Wednesday, January 27, 2010

3 hezar zarok hatin binçavkirin

27/01/2010

http://www.rawa.org/images/child_prison.jpg

Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê, rapora 2009'an a bi navê "Binpêkirina Mafên Zarokan a 2009'an" bi civînekeapemeniyê aşkera kir. Di raporê de hate diyarkirin ku pirsgirêkin civakî û pêvçûnên pêk hatine herî zêde bandorê li pêşveçûna zarokan dikin.
Li gorî raporê, li Edeneyê di sala 2009'an de 3 hezar û 155 zarokên temenê wan di navbera 13 û 18'an de hatine binçavkirin û ji wan 299 zarok hatine girtin. Di raporê de hate diyarkirin ku der heqê zarokan de bi giştî 2 hezar û 306 bûyer pêk hatine û bi gîştî 62 serlêdan li ÎHD'ê hatine kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku di wesayîtên polîsan de, îşkence û muameleya xirab li zarokan hatiye kirin. Di raporê de tê diyarkirin ku zarokên bi navên M.D. (14), E.A. (17), O.C. (16), H.A. (16), S.O. (17), O.C.S. (15). A.K.T. (13), A.O. (17, V.Ç. (14), U.D. (16), R.A. (15), S.K. (14), Ş.O. (16), A.B. (15), B.B. (10), S.B. (13), M.E. (15), K.B. (17) û M.A.(15) bi hinceta tevlî çalakiyan bûne hatine binçavkirin. Hate hînbûn ku dema zarok hatine binçavkirin di wesayîtên polîsan de û li Midûriyeta Polîsan rastî îşkence û muameleya xirab hatine.

RASTÎ GEFAN HATIN
Di berdewama raporê de hat destnîşankirin ku zarokên bi navên N.O. (15), G.B., Î.B.P.(16), K.S. (17), D.S. (17), Ç.G. (15), E.A. (16) bi hinceta çûne saziyên demokratîk ew û malbatên xwe ji aliyê polîsan ve rastî neheqî û gefan hatine. Her wiha di 30'ê tîrmeha sala 2009'an de zarokê bi navê S.K. di çalakiya polîsan mudaxeleyî girseyê kir de ji çavê xwe birîndar bû û çavê xwe winda kir." Di raporê de hate destnîşankirin ku li şûna zarokan bibin Girtîgeha Pozanti ya Tîpa M'yê birine Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê. Di raporê de hate zanîn ku zarokên bi navên Ş.O. (16), M.E. (15), Ç.S. (17) li girtîgehê rastî îşkenceyê hatine.

203 SAL CEZA
Di dirêjahiya raporê de wiha hate gotin: "Di 2009'an de li 48 zarokên tên darizandin re bi hinceta 'Kevir avêtine polîsan" û " "Propaganda rêxistinê" bi tevahî 203 sal û 3 meh û 15 roj cezayê hepsê hatiye birîn."
Di raporê de, hate xwestin ku berpirsiyariyên di Danezana Mafên Zarokan de hene bi cih bên anîn, bi lêz serastkirinên îdarî û yên zagonî divê bên çêkirin, di hevpeymana mafên zarokan a ku şik daniyê ser xalên 17. 20. û 30'emîn paşde rakirin û mafê zimanê zikmakî yê zarokan bê nasîn û hate xwestin zarokên di girtîgehan de jî di zûtirîn demê de bên berdan. Di raporê de her wiha hate xwestin zarokan di dadgehên zarokan de bên darizandin û dewlet peywira xwe ya dewleta civakî bi cih bîne. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Beyhan Gunyelî, diyar kir ku Edene yek ji cihên ku herî zêde binpêkirinên mafên zarokan lê pêk tê ye û da zanîn ku bi taybetî di bûyerên civakî de her zarok rastî gelek cureyên binpêkirinan tên. Gunyelî wiha got: "Bi binçavkirinên zakoran re pêkanînên nebaş û îşkece dest pê dikin. Di wesayîtên polîsan û qereqolên ku wan dibinê de îşkence dom dike. Zarokên tên girtin pêkanînên nebaş ên li hemberî wan di ketina girtîgehan de dest pê dike. EDENE

No comments:

Post a Comment