Wednesday, January 27, 2010

Li Kolnê Konferansa çand û hunerê pêk tê

27/01/2010

TEV-ÇAND, li Ewropayê bi armanca ku ji bo ji bêrêxistibûyîna qada çand û hunerê re bêje êdî bes e, konferansekê pêk tîne.
Hunermendên kurd ku li Ewropayê dijîn dê di navbera 9-10’ê sibatê de Konferansa Çand û Hunerê pêk tînin. Çav li rê ye ku 200 hunermend tevli konferansê bibin. Der barê konferansê de Komîteya Amadekar a Konferansê daxuyaniyeke nivîskî da. Komîteyê diyar kir ku bi sedema ku ji belavbûn û bêrêxistibûyîna qada çand û hunerê re bêjin bes e vê konseransê pêk tînin.
Konferansa çand û hunerê ya ku ji aliyê rêveberiya Tevgera Demokratîk ya Çand û Hunerê ya Mezoptamyayê (TEV-ÇAND) ve tê organîzekirin dê di navbera 9 û 10’ê sibatê de bê lidarxistin. Konferans dê li bajarê Kolna Almanyayê pêk bê. Ji hemû welatên Ewropayê hunermendên kurd dê tevli konferansê bibin. Her wiha konferans dê du rojan bidome. Di konferansê de dê pirsgirêkên qada çand û hunera kurd bên nîqaşkirin.

CIHÊ EWIL EWROPA YE
Di daxuyaniya ku ji aliyê komîteyê ve hate dayîn de wiha tê gotin: “Armanca me ya lidarxistina vê konferansê ev e ku em ji vê belavbûn û bêrêxistinbûyînê re bêjin bes e. Li Ewropayê qada çand û hunerê ya kurd belav bûye. Bi vê konferansê dê gelê kurd di warê civakî, siyasî û çandî de li hemberî îmha û têkbirîna çandî xwedî gotin be. Bi Konferansa Çand û Hunerê re dê parastina nirxên çandê bi hêztir be.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qada Ewropayê di warê pêşketina çanda kurdan de roleke girîng lîstiye û wiha berdewam kir: “Qada Ewropayê ji bo xebatên çand û hunera kurd di warê sazîbûnê de cihê yekemîn e. Lê di salên dawî de qada Ewropayê rola xwe nelîstiye. Bi vê konferansê re em ê nirxên xwe yên berê ji nû ve qezenc bikin û biafirînin.”

TENÊ MUZÎKÊ DIFIKIN
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser çanda kurd û hate diyarkirin ku li ser çanda kurdan polîtîkayên tunekirinê pêk tên û hate gotin ku divê li hemberî vê bersivek bê dayîn.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Peywira me ya herî gîng ev e ku divê em çand, huner û nirxên xwe bi pêş ve bibin. Divê em hunera klasîk a kurd biparêzin û biafirnîn. Ev gelek girîng e. Di konferansê de mijarên gelek girîng dê bên nîqaşkirin. Dema ku behsa xebatên hunerî tê kirin tenê muzîk tê bîra mirovan. Lê divê ne wisa be. Em bang li hemû hunermendên kurd dikin, bila wênekêş, şanoger, muzîkjen, sînemavan, rewşenbîr û yên din jî tevli konferansê bibin.

No comments:

Post a Comment