Tuesday, January 26, 2010

Hevdîtina Barzanî û Obama çima deng veneda?

WASHINGTON (HAWAR NET) -- Helwesta rêvebiriya Obama bawerî neda Kurdan.. © HAWAR NET 2010 Nûçeyên ku di dawiya nûçeyê de bi dest nîşana (HAWAR NET.com) hatiye dayin aîdî HAWAR NET.com encax bi çavkanî an jî url nîşan danê dikare bê bikaranîn.

Serokê Kurdistana Federal piştî 3 salan careke din çû Qesra Spî. Lê vê carê him bi naveroka hevdîtinê û him jî lawaziya dîplomatîk hevdîtin di raya giştî de deng veneda. Li gor îddayan ev lawazî ji ber helwesta rêvebiriya Obama pêk hatiye.

Civîneke girtî

Ji serdanên berê cûdatir endamên çapemeniyê bo civînê nehatin girtin û hilbijartinên giştiyên Iraqê û têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê hatin gotûbêjkirin.

Serok Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de doh êvarê li Koşka Spî digel serokê Amerîkayê Barack Obama û cîgirê Obama Joseph Bayden civiya.

Serok Barzanî dê di çarçoveya serdana xwe de li Enstîtûya Brûklînê li pêşberî akademîsyen û pisporan babetek pêşkêş bike,d igel wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Robert Gates bicive û li Enstîtûya Navdewletî ya Lêkolînên Stratejîk babetek pêşkêş bike. Barzanî dê digel Bayden jî civîneke taybet saz bike û digel cemawerê mesihiyên rûniştvanên Amerîkayê bicive.

Li angora ragihanên jêderên kurdî û cîhanîyên nêzîkî evê kombûnê, dê serokê herêma Kurdistanê û şandeya pê re di van rojên pêş jî de, çend dîdar û komabûnan bi berpirsinî dinên Amerîka re saz bidin.

Heyeta di gel serokê herêma Kurdistanê ji Nêçîrvan Barzanî seroksezîrê berê yê herêma Kurdistanê, Mesrur Barzanî serokê ajansa Parastina asayîşa herêma Kurdistanê, Fuad Husên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî wezîrê çavkaniyên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê fermangeha pêwendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Hêriş Muherem serokê desteya veberhênanê û Qubad Talebanî nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê yê Amerîkayê pêktê.

Obama got piştgiriya me di çerçoveya Iraqa federal de bidome

Serokê herêma kurdistanê weha jî da zanîn, ku stiratecîya demdirêja navbera Amerîka û Iraqê û herêma kurdistanê giring e.

Serokê herêma kurdistanê daxwaz ji alîyê Amerîkayî jî kir, ku gerek ew di biwarê pirs û arêşeyên hilawîstîyên navbera Iraqê û herêma kurdistanê de, rola xwe bibînin û da xuyakirin, ku ew pirs û arêşeyana, dê bi rêya destûra Iraqê çareser bibin.

Serokê herêma kurdistanê ji serokê Amerîka re got, ku xweşîya rewşa Iraqê di pêkanîna birrgeh û maddeyên destûra Iraqê de ye.

Serokê herêma kurdistanê got: peywendîyên me bi Amerîka re kûr in.. hebûna Amerîka di nav me de giring e û derfetê dide, ku pêşkevtin çê bibin.. em rêzê li qurbanîdana Amerîkayîyan digirin û em hêvîdar in, ku ew di biwarê çareserkirina pirsên navbera Iraqê û herêma kurdistanê de jî, rola xwe bibînin.

Biryar jî weha hatiye dan, ku sibê serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî li instituta Proklin, semînarekê ji bo kesên akademîst, pispor û şehrezayên siyaseta cîhanî pêşkêş bike.

Roja çarşemba bihê jî, serokê herêma kurdistanê di dawîya evê serdana xwe de, kombûnekê bi serdarên leşkerîyên xanenişînkirîyên Amerîka re saz bike û ji wan re behsa rewşa Iraqê û herêma kurdistanê bike.

Herweha, dê serokê herêma kurdistanê dîdarek giring bi Kristyanên Amerîka re bike û dê ev kombûna han jî gelek berfireh be. Dê serokê herêma kurdistanê di evê dîdarê jî de, behsa rewşa Kristyanên herêma kurdistanê û rewşa jîyana bi hev re ya pêkhatên ayînî (dînî) yên herêma kurdistanê bike.

Destûr rola "hakem" dileyze

Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî jî got, di warê çareserkirina pirsgirêkên hundir de Makezagona Iraqê rola “hakem” dilîze û nearamî jî bi vê dê bête borandin. Barzanî her wiha xwest ku divê stratejiya DYA yê bo Iraqê û bo hemû Rojhilatanavîn divê demdirêjî be.

Di dawiya hevdîtinê de Obama jiber teqînên dawî yên Bexdayê bo Barzanî sersaxî xwest.

Serok Barzanî, îro di avahiya Nûnertiya Herêma Kurdistanê yê Washingtonê de, bi komek kurdên ku li DYA dijîn re dê bête ba hev. Barzanî sibê di Enstituya Brookings de li ser “Dahatiya Iraqê û Hilbijartinên ku Nêzîk dibin” dê axaftinek bike.
(ajansan)

No comments:

Post a Comment