Friday, January 22, 2010

EV FAŞÎZM E


22/01/2010

Pêla operasyonên li hemberî siyasetmedarên kurd duh jî dom kir. Li Îdirê Şaredar Mehmet Nurî Guneş li meqamê xwe hate kelepçekirin. Li Amed û Êlihê xebatkarên rojnameya me di encama serdagirtinên malên wan de hatin binçavkirin. Her wiha li Stenbol, Bazîd, Norşîn û Wanê jî di encama serdagirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Îdirê bi ser şaredariyê de hate girtin û Şaredar Mehmet Nurî Guneş li meqamê xwe hate kelepçekirin. Di serdagirtina ku ji aliyê polîs û cendermeyan ve hate kirin de, odeyên şaredar, alîkarên şaredar û midûran hate gerîn û 4 kompîtûr hatin desteserkirin. Di encamê de, Şaredar Mehemt Nuri Guneş, Serokê BDP'a Îdirê Şebap Çelik, Şaredarê berê yê bajaroka Hoşhaberê Nusret Aras, Mehmet Guven, Suleyman Kalkan, Mecit Baştaç, Mehmet Çam, Mehmet Haşimoglu û 3 kesên din ên ku navê wan ne hate zanîn hatin binçavkirin.
Şaredar Guneş di odeya xwe de hate kelepçekirin û li ber deriyê avahiya şaredariyê dema ku xwestiye di nav welatiyan re derbas bibe ji aliyê leşkeran ve êrîşên fizîkî lê hate kirin û wî bi zorê xistine erebeya leşkerî. 11 kesên hatine binçavkirin, birine Fermandariya Cendermeyan a Îdirê.
Di sala 2008'an de di pevçûnê de HPG'iyeke hatibû qetilkirin û li ser wî ajandayeke derketibû û li ser vê yekê jî lêpirsîn hatibû destpêkirin. Hate îdiakirin ku ev 11 kes jî di çarçoveya wê lêpirsînê de hatine binçavkirin.

25 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeyên Kuçukçekmece, Başahşehîr, Bagcilar, Gazîosmanpaşa, Sancaktepe, Sultangazî û Esenyurt'ê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de ligel rêveberên BDP'ê 25 kes hatin binçavkirin. Di encama serdagirtinan de Engin Misir, Ugur Araci, Omer Açik, Nurî Altay, Metîn Guler, Ferdî Tanriverdî, Mustafa Dursun, Cabbar Ozdemîr, Metîn Aslan, Erdogan Yildiz, Maksut Yildiz, Behçet Bozkurt, Alî Han, Mesut Gurpınar, Ahmet Ozbay, Ahmet Cengîz hatin binçavkirin. Her wiha li Îzmîrê jî Mehtap Çopan hate binçavkirin.

ÊLIH KIRIN NAVEND!
Ekibên Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Êlihê, serê sibê saet di 05.00'an de li taxên Bahçelîevler, Çay û gelek taxên din bi ser gelek malan de girt. Polîsan, di serdegirtina malan de xebatkarê rojnameya me Denîz Kiliç, Ekrem Akman, Hasan Akman, Alattin Bati, Alattin Turkoglu jî di navde bi dehan kes binçav kirin. Her wiha polîsên ku bi ser Yurda Xwendekarên Zanîngeha Êlihê de jî girtin. Hate zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Êlihê. Her wiha 2 muxtarên taxan ên Îdirê û 3 muxtarên gundan jî hatine binçavkirin. Polîsên Girêdayî Midûriyeta Polîsan a Amedê ligel ekibên Midûriyeta Polîsan a Êlihê, saet di 05.30'an de bi ser mala xebatkara me Nevîn Erdemîr de girt û Erdemîr binçavkirin. Di serdegirtinê de polîsan nêzî 3 saetan lêgerîn kir. Di serdegirtin bi biryara Fermandariya Cendermeyan a Êlihê ve pêk hate de hînbûn ku Nevîn Erdemîr birin Fermandariya Cendermeyan a Êlihê.
Serdagirtinên malan ên li Amedê bi vê sînor nebû. Ekîbên Midûriyeta Polîsan a Farqînê, li taxên Mescît û Tekelê yên Ferqînê, serê sibê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdagirtina malan de Hevserê Cîgira Şaredarê Ferqînê Sadiye Çîçek, Musa Çîçekçî, Rêveberê BDP'ê Fîkrî Ezer û Belavkarê Rojnameya Gunlukê Abdulrezak Tekçî û Adil Dalgin, Fazli Dalgin, Muhterem Alsaç, Siddik Menge, Cahît Menge û Hasan Hayme hatin binçavkirin.
Li Wanê jî di serdegirtina malan a ji aliyê polîsan ve 2 kes hatin binçavkirin. Di operasyona bi fermana Dozgeriya Komarê ya Êlih û Îdirê pêk hat de, xwendekarê zanîngehê R.D. û A.K. hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Êlihê.
Polîsan li Bismila Amedê saet di 04.00'an de avêtin ser gelek malan. Di encama serdagirtinên malan de kesên bi navên Nîhat Bulbul û Eşref Alsaç hatin binçavkirin. Der barê serdagiritnên malan de ku agahî nehatin stendin, hate zanîn ku 2 kesên hatine binçavkirin birine Êlihê.

LI BAZÎDÊ JÎ DOM KIR
Yekîneyên Qereqola Polîsan a Bazîdê serê sibê malên endamên Meclîsa Şaredariyê û Meclîsa Giştî ya Bajar ên BDP'î, rêveberên BDP'a Bazîdê jî di nav de bi ser gelek malan de girt. Hate zanîn di encama serdagirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberê BDP'ê Ahmet Înan, şofêrê şaredar Mehmet Bubîlîk, endamên Meclîsa Şaredariyê Burhan Karatay, Mustafa Karatay, Midûrê Yekîneya Qanolîzasyonê û Avê yê Şaredariyê Yusuf Sogut, Mehmet Tunç, Keyayê Taxa Yenîmahalleyê Hasan Tuncer û endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Kenan Alkan.
LI NORŞÎNÊ GIRTIN
Li Norşîna Bedlîsê, 15 kesên 3 roj berê di encama serdatigina malan de hatibûn binçavkirin, derxistin dozgeriyê. Piştî îfade dayîna li dozgeriyê ji 15 kesan 2 zarok serbest hatin berdan. Dozgeriyê, zorêkên bi navê S. A, E. E., G. Y., Huseyîn Sîrî, Cuneyt Gençturk, Yunus Tunus, Kerem Arat, Lutfî Yilmaz, Yunus Balkaya, Guven Yeşîlimak, Suat Yildirim, Ziyaulhak Mete û Onder Mete bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Bedlîsê kirin. Heyeta dadegehê jî bi hinçeta "propagandeya rêxistinê kirin" û "li hemberî polîsan derketine" der barê 13 kesan de biryara girtinê da.
Li gundê Hasuna yê girêdayî Melezgîrê ya Muşê di serdagirtinên malan de Naîf Gumuştaş, Bulent Gumuştaş û Nevzat Gumuştaş hatin binçavkirin. Kesên ku bi îdîaya "Alîkarî û hewandina PKK'ê" hatin binçavkirin, birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. ÎDIR - STENBOL - AMED - ÊLIH - WAN - AGIRÎ - MÛŞ

No comments:

Post a Comment