Tuesday, January 19, 2010

Zarokên serhildana Botanê - 2

19/01/2010

Dema ku ji tiştekî bawer kir, ew tişt di bihayê canê xwe de jî diparast. Vê sekna wî ya ji xwe bawer û mêzekirina xwe ya qayîm di nava tevayî hevalên ku li derdora wî di demeke kin de bawerî dida qezenckirin. Ligel wî te xwe aram hest dikir. Hevalekî weke çiyayekê bû. Dema ku ligel mirovekê hevalek weke Zafer yê baweriyê hebûya , te wisa bawer dikir ku tu yê çiyan ji cihê wî bihejînî. Hevalekî hemdem bêyî ku ciyewaziyê bêxe navbera wan de, her dem weke parveker, kêmaniyên wana li himberî wana bikar ne dianî û li himberî hemû paşverûtiyan ji mirovan hez dikir û ked dida.
Hevaltî ji bo wî pêdiviya tekoşîn û bingehê jiyanê bû. Bi kesayetiya xwe ya dilnizim ya ku bi hemû kûraniya dilê xwe guhdarî mirovan dikir dihişt ku heta bê xwestin dihate hezkirin. Dema ku hûn hevalê Zafer nebînin hûn ê di hundirê xwe de valehiyekê mezin jiyan bikin. Çavên wî cuda temaşe dikir. Dema ku dinêrî hundirê mirov dişewitand. Ji xwe çavên mirov neynika dilê mirov tê pejirandin, wan çavan bêyî ku derew û fena bike temaşe dikir.
Hevalê Zafer ku di rastiyê de bi têra xwe bi hirs bû jiyanek ji rêzê û mirovek ji rêzê tu caran ji bo xwe ne dipejirand. Ev taybetmendiyên wî sedema pêşxistina wî ne, her dem dibû sedem ku bi xwîne û di nava jiyanê de hem di aliyê rêxistinî û hem jî di xebatên leşkerî de çavsor û bi wêrek bimîne. Hevalê Zafer li hemberî hemû zoriyan di xwe de hêz kom kir û li hemberî tu paşverûyekê binkeftinê nepejirand , bêyî ku bikeve rast û rast xwe li şipiya girtinê qezenc kir.
Ew bi qezenckirina vê ya ve nema di herêma ku tê de ma, ji wan hevalên ku dikevin tengaviyan de jî bû arîkar. Di aliyê perspektîfdayînê de tucaran gumanek jiyan nekir. Dema ku ev dikir jî aliyê wî yê xweş ew bû ku bêy ku yê beranberî xwe bi çewisîne, biçûk bixe bi şêweyeke herî xwezayî pêkanîna van pêwendiyan bû. Niha ji ber vê ye dema ku tê zanîn ku ew ciwanê dilpak ne di nava me de ye di dilê mirovan de birînên kûr çêdike. Hevalê Zafer her weke ne yê çaxa şaristaniyê bû. Ew di civaka xwezayî de mayî bû. Ew nêzîkatiyên desthilatdariya zilam di kesayetiya wî ya de dîtin zor bû. Ew di xebitî ku ji jinê re bibe heval. Ewî bawer dikir ku bi jinê re hevaltiyek herî ciwan û xweşik ava bike. Ew xwediyê kesayetiyeke serbixwe ku neketibû bin bandoriya hîç paşverûtî û desthilatdariyekê de bû. Ji ber vê ye ne ku fikrandinên mirovan û gotinên mirovan li ser wî belkî ligel wî ew bi çi bawer dike giringî qezenç dikir.
Di her dem û di bin her derfetekê de hewl dida cewherê xwe bi afirîne. Hevalê Zafer ku tu caran îxanet li xeyalên zaroktiya xwe ne dikir, pir ji leyîstina topa destî (voleybol) û xwendina pirtûkan dikir. Dema ku wî bi voleybolê dileyîst zarokatiya xwe ku di zarokatiyê de ne jiya bû, dijiya. Weke zarokan bi coş û keyfxweş dibû. Dîsan di romanan de ew rastiya jiyana hişk, rastiya bê rehim ku tê gotin ne rastiyek tenê ye, fêrbibû ku di nava jiyanê de bi hezaran îhtîmalên dîtir jî hene. Di rastiyê de hevalê Zafer romana xwe bi xwe nivîsandibû. Romana zarokê ku li hemberî mezinbûnê li ber xwe dide, zarokê ku di çiyan de jiyan dike û tu caran îxanetê li xeyalên zaroktiya xwe neke.
Hevalê Zafer gotin vekirîbû û tu caran gotina xwe ji kesê re ne dihişt. Gotina baş bifikire, rast bi peyve û xweşik bike her weke hevsengiya jiyana wî bû. Ewî şifreya jiyanê çareser kiribû. Ji niha de em êşên kûr yên windakirina hevalê Zafer yên ku weke zarokeke mayîn û mezin nebûyî jiyan dikin. Dema ku çav weke wî binêrin xweşik in, dema ku dil weke wî pak lê bidin dile, dema ku jiyan weke wî xwezayî bijî, jiyan e. Rojên me li bin êşên afirandina windakirina wî de derbas dibin. Mirin ew qas dûrî wî ye. Windakirina ciwaneke weke wî tejî xweşikiyên jiyanê dilê me di şewitîne. Hîna gelek tiştên ku wî bikira hebû. Dibêjin ya gule navnîşanan nasnake, ez bi xwe êdî ji vî ya bawer nakim. Her dem yên herî xweşik, herî baş diçin. Mirovên xweşik ji bo me namînin. Ez weke hevalekî ku şansê naskirina hevalê Zafer bi min re çêbû, soza ku herî vekirî ez bidim, wê jiyankirina weke wî ya sade, bi cewher, serhildêr, hezkirî û bi wêrek bim. Her hevalekî ku şehîd dikeve, ligel xwe parçeyek ji dilê me jî bi xwere dibe. Ji bo yên ku paşde jî dimînin jiyan hîn zehmetir û berpirsyartî hîn hîn girantir dibin.
Êşa mayîn şûnde şewateke din ya dile. Pêkanîna xeyalên her hevalekê ku di nêvî de maye deynê me yê şan û şerefê ye. Ji bo tenduristkirina van xeyalan jî jiyan kirin û tekoşîn dayîn deyneke li ser stûyê me. Em ê tu caran te ji bîr nekin zarokê Botanê yê serhildêr, zarokê ku tu caran îxanet li xeyalên xwe yên zaroktî nekirî û li hemberî mezinbûnê li ber xwe dayî. (qediya)

No comments:

Post a Comment