Sunday, January 31, 2010

Tehamulî gora şehîd nekirin

31/01/2010

Piştî agahiyên têkildarî Goristana Asrî ya Diyadînê ku hem li ser gorên PKK'iyan û hem jî li ser yên leşkaran ‘şehîd’ hatiye nivîsandin derketine holê, mijar kete rojevê.
Kêla gora gerîlayê PKK'ê Şakîr Sari yê ji aliyê hevsera wî ve hatiye çêkirin û li ser ‘Şehîd’ nivîsîbû bi zora polîsan hate rakirin. Li goristanê 48 gorên gerîlayên PKK'ê hene. Bi tevahî 90 gorên PKK'iyan û leşkaran di goristanê de hene. Malbatên leşker û PKK'iyan xwestibû ku zarokên wan di bin axê de bi hev re bin. Lê ji ber ku li ser kêla gora gerîlayê PKK'ê Şakir Sari ‘şehîd’ hate nivîsandin, kêla gora wî bi zora polîsan hate rakirin. Hevsera Şakir Sari, Hatice Sari, nerazîbûn nîşanî vê yekê da û da zanîn ku bi zora dozgeriyê û polîsan wê kevir rakiriye. Sari, destnîşan kir ku ev yek bêdadî ye û dê serî li riyên hiqûqî bide.
Sari, bi lêv kir ku piştî nûçe di rojnameyan de derket Midûriyeta Polîsan bang li wê kiriye û wiha got: “Rayedarên ewlehiyê ji min re gotin 'Te çima nivîsa 'şehîd' nivîsandiye?' Min jî got 'Hevserê min şehîd e. Ji ber ku ez wisa dibînim, min wisa nivîsand,' Ji ber vê yekê ez sewqî dozgeriyê kirim. Dozgeriyê jî ji min re got 'Nivîsa te nivîsiye qedexe ye. Tu nikarî nivîsa şehîd li wir binivîsî' Min jî got hûn çawa ji bo leşkaran dibêjin şehîd em jî ji bo hevserên xwe, zarokên xwe dibêjin şehîd. Li ser vê yekê gotin heke tu kevîrê gorê ku li ser ‘şehîd’ dinivîse ranekî, em dê te bigirin. Lê min nexwest ku polîs kêla gorê rakin, min bi xwe kevir rakir. Kêla gorê hê jî li dozgeriyê tê sekinandin.” AGIRÎ

No comments:

Post a Comment