Tuesday, January 26, 2010

Eliyê Kîmyewî îdam kirin

26/01/2010

Berpirsyarê komkujiya Helepçeyê Alî Hassan Mecîd ê bi laqabê Eliyê Kîmyewî dihat nasîn hate darvekirin. Berdevkê Hikûmeta Iraqê Alî Dabbag, diyar kir ku Alî Hassan Mecîd ji ber sûcên li dijî mirovahiyê, hatiye darvekirin. Dadgeha Bilind a Iraqê di 17'ê çileyê de der barê Komkujiya Helepçeyê de biryar da û aşkera kir û pismanê Dîktarorê Iraqê Sedam Huseyîn Eliyê Kîmyewî ji ber di komkujiya Helepçeyê de kîmyasal bi kar aniye bi îdamê ceza kirine. Eliyê Kîmyewî berê jî di meha hezîrana sala 2007'an de ji ber komkujiya Helepçeyê ya sala 1988'an ku bûbû sedema kuştina 180 hezar kurdan hate darizandin. Her wiha dîsa di sala 2008'an de ji ber doza Şerê Kendavê yê sala 1991’ê û di sala 2009'an de jî ji ber doza komkujiya sala 1999'an rastî cezayê îdamê hatibû.

No comments:

Post a Comment