Sunday, January 24, 2010

Amed rê nade AKP’ê

23/01/2010

Serokê Koma BDP'ê Nûrî Yaman ku têkildarî serdanên xwe yên 2 rojan li Amedê pêk anîn daxuyaniyek da çapeameniyê, diyar kir ku AKP'ê serkeftina wan a di salên 2007-2009'an de dest xistiye hezm nekiriye û dest bi êrîşa li hemberî îradeya kurdan kiriye. Yaman anî ziman ku AKP dixwaze bi derfetên dewletê îradeya kurdan bixe bin îpoteka xwe. Yaman teblîgata Midûriyeta Polîsan a Amedê ji Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr re şandî ya bi naveroka, "Serî li me bidin em ewlehiya canê we biparêzin" jî şibande pêvajoya sûîqasta li hemberî rojnamegerê ermen Hrant Dînk û wiha got: "Pêşiyê Xwedê piştre gelê me dê me biparêze. Em bi vê yekê bawer in."
Serokê Koma BDP'ê Nurî Yaman di encama serdanên xwe yên du rojan li Amedê bi Parlamenter Akin Bîrdal re pêk anîn, li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterên BDP'ê Sabahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, rêveberên bajar û navçeyan û şaredarên navçeyên Amedê yên BDP'ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Yaman diyar kir ku zordariyên li ser îradeya gelê kurd ên 10 mehan bêdad tên meşandin di cih de lêkolîn kirine. Yaman anî ziman ku di bin navê 'Operasyona KCK'ê de dixwazin îradeya gelê kurd tune bikin û hemû projeya AKP'ê li ser vê yekê hatiye avakirin.

AKP ÇI DIXWAZE?
Yaman, da zanîn ku her ku kurd ji bo pêşxistina aştî û demokrasiyê têdikoşin, Hikûmeta AKP'ê dixwaze li hemberî vê yekê bi derfetên kurdan û vîna kurdan bişikîne. Yaman, da zanîn ku pêkanînên hikûmetê yên tasfiyekirina kurdan ne gava yekem û ne jî ya dawî ye û wiha got: "Ev pêkanîn, bêtahamuluya li dijî serkeftina gelê kurd a hilbijartina 2007'an û hilbijartina 29'ê adarê ye. Lê bila her kes baş zanibe ku gelê kurd têkoşîna aştî û demokrasiyê dimeşîne heta niha bi van pêkanînan têk neçû, dê ji niha û bi şûnde jî têk neçe.”

HESABÊN ŞAŞ…
Yaman, destnîşan kir ku li ser navê operasyona KCK'ê dixwazin vîna gelê kurd têxin bin îpotekê û wiha dom kir: "Ger ku li KCK'ê digerin, kadroyên KCK'ê jî û cihê KCK'ê jî diyar e. Ev nêzîkatiya li dijî endam û rêveberên me her wiha nêrîna li dijî partiya me bi tevahî dijhiqûqî û siyasî ye. Li dijî DMME’yê ye. Ev hesabên şaş dê ji Amedê vegerin."
Yaman, di dirêjahiya axaftina xwe de bi bîr xist ku planên darbeyan ên di rojevê û bi mijara pirsgiraka kurd ve girêdayî ye û wiha bilêv kir: "Ez li vir îdiadikim; tevahiya van pêkanînan û planên darbeyê di serî de xala 35'emîn a di xizmeta hundir a TSK'ê de, li gorî vê yekê di sernavê Belgeya Siyasetê ya Neteweyî û qada pêkanînê wê plana veşartî a Emasyayê veşartiye. Ez wekî kesekî vê dizane, dibîne û lêkolîn dike îdîa dikim ku lazime plana Emasyayê ku tu bingeha wê ya hiqûqî nîne divê dizûtîrîn demê de bê rakin."
Şaredarî ziyaret kirin
Serokê Koma BDP'ê Nurî Yaman û Parlamenterê Amedê Akin Bîrdal, çûn serdana Şaredariya Êlihê. Yaman û Bîrdal, ji aliyê Parlamenterê BDP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz, Serokê BDP'ê yê Êlihê Mehmet Şah Kaygusuz, Wekîlê Şaredariya Êlihê Serhat Temel û nûnerên saziyên sivîl ve hatin pêşwazîkirin. Wekîlê Şaredariya Êlihê Serhat Temel, destnîşan kir ku serdanê hêz daye wan. Yaman, Bîrdal û Yildiz, Cîgirê Şaredarê Sur'ê Bedrî Turan û Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag ziyaret kirin. Heyetê piştre Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ziyaret kir û piştgirî dan xebatên mafên mirovan ên komeleyê. AMED - ÊLIH

No comments:

Post a Comment