Wednesday, January 27, 2010

‘Dewleta tirk xeletiya dîrokî kir’


27/01/2010

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan wiha got: “Bi van kirinên xwe xeletiya xwe ya herî mezin kiriye. Ev li ser navê dewleta tirk jî xeletiyeke mezin e. Tevgera Azadiyê ji 1’ê hezîrana 2004’an heta niha pêvajoyeke girîng a têkoşînê borand. Ligel bêencamhiştina konseptên tasfiyekariyê yên li hemberî tevgera me, berhevbûneke îdeolojîk pêk hat û di her warî berfirehiyên rêxistinî çêbûn.

"Helwesta xwe dê aşkera bikin
Karayilan diyar kir ku pêvajo bi vî rengî nameşe û wiha got: “Em ê wekî tevger, der barê hemû mijaran de helwesta xwe aşkera bikin. Di nava hefteya bê de em ê nêrîna fermî ya tevgera xwe aşkera bikin. Em ê helwesta xwe bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.”

Hişyarî da Serokwezîr
Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê Murat Karayilan îdiaya hefteya borî dewleta tirk avêtiye holê ku ‘PKK dê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr bikuje’ bi bîr xist û wiha got: “Êdî tiştekî ku bê gotin nîn e. Ev nîşan dide ku dewleta tirk dê li hemberî gelê kurd û siyasetmedarên wî rêbazên xwe yên gemarî bixe dewreyê. Ez bi taybetî Serokwezîrê hikûmetê hişyar dikim. Ji vê polîtîkayê ew berpirsiyar e. Li wir dixwazin çi bikin ku îdiayeke bi vî rengî diavêjin holê?”
PLANA TASFIYEYÊ DI DEWRÊ DE YE
Murat Karayilan, destnîşan kir ku ji 13’ê nîsana 2009’ê şûnde biryara bêçalakîtiyê hatiye dayîn û bi vê yekê rê li ber pêvajoyeke siyasî hatiye vekirin. Karayilan, wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi amadekirina nexşeriya çareseriyê, çareseriya demokratîk anî rojevê. Lê dewleta tirk dest ji rêbazên xwe yên klasîk ên înkar û îmhayê bernedaye. AKP’ê bi projeya ‘berlêvekirina çareseriyê’ plana tasfiyekirina siyaseta kurd daye ber xwe.”
XWESTIN SIYASETA KURD PARÇE BIKIN
Karayilan helwesta dewleta tirk a li hemberî Ocalan bi bîr xist û got ku dewleta tirk bi pêkanînên li hemberî gelê kurd hiqûqa xwe jî binpê kiriye. Karayilan, bal kişand ser operasyonên li hemberî siyasetmedarên kurd û wiha got: “Dewletê DTP ji bo tasfiyekirina PKK’ê li hemberî xwe wekî astengî didît. Di şexsê DTP’ê de xwestin siyaseta kurd a legal parçe bikin. DTP’ê yekitiya xwe parast û helwesteke baş nîşan da. Ji ber vê DTP hate girtin û komkujiyeke siyasî dan destpêkirin.”
SERKÊŞÊ POLÎTÎKAYAN AKP YE
Karayilan diyar kir ku di pêvajoya bêçalakîbûnê de 94 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Ligel ku me îlana aştiyê kir, dewleta tirk bi serkêşiya Hikûmeta AKP’ê li hemberî me û hemû saziyên gelê kurd şerekî topyekûn îlan kir. Operasyonên li hemberî gerîlayan nedan sekinandin. 94 gerîlayên me şehîd bûn. Kuştinên faîlên wan nediyar pêk hatin. Zarokên kurdan hatin gulebarandin û kuştin. Dayikên kurd li kolanan hatin jopdan û heqaret li wan hate kirin.”
KURD DÊ LI BER XWE BIDIN
Karayilan got ku AKP’ê têkçûna xwe ya di hilbijartinên 29’ê Adarê ya li hemberî siyaseta kurd hezm nekiriye û ji ber hindê êrîşên tund dan destpêkirin. Karayilan wiha got: “Hin siyasetmedarên kurd digirin û hin jî dixwazin ku bitirsînin. Hinan dixwazin teslîm bigirin. Li hemberî îradeya siyasî ya gelê kurd hewldana tasfiyekirayê heye. Bi vê yekê dixwazin bingehekê ji bo xwe vekin. Li hemberî vê polîtîkayê gelê kurd bi hemû sazî û rêxistinên xwe dê heta dawiyê li ber xwe bide."
BI DALAWÊREYAN ÇARESER NABE
Karayilan got ku bila baş bê zanîn pirsgirêka kurd a 200 salî bi dalawêreyên bi vî rengî nayê çareserkirin û derbirî ku dek û dolabên tên gêrandin niyeta dewleta tirk û Hikûmeta AKP’ê datîne holê. Karayilan, got ku proje ya dewletê ye û berpirsyarê vê polîtîkayê Hikûmeta AKP’ê ye û çapemeniyê jî bi kar tînin. Karayilan got ku gelê kurd koletiyê qebûl nake û wiha got: "Li hemberî siyaseta kurd darbeya ‘Balyoz’ê pêk anîne. AKP û dewleta tirk xeternak tevdigerin."

No comments:

Post a Comment