Thursday, January 28, 2010

HIKÛMETA FAŞO


28/01/2010

Dewleta tirk piştî hilbijartinên 29’ê Adarê 5 jê berfireh bi dehan operasyon li hemberî siyasetmedarên kurd pêk anîn. Di van operasyonan de 8 jê şaredar, hezar û 500 siyasetmedarên kurd hatin girtin. Bi tenê di kanûna 2009’an de hezar û 366 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin ji wan 491 kes hatin girtin.
Dewleta tirk piştî hilbijartinên 29’an Adarê konsepta ji bo komkujiya siyasî ya li hemberî siyaseta kurd da destpêkirin. Piştî hilbijartinan 5 jê berfireh bi dehan operasyon pêk hatin. Roj na bore ku nûçeyên girtin an jî binçavkirina siyasetmedarekî kurd radigihîne neyê weşandin. Hikûmeta AKP’ê li hemberî siyaseta kurd konsepta komkujiya siyasî bê navber didomîne.
Li gorî rapora ÎHD’a Amedê weşandî di sala 2009’an de 4 hezar û 475 siyasetmedarên kurd hatine binçavkirin û ji wan hezar û 444 hatine girtin. Ligel girtinên meha destpêkê ya sala 2010’an ev hejmar gihîşt hezar û 500’î.
Pêla girtina siyasetmedarên kurd ji mehên destpêka sala 2009’an destpêkirin. Salvegera Komploya Navneteweyî, 8’ê Adarê, salvegera qetlîama Helepçeyê û Newroz ji bo dewleta tirk bûn hincet ku siyasetmedarên kurd bide girtin. Di vê pêvajoyê de hezar 118 kes hatin binçavkirin û ji wan 302 kes hatin girtin.

14’Ê NÎSANÊ…
Lê operasyonên mezin ji meha nîsanê dest pê kirin. Di 14’ê nîsanê de hevdemî li 15 bajaran di nav de Cîgirên Hevserokên DTP’ê û rojnameger jî heyî 53 kes hatin binçavkirin. Di roja duyemîn a operasyonê de hejmara kesên hatine binçavkirin ji sedî derbas bû û siyasetmedarên hatine binçavkirin Cîgirên Hevserokên DTP’ê Bayram Altun, Kamuran Yuksek, Endama Navenda Giştî ya DTP’ê Selma Irmak, Prz. Şînasî Tur, Prz. Ebru Gunay, Huseyîn Yilmaz, Kemal Aktaş, Mehmet Abbasoglu, Prz. Siracettîn Irmak, Herdem Kızılkaya, Mehmet Akin, Celal Yoldaş, Hasan Înatçi, Sara Aktaş, Ercan Sezgîn, Nadîr Yildirim, Rêveberê DTP’a Amedê Musa Farisogullari, Temer Tanrikulu, Koordînatorê Weşanê yê Gun TV’ê Ahmet Bîrsîn, Zohre Bozaci, Zahîde Besî, Çîmen Işik, Heval Erdemlî, Perguzar Kaygusuz, Ahmet Çelen, Alîcan Onlu, Salîh Akdogan, Besîma Konca, Elîf Kaya, Leyla Denîz, Mazlum Tekdag, Olcay Kanlibaş, Pero Dundar, Pinar Işik, Sevê Demîr, Zeynep Boga, Ahmet Zîrek, Nîhayet Taşdemîr, Dîlan Taşdemir, Esma Guler, Gulcîhan Şîmşek, Hasan Uner, Musa Çîftçî, Aslan Ozdemîr, Engîn Kotay, Mehmet Nîmet Sevîm, Rahmî Ozmen, Roza Erdede, Hasan Iraz, Lutfu Dag û Senanîk Oner bi hincetên ‘rêveberên rêxistinê’ û ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.
Ev operasyona yekemîn a herî mezin a li hemberî DTP’ê bû. Piştî vê operosyonê êrîşên li hemberî siyaseta kurd bê navber hatin domandin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan di operasyonên meha nîsanê de 539 kes hatin binçavkirin û 265 ji wan hatin girtin.

17’Ê HEZÎRANÊ…
Di meha gulanê de operasyonan rêxistina navendî ya ciwanan a DTP’ê da ber xwe. Li gelek bajaran bi dehan ciwanên di bin sîwaneya YDG-M’ê de rêxistinkirî bûn hedefa operasyonan û hatin binçavkirin. 184 ciwan hatin binçavkirin û ji wan 67 jê hatin girtin. Di meha hezîranê de jî heman êrîşan dom kir. Di 17’ê hezîranê de ligel bajaran operasyonên hevdemî pêk hatin. Di tevahiya meha hezîranê de 362 ciwan hatin binçavkirin û ji wan 129 jê hatin girtin.
Mehên tîrmeh û tebaxê rêjeya binçavkirin û girtinan nihekê daket. Di meha tîrmehê de 66 kes hatin binçavkirin û ji wan 18 jê hatin girtin. Di meha tebaxê de jî 110 kes hatin binçavkirin û ji wan 34 jê hatin girtin.

11’Ê ÎLONÊ…
Piştî tîrmeh û tebaxan pêla êrîş gur bû. Di 11’ê îlonê de li Amedê gelek saziyên sivîl û demokratîk bû hedefa operasyonan û polîsan serdagirtin pêk anîn. Serokê Meclîsa Giştî ya Bajar a Amedê Şehmus Bayhan, Rêvebera Buroya Rêveberiyên Herêmî ya DTP’ê Yurdusev Ozsokmenler, Şaredara Bismilê ya barê Şukran Aydin, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Huseyîn Bayrak, Cîgirê Şaredarê Peyasa Amedê Sebahattîn Dînç, Cîgirê Şaredarê Yenîşehîra Amedê Îhsan Ugur, Endamên Meclîsa Jinan a DTP’ê Azîze Yagiz, Melîka Karagoz, Rojnameger Gulistan Aksoy, Aktivîsta SELÎS’ê Sosyolog Behîce Ok, xebatkarê DTP’ê Hasan Huseyîn Ebem, Endamê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DTP’ê Kerem Doruk û ji rayedarên Navenda Giştî ya DTP’ê Mehmet Tarî hatin binçavkirin.
Her wiha li Şirnex, Wan û Mêrdînê jî binçavkirin çêbûn. Şaredarê Şirnexê yê berê û Sekreterê Giştî yê GABB’ê Ahmet Ertak, Serokê Giştî yê BDP’ê Demîr Çelîk, Rêveberê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê Alaattîn Aktaş û Şaredara Şemrexa Mêrdînê ya berê Nuran Atli hatin binçavkirin.
Ji 19 kesên hatine binçavkirin, di nav de Serokê Meclîsa Giştî ya Amedê û Sekrterê Giştî yê GABB’ê jî heyî 10 kes jê hatin girtin.
Piştî vê operasyonê pêla binçavkirinan bi dawî nebû. Di nava meha Îlonê de 182 kes hatin binçavkirin û ji wan 35 jê hatin girtin.

8’Ê COTMEHÊ…
Cotmeh ji yek ji mehên herî bi liv û tevger a sala 2009’an bû. Di hedefa orasyonan de dîsa şaredarî hebûn. Di 8’ê cotmehê de li Amed, Wan û Qoserê şîrketên şaredariyan rastî operasyonan hatin. Di nav de şaraderên berê jî heyî 35 kes hatin binçavkirin. Di encama binçavkirinên ku 4 rojan dom kirin de, Midûrê Giştî yê DIYAR AŞ’ê Vedat Bakir, Alî Karakuş, Necmettîn Kizilkaya, Yusuf Kenan Baysan, Turan Apîk, Refîk Akay, Vakkas Tokgozlu û Feray Karahan jî di nav de 11 kes hatin girtin.
Di cotmehê de salvegera derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê û Komploya Navneteweyî bi çalakiyên girseyî hate protestokirin. Bi mebesta van çalakiyên girseyî jî dewleta tirk pêla girtin û binçavkirinan domand û bi giştî di nava cotmehê de 358 kes hatin binçavkirin û ji wan 90 kes jê hatin girtin.
Mijdar li gorî cotmehê hinekê tenabû. Lê ligel girankirina tecrîda li hemberî Ocalan gelê kurd rabû ser piyan. Çalakiyên bi mebesta şermezarkirina girankirina tecrîda li hemberî Ocalan belavî tevahiya bajarên Kurdistanê bûn. Ligel van çalakiyan binçavkirin zêde bûn. 190 kes hatin binçavkirin û ji wan 13 kes jê hatin girtin.
Meha herî bi liv û tevger a sala 2009’an kanûn bû. Kanûnê mohra xwe li salê da. Çalakiyên gelê kurd ên li hemberî tecrîdê bê navber dom kirin. Her roj çalakî hebûn û ligel çalakiyan binçavkirin û girtinan jî dom kir. Li Amedê polîsan Aydin Erdem, li Kopa Mûşê jî cerdevanê dildar ku wekî endamê JÎTEM’ê tê nasîn Turan Bîlen, girse gulebarankir, Necmî Oral û Kemal Agca hatin kuştin. Di van çalakiyan de bi sedan kes hatin binçavkirin û hejmareke zêde ku tam nayê zanîn jî hatin girtin.

24’Ê KANÛNÊ…
Lê operasyona herî mezin ku mohra xwe li salê dayî di 24’ê kanûnê de pêk hat. Di vê operasyonê de Parlamenterê DEP’ê yê berê û Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD Prz. Muharrem Erbey, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay, Şaredarê Cizîrê Aydin Budak, Şaredarê Qoserê Ferhat Turk, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Şaredarê Peyasê Zulkuf Karatekîn, Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Alî Şîmşek, Şaredarê Çinarê Ahmet Cengîz, Şaredara Wêranşarê Leyla Guven, Şaredarê Pirsûsê Ethem Şahîn, Serokê DTP’a Amedê Prz. Firat Anli, Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Yaşar Sari, Şaredarê Pîranê yê berê Abdullah Akengîn, Şaredarê Farqînê yê berê Fîkret Kaya, Şaredarê Êlihê yê berê Huseyîn Kalkan û Şaredarê Wêranşarê yê berê Emrullah Cîn jî di nav de zêdetirî 80 kesan hatin binçavkirin. Ji yên hatine binçavkirin 23 kes li Amedê, 16 kes li Şirnexê, 12 kes li wanê û 12 kes jî li Êlihê bi hinceta ‘endamên rêxistinê ne’ hatin girtin.
Di vê pêla oparasyonê de ku wekî pêla mezin a 5’emîn hatiye navkirin, nerazîbûna gelê kurd derket asta herî jor. Bi taybetî dîmenê 35 siyasetmedarên kurd ku kelepçekirî anîbûn ber dadgeha Amedê bû sedemê nerazîbûneke mezin. Vê dîmenê qetlîama Helepçeyê bi bîr xist û ji ber hindê jî ligel vê operasyonê navê konsepta binçavkirin û girtina siyasetmedarên kurd wekî ‘KOMKUJIYA SIYASÎ’ îlan kirin. Di nava meha kanûnê de hezar û 366 kes hatin binçavkirin û ji wan 491 kes jê hatin girtin. AMED - ANF

No comments:

Post a Comment