Sunday, January 24, 2010

Pirsgirêka kurd bû ya Korsîkayê!

24/01/2010

Korsîka ku wekî sembola li dijî dagirkeriya Fransayê tê xuyakirin niha bi zêdebûna penaberên kurd a li ser wê giravê bi xwe re pirsgirêka kurd li wir jî bû rojev. Piştî Îtalya, Yewnanistan û Îspanyayê, kurdan vê carê jî xwe li kesên ku heman qederê bi wan re parve dikin girtin û xwe gihandin Korsîkayê.
124 penaberên ku piraniya wan kurd û afrîkî ne ji alî bazirganên mirovan ve li peravên girava Korsîkayê hatin hiştin û li ser wê yekê Wezîrê Karên Penaberan ê Fransayê Eric Besson bang li Yekitiya Ewropayê kir ku zîrveyek were lidarxistin ji bo lêkolîna penaberiya qaçax a ber bi Yekitiya Ewropayê ve.

38 JÊ ZAROK IN
Roja înê li ser peravên Korsîkayê li ser hîmên Bonifacioyê 57 ji wan mêr, 29 jin û 38 jî zarok bi giştî 124 penaber hatin dîtin. Hate hînbûn ku ew penaber birine saloneke sporê û rewşa wan a tenduristiyê baş e.
Wezîrê Penaberiyê yê Fransayê Erîc Besson got ku penaberên hatine “kurdên Sûriyeyê” ne. Waliyê Korsîkayê Stéphane Bouîllon jî da xuyakirin ku ev penaber piştî hin guheztinên bi navber ji Deryaya Reş gihane peravên Korsîkayê.
Hate hînbûn ku ekîbên alîkariyê ku ji dezgehên tenduristî û doktoran pêk tên li Bonifacioyê li salona sporê ya ku lê bicih bûne penaber di kontrola destpêkê re derbas kirine.
Wezîrê Penaberiyê Erîc Besson, bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin ku wan penaber birine navenda penaberiyê. Her wiha da xuyakirin ku penaber dê sûdê ji xizmetên tenduristiyê bibînin û dê alîkariya hiqûqî jî bi wan re were kirin.
BANGA ZÎRVEYÊ
Eric Besson, bi bîr anî ku Serokê Yekitiya Ewropayê yê demê li dijî penaberiya ber bi Îspanyayê ve zîrveyek dabû lidarxistin û bang li YE’yê kir ku zîrveyeke wiha ji bo penaberên li Korsîkayê jî were lidarxistin û di zîrveyê de bila welatên wekî Almanya û Îngilistanê yên ji Deryaya Spî penaber xwe li wan digirin beşdarî vê civînê bibin.
Her ku diçe Fransa polîtîkaya xwe ya li dijî penaberan dijwartir dike. Rayedarên Korsîkayê didin zanîn ku yekem car e ku bi vî rengî komên penaber tên girava wan. Li Fransayê ji ber ku qaçaxiya mirovan dikin der barê 8 kesên ji Sûriyeyê û kesekî ji Lubnanê de 10 sal cezayê zindanê hatibû dayîn. BASTÎA - ANF

No comments:

Post a Comment