Sunday, January 24, 2010

Gelo dê bersiv bide van pirsan?

23/01/2010

Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir, têkildarî razemenî û veqetandina butçeya li Herêma Rojhilata Anatoliyayê û Başûrê Rojhilata Anatoliyayê pirsname da Serokwezîr Recep Tayip Erdogan.
Bayindir, di pirsnameyê de bal kişand ser rapora ji aliyê Yekitiya Şaredarên Herêma Rojhilata Başûrê Anatoliyayê (GABB) a bi navê "Li Rojhilat û Rojhilata Başûrê Anatolê pirsgirêkên civakî û aborî û çareseriyên pirsgirêkan" hatiye amadekirin û diyar kir ku cudatiya li herêmê ji salên 2002-2007'an kûrtir û girantir bûye. Bayindir, da zanîn ku di raporê de tê gotin ku projeya GAP'ê ji bilî hatina enerjiyê tu fêdeyê nadê herêmê û Tirkiyeyê û wiha got: "Di raporê de tesbîta ku projeyên KOYDES, BELDES jî rastî cudatiyan tên hatiye kirin."

ÎSTATÎSTÎK ÇI DIBÊJIN?
Bayindir, anî ziman ku nifûsa herêmê ji sedî 15-16 li 21 bajarên Herêma Rojhilat û Rojhilata Başûr dijîn û hatina van bajaran li gorî hatina Tirkiyeyê piştî sala 1970'an her ku diçe bi paş ve diçe. Bayindir wiha got: "Ev bajarên van herêman heta sala 1965'an li Tirkiyeyê ji sedî 10.5'an xwedî par bûn. Di sala 1987'an de ji sedî 7.7, di sala 2001'an de ji sedî 7.2' û piştî salên 2001'an ev kêmtir bû. Li gorî encamnameya daneyên xezîneyê di salên 2002-2006'an de tenê li herêma Marmarayê ji sedî 39 par veqetand. Her wiha dîsa ji bo Herêma Anatoliya Navîn ji sedî 14, ji bo Herêma Egeyê ji sedî 12 par hate veqetandin. Lê ji bo Herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûr tenê ji sedî 9 hat veqedantin. Bayindir cudatiya li herêmê tê kirin rexne kir û wiha dom kir: "Ji bo razemeniya 21 bajaran hinceta ewlehiyê û pevçûnê dide nîşandan. Lê ev butçe tev li şer û parastinê tê razandin. Her wiha dîsa di qada çandiniyê de jî betaliyeke pir mezin çêbûye. Li herêmê xizanî her ku diçe zêde dibe û ji sedî 56'an derbas dike."
Bayindir, ji bo Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan bibersivînê ev pirs pirsîn:
"3 Li bajarê Şirnexê daneyên betaliyê yên salên 2007-2008 û 2009'an çiye.?
3 Li Şirnexê li gorî salên 2007-2008 û 2009'an asta Dahata Neteweyî çiqas e? Li bajarê Şirnexê li gorî serê şexsan hatina neteweyî çiqas e. Her wiha rêjeya hatina Herêma Rojhilat û Rojhilata Başûr li gorî herêmên din û li gorî tevahiya Tirkiyeyê çiqas e?
3 Li bajarê Şirnexê di salên 2007-2008 û 2009'an de serê şexs pereyê ji ewlehiyê re tê razandin çiqas e. Her wiha ji bo parastina cemaweriyê tê razandin çiqas e?
3 Dîsa di salên 2007-2008 û 2009'an de li Şirnexê ji bo karên aborî û xizmeta giştî çiqas pere hatiye razandin?
3 Li gorî salên 2007-2008 û 2009'an li tevahiya Tirkiyeyê serê şexs lêçûna rêveberiyên herêmî çiqas e? Li gorî van salan li Şirxenê serê şexs çiqas hatiye veqetandin?
3 Ji bo têkoşîna li dijî xizanî û betaliyê hûn çi dikin? Ji bo hûn vê pirsgirêkê ji holê rakin çi proje û polîtîkayên we hene? Ger ku polîtîkayên we hebin, ev polîtîkayên we çi ne?" ENQERE

No comments:

Post a Comment