Tuesday, January 26, 2010

arlementera BDP'ê Emîne Ayna: li dijî gelê kurd darbe tê meşandin

arlementera BDP'ê Emîne Ayna: li dijî gelê kurd darbe tê meşandin
Parlementera BDP'ê ya Mêrdîn Emîne Ayna, ji bo amadekariya kongreya giştî li Rêxistina BDP'ê ya Dêrik beşdarî civîna gel bû diyar kir ku li dijî gelê kurd darbe tê meşandin. Ayna, anî ziman ku kurd berê jî û niha jî tên înkar kirin û tenê rê û rêbaz hatiye guhertin.

Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Dêrikê, beriya Kongreya Giştî ya di 1'ê sibatê de pêk bê li avahiya xwe civîna gel pêk anî. Di civînê de Parlementera BDP'ê ya Mêrdîn Emîne Ayna, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdîn Îsa Dunç, Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girseya ku beriya civînê li Parqa Ahmet Kaya Emîne Ayna pêşwazî kir, dirûşmeyên “Bijî serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Apo ne", "PKK gel e gel li vir e", “Ocalan Ocalan” berz kirin. Piştî pêşwazîkirinê Emîne Ayna li gel komê derbasî avahiya BDP'ê ya Navçeyê bûn. Ji ber avahî tijî bû gelek welatî neçar man ku li dervê salonê axaftinên civînê guhdar bikin. Li vir Emîne Ayna têkildarî kongreya 1'ê sibatê axaftinek kir û rexnedana xwe da. Ayna, anî ziman ku heta niha zêde dema xwe ji gel re veneqetandin û dê di rojên pêş de bêtir bi gel re bên cem hev. Ayna, li ser girîngiya pêvajoyê rawestiya û wiha got: "Dewletê berê jî kurd înkar dikir, niha jî înkar dike. Lê tenê rê û rêbazê înkar û îmhayê hatiye guhertin. Niha dixwaze kurdekî bê dev û îrade ava bike. Dixwaze ku kurd li mafê xwe nekere û dengê xwe bilind neke."

Civîn piştî axaftina ayna bi dirûşmeyan bi dawî bû.

No comments:

Post a Comment