ocalan anî ziman ku heta niha wî ji bo çareseriyê gelek caran dîtinên xwe anîne ziman, lê belê dewletê guh nedaye dîtin û hewldanên wî yên ji bo çareseriyê.

Ocalan bi bîr xist ku tevî bûye sedema mirina nêzî 50 hezar kesan, rayedarên tirk hê jî pirsgirêkê weke pirsgirêkeke terorê bi nav dikin û wiha peyivî:

LI HERÊMEKE KU BI DEH HEZARAN KES DIMIRIN, HÛN NIKARIN MIROVAN BI PEYVA 'TEROR'Ê BIXAPÎNIN
"Çareseriya vê pirsgirêkê ewqasî ne zehmet e. Me dîtinên xwe yên ji bo çareseriyê bi awayekî zelal anîn ziman. Û ne zehmet bû pêwistiya gotinên me bi cih bînin. Lê belê ne guh dan bangên me û ne jî hewldanên me yên ji bo çareseriyê dîtin. Min li vir, tecrûbeyên cîhanê û riyên aştiyê lêkolîn kirin. Min di encamê de riya ku karibe me bigihîne aştiyê dît. Min ev dîtinên xwe nivîsandin. Lê belê rayedarên dewletê ev hewldanên me li ber çavan negirtin. Ez vê helwesta, hewldanên me li ber çavan nagire, rexne dikim. Dibêjin ji her du aliyan 40-50 hezar kes mirine. Lê ji vê encameke rast dernexistine. Bi terorê bi nav dikin, lê belê ev ne çareserî ye û bi van gotinan nikarin mirovan bixapînin. Li deverên ku lê nêzî 50 hezar kesî mirine, ne teror, şer heye. Li welatên din, evqas mirov bimirin, wê hevdîtinan pêk bînin, rûnin û riyên çareseriyê nîqaş bikin. Ez nabêjim, îleh werin bi min re biaxivin. Min navnîşan û rêbazên cûda nîşan dan, min gelek tespît kirin, lê belê ev li ber çavan nehatin girtin."

Ocalan destnîşan kir ku li Tirkiyê siyaseta li ser xwînê tê meşandin û wan tevî hemû êşan, gavên ji bo aştiyê avêtin û pirsa we çi kir? li rayedarên tirk pirsî.

ME EV GEL JI AŞTIYÊ RE AMADE KIR
BAŞE WE ÇI KIR?

"Va ye hûn jî dibînin, hê siyaseta li ser xwînê dimeşînin. Dibêjin şehîdên me hene, lê belê rêzê ji şehîdên xwe re jî nagirin. Madem şerek çêbû û mirov mirin, wê demê divê pêşiya êşan û mirinan bigirin û xebatên ji bo aştiyê pêş bixin. Ev wezîfeya rêveberiya dewletê ye. Em ji 93'an û vir ve, têkoşîna aştiyê dimeşînin. 11 sal in jî, ji vir têkoşîna aştiyê dimeşînim. Hewldanên me yên ji bo aştiyê çêbûn, lê belê bêencam man. Erê, nêzî 50 hezar kesî mirin. Lê li şûna ku pêşiya mirinên din bigirin, hê van mirinan bikartînin. Behsa cûdaxwazî û terorê dikin. Me ti demê nexwest vî welatî parçe bikin. Dibêjin şehîdên me hene. Ma yê wan hene û yên me nînin? Me tevî êş û zehmetiyan hemûyan, hevalên xwe razî kirin û ji bo aştiyê amade kirin. Ma we çi kir? We bi tenê êş giran kirin."

OCALAN JI BO ÇARESERIYA BANG LI DEWLETÊ KIR
YÊN ZANIN ŞER DIKIN DIVÊ ZANIBIN AŞTIYÊ JÎ BIKIN

Ocalan hatina komên aştiyê jî wekî mînaka herî dawî ya hewldanên ji bo aştiyê nîşan da û anî ziman ku bi vê yekê xwestiye nîşan bide kurd ji bo aştiyê amade ne.

Ocalan bi bîr xist ku wan tevî hemû êşan bingeha aştiyê amade kiriye û wiha got:

"Me tevî êş û zehmetiyan hemûyan, heval û gelê xwe ji bo aştiyê amade kirin. Pêşengên dewletê, çawa amadekariya ji bo şer dikin, divê bingeha aştiyê jî amade bikin. Yên dizanin şer bikin, divê zanibin aştiyê jî bikin. Bi gotina 'pirsgirêka terorê heye' nikarin ji pirsgirêkê xwe xilas bikin. Evqas erzan nêz nebin. Em ji bo nasname, azadî û gelê xwe têkoşiyan. Bi hezaran girtiyên me hene û gelê me heye. Yên di vê sermayê de li çiyayan mane, hene. Divê sedema hebûna wan ya li wan çiyayan fêm bikin."

Ocalan di hevdîtinan xwe de têkiliya di navbera rewşa xwe û pirsgirêka azadiyê ya gel de jî nirxand.

Ocalan got; "A girîng ne rewşa min a ferdî ye, a girîng azadiya gel e. Rewşa min jî girêdayî vê ye."

Ocalan da zanîn ku têgihiştina wî ya rêbertiya demokratîk jî ev e.

PIRSGIRÊK PIRSGIRÊKA AZADIYA GELEKÎ YE
TÊGIHIŞTINA MIN A RÊBERTIYA DEMOKRATÎK JÎ EV E

Rêberê Gelê Kurd Ocalan anî ziman, ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka azadiya gelekî, ya nasnameyekê ye.

Ocalan xwest sererastkirina şert û mercên wî û azadiya wî jî girêdayî vê yekê bê nirxandin.

Ocalan der barê mijarê de wiha peyivî:

"Divê ev pirsgirêk li ser yek kesî neyê xitimandin. Pirsgirêkeke civakî û siyasî ye. Pirsgirêka azadî û nasnameyê ya gelekî ye. Pirsgirêkên siyasî yên wiha jî, bi aqlê siyasî, bi rê û rêbazên siyasî tên çareserkirin. Nêzikatiya polîtîk-siyasî ev e. Wa ye şert û mercên min tên niqaşkirin, li ser vê çalakî tên lidarxistin. Eger wiha be, hunê ji lîstikên li ser min tên listîn re bibin amûr. Ez careke din dibêjim, a girîng ne rewşa min a ferdî ye. Ji bo min a girîng rewşa gel e, rewşa 5 hezar hevalên min ên li zindanan e, azadiya wan e. Sererastkirina şert û mercên min û azadiya min piştî wan tê. Rewşa min girêdayî ya wan e. Em bêjin rewşa min baş kirin, lê eger rewşa hevalên min û gelê min baş nebe, ti wateya başbûna rewşa min namîne. Gelê me, rêbertiyeke bi vî rengî qebûl kir û min jî nêzikatiya gel a li dijî xwe wiha fêm kir. Têgihiştina min a rêbertiya demokratîk ev e."

"EZ GIRÎNGIYÊ DIDIM JIYANA KU XWE DISPÊRE TÊGIHÎŞTINÊ
MIROVÊ TÊDIGIHÊ, MIROVÊ AZAD DIBE YE"

Ocalan anî ziman ku ew giringiyê bi jiyana xwe dispêre fêmkirinê dide û got, mirovê ku fêm bike, mirovê azad dibe ye. Mirovê ku azad bibe jî xweşik dibe, dibe mirovek baş.

Ocalan herwiha da zanîn ku eger ew baş neyê fêmkirin ewê herkesî hişk rexne bike, eger pêwist be ewê parêzerên xwe jî red bike û dernekeve hevdîtinê.

Ocalan careke din anî ziman, ku di nava şert û mercên têde ye nikare rêbertiya pratîk bike, ev yek li gorî exlaqê jî û li gorî qanûnan jî jixwe ne rast e.

Ocalan got tevî vê yekê jî, ewê fikrên xwe hertim bîne ziman û got; "Bi cezayên disiplînê dixwazin min bitepisînin., ez bi van lîstikan naxapim. Hun dikarin min bikûjin jî, ez ji vê yekê natirsim, lê hûn nikarin ji min re bêjin neaxive."

EZ TÊKOŞÎNA PARASTINA NEFSA XWE DIDIM
EZ NEÇAR IM LI GORÎ BÎRANÎNA MAZLUM Û KEMALAN TEVBIGERIM

"Ez dikarim bêjim ku ezê li vê derê, meşa xwe ya dawî layiqê hevalên xwe û gelê me bi dawî bikim. Li gorî berpirsiyariya li hemberî gelê xwe, divê ez jiyana xwe dewam bikim. Ji bo vê yekê jî, li dijî van şert û mercên ji mirinê xirabtir ez li ber xwe didim. Hûn berxwedana Mazluman, Kemalan, Xeyriyan dizanin. Ez neçar im ku li gorî bîranîna van havalan tevbigerim, wan bidim jiyîn. Ew mirovên gelek wêrek bûn. Ez eşkere dibêjim, ez bi qasî wan wêrek nînim. Belkî ez kesekî ji rêzê bim jî, dibe ku bi qasî tê gotin nebim jî. Lê ez yek tiştî dizanim; ezê li vir bi awayekî bi rûmet, bi awayekî ku gelê me û nirxên wan heq bikin, jiyana xwe dewam bikim. Têkoşîna min ya li vê derê, bi awayekî herî zelal û vekirî, têkoşîn û parastina nefsê ye, têkoşîna xwedîderketina li nefsê ye. Min li vê derê biryara xwe daye, ezê ne helwesteke pir nerm û lihevkirinê û ne jî helweste pir hişk nîşan bidim. Ezê di polîtîkayê de nerm bim. Lê ezê ti carî ji prensîbên xwe paş ve gavê neavêjim. Ezê ji nêzikatiyên tûj yên du alîyan jî dûr bisekinim."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din anî ziman ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd wê biryarên xwe bixwe bidin.

Ocalan got; ji vir şûnve jî wê têkoşîn dewam bike. Bila li gorî xwe bifikirin û biryarên xwe bidin. Ji vir şûn ve lihev tên, şer dikin ez nizanim, ew bixwe biryara xwe didin."

DIVÊ BDP XWE JI ÎMAJA PARTIYA NASNAMEYÊ RIZGAR BIKE

Rêberê Gelê Kurd herwiha peyam da BDP'ê jî ya ku 1'ê Sibatê de wê kongra xwe pêk bîne.

"Divê BDP ji rewşa partiya nasnametiyê xwe rizgar bike. Divê bibe partiyeke ku li hemberî pirsgirêkên giştî yên welêt hestiyar be. Ji ber vê yekê divê ji derdorên cuda mirovan û derdoran tevlî nava xwe bike. Divê perspektîfa wê ev be."

Ocalan herwiha bal kişand ser pêdiviya rêxistinbûyîneke sîwanê jî.

No comments:

Post a Comment