Thursday, January 21, 2010

Celîk: BDP dê pergala demokratîk ava bike

21/01/2010

BDP'ê beriya kongreya xwe ya awarte ya di 1'ê sibatê de lez da xebatên xwe û ji bo amadekariyên kongreyê nîqaş û xebat fireh kirin. BDP, ku li ser van esasan bi derdorên cuda re tê cem hev, niha jî nîqaşên navxweyî dimeşîne û hewl dide der barê rêveberiya bê avakirin de perspektîfa xwe zelal bike.
Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk ku têkildarî amadekariyên kongreyê nirxandin kir û destnîşan kir ku armac dikin kongreyeke bi beşdariya dordorên cuda û berfireh li dar bixin. Çelîk, anî ziman ku ji ber hêj partiya wan nû ava bûye ev yek pêk neanîne û wiha got: "Niha jî em hewl didin ku bi rêveberiya em amade bikin bibin kongreya vîzyoneke berfireh. Di kongreyê de em dê kadroyên DTP'ê û BDP'ê bigihînin hev. Em dixwazin piştî van ceribandinên heyî ji bo bibin bersiva bendewariya demokratîkbûna Tirkiyeyê rolekî bilîzin." Çelîk, bal kişand ser pirsgirêkên kurd, elewî, kedkar, bêkar û xizanan û da zanîn ku dê di serî de pirsgirêkan bi rê û rêbazên demokratîk çareser bikin. Çelîk, destnîşan kir ku dê partiyeke ku pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê têxe rojeva xwe û çareser bike ava bikin û wiha axivî: "Pêwîst e projeyên ku PKK'ê beşdarî siyaseta demokratîk bikin bên nîqaşkirin. Ev yek jî ji bo kongereya me xwedî girîngiyekê ye. Çelîk, anî ziman ku bi vê perspektîfê diçin kongereyê û bi bîr xist ku BDP'ê hê xwe rêxistinkirina xwe û partibûna xwe ava nekiriye."

NÎŞANA DEMOKRATÎKBÛNÊ
Çelîk, bi bîr xist ku partiya beriya wan DTP, tenê li ser bingeha kurd hatibû avakirin û ji ber astengiyên li pêşiya xwe nikaribû xwe fireh bikira. Çelîk, bi bîr xist ku pirsgirêka kurd tenê bi Tirkiye û Rojhilata Navîn ne sînorkirî ye û wiha got: "Pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Ji ber vê yekê çareseriyeke berfireh pêwîst e. Ji ber polîtîkayên înkar û îmhayê yên ji serdema Osmanî ve dest pê kirine û heta niha tên meşandin, ji sedî 80 kurd neçar mane biçin rojava û li metrepolan bi cih bibin. Êdî sînor bêwate bûne. Divê mirov berfirehtir li pirsgirêkê binêre û ji gelek aliyan ve bigire dest. Pevçûnên li Tirkiyeyê tenê zirarê nade gelê kurd, dide hemû civakên Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê bernameya demokratîkbûn, demokratîkbûna Tirkiyeyê û jiyana li welatekî demokratîk ji bo her kesî pêwîst e. Em li ser vî esasî nêzîkî pirsgirêkê dibin û dixwazin her kesî di bin banekî de bînin cem hev."
Çelîk, da zanîn ku ji sedî 95'ê Tirkiyeyê mexdûrê pergala heyî ye û dê her kes xwe di nava pergala demokratîk de bibîne. Çelîk, destnîşan kir ku projeya pergala demokratîk bi AKP, CHP û MHP'ê nayê avakirin û BDP wekî navnîşan nîşan da. Çelîk, anî ziman ku armanca wan Tirkiyebûn e û wiha got: "Em dixwazin bibin partiya Tirkiyeyê. Li ser vê yekê em dixebitin. Piştî kongreyê em dê vê mijarê dîsa bi şaredarên xwe û derdorên cuda re bi berfirehî nîqaş bikin."

‘NAVENDÎBÛN NÎN E’
Çelîk, bal kişand ser rêveberiya ku dê ava bikin û wiha dom kir: "Em dê rêveberiyeke demoratîk ava bikin. Di vê rêveberiyê de dê serdestî, yekdestî û îqtîdar tune be. Çelîk, bi lêv kir ku ji bo PM'ê serlêdan didomin û ji bo hevserokatiyê jî pêşniyaran digirin. Çelîk, bi bîr xist ku ji bo rêveberiyê û têkildarî partiyê bi rewşenbîrên kurd, derdorên demokratîk, femînîst û akademîk re civiyabûn û wiha got: "Di van civînan de derket holê ku li Tirkiyeyê valahiyeke mezin a demokratbûnê, di welatekî hevpar de siyasetê bikin heye û pirsgirêkên cidî hene. Ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk, tespîta divê pirsgirêkên li hemberî siyaseta kurd bên rakirin hate kirin." Çelîk, destnîşan kir ku valahiya di siyasetê de ancax ‘bi partiyeke wekî BDP'ê ku têkîliyên rêxistinî yên berfireh û daxwazên demokratîk tê de heye re’ bê tijekirin. Çelîk, daxuyand ku di partiyeke wisa de derdorên mexdûrên polîtîkayên kurewî yên wekî derdorên femînîst, antî-mîlîtarîst, derdorên li dijî faşîzmê, kesên ji kedxwariyê zirar dîtine, rewşenbîr û demokratên lîberal divê tevlî bibin û wiha domand: "Em watedar dibînin ku kes û şexsiyetên cuda di rêveberiyê de cih bigirin. Lê em dixwazin ev tenê ne bi şeklî,bi awayekî xurt û baş cih bigirin. Ji ber vê yekê em di destpêka maratonê de ne."

RÊVEBERIYEKE ÇAWA?
Çelîk, derbirî ku ji bo rêveberiyê hêj peşniyaran digirin û wiha axivî: "Xwezî kongre bi hezaran delegeyên rêxistinkirî, bi çend lîsteyan hatiba kirin. Lê ji ber ku ev kongre hinekî bi lez ket ev yek ne mimkûn e. Lê dîsa jî bi qasî ji destê me bê em dê berfireh birgirin. Hem ji bo mîsyon û vîzyonê hem jî ji bo derdorên cuda cih bigirin em dixwazin rêveberiyeke berfireh çêkin. Em dixwazin rêveberiyeke hevpariya jin û mêr, ciwan, derdorên demokrat xwe tê de bînin ziman ava bikin." Çelîk, anî ziman ku ji bo hevserokatiyê jin û zilam, heya niha 8 nav hatine pêşniyarkirin, lê heya niha kesekî xwe pêşniyar nekiriye. Çelîk, hewcedariyên piştî kongreyê wiha anîn ziman: "Piştî kongre hewcedariyên me lidarxistina kongreyên bajar û navçeyan in. Bi vê yekê re ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêşniyariyên dema kin, dema fireh û dema dirêj pêk bînin û derkevin ber raya giştî." ENQERE - DÎHA

No comments:

Post a Comment