Tuesday, January 19, 2010

Şîfreya komployê ji BOTAS’ê derket

19/01/2010

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1998’an de ji Sûriyeyê derket û ji ber berjewendiyên welatan di 15’ê Sibata 1999’an de hate girtin. Ocalan demeke dirêj jî li Rûsyayê mabû. Piştî demekê li Rûsyayê ma îltîcaya Ocalan hate qebûlkirin, lê ji ber hin sedeman Ocalan neçar ma ku ji Rûsyayê derkeve. Ocalan piştî ku ket girtîgehê, di hevdîtina xwe de ji parêzerên xwe re gotibû ku Tirkiye û Rûsya di Herikîna Şîn de li hev kiriye. Axaftina Ocalan a 11 sal berê ku got ‘Ji ber projeya Herikîna Şîn ez ji Rûsyayê hatim derxistin’ niha ji aliyê BOTAŞ’ê ve hate erêkirin.
BOTAŞ’ê diyar kir ku piştî Ocalan ji Rûsyayê derketiye wan ferman daye da ku projeya Herikîna Şîn bê destpêkirin. Rayedarekî BOTAŞ’ê di hevpeyvîna xwe ya di rojnameyeke tirk de diyar kir ku wan piştî Ocalan ji Rûsyayê hatiye derxistin ferman daye ku projeya Herikîna Şîn bê destpêkirin û wiha lê zêde kir: “Ez dikarim wiha bibêjim ku derketina ji Rûsyayê û girtina Ocalan hemû projeyê guherand.” Li gorî axaftina rayedarê BOTAŞ’ê, di sala 1998’an de projeya Herikîna Şîn ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye betalkirin, lê piştî ku Ocalan ji Rûsyayê hatiye derxistin wan proje ji nû ve daye destpêkirin. Piştî ku Ocalan ji Îtalyayê hatiye derxistin, enî jî bûye hevparê projeyê.
Li gorî agahiyên rayedar, protokola yekemîn a Herikîna Şîn di 29’ê tebaxa 1997’an de hatibû destnîşan kirin lê li ser bertekên DYA’yê di 1998’an de hatibû rawestandin. Lê Rûsya jî di heman demê de ji bo ku proje dîsa bê destpêkirin çi ji destê wê dihat, dikir. Desthilatdariya Bulent Ecevit jî li ser xwestekên DYA’yê li dijî vê projeyê sekna xwe diyar kir û biryar da ku proje bê rawestandin. Lê piştî ku Ocalan di 12’ê mijdara 1998’an de ji Rûsyayê hate derxistin, her tiştên têkildarî projeya Herikîna Şîn serobino bû. Piştî fermana ku ji Enqereyê hat, amadekariyên tekînîkî yên ji bo projeyê ji nû ve hatin destpêkirin.
Di heman dîrokê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îtalyayê jî hate derxistin. Piştî vê pêşveçûnê, şîrkete Eni ya Îtalyayê jî bû şirîkê projeyê. Piştî ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin, protokola yekemîn a projeyê ji aliyê herdû welatan ve jî hate mohrkirin. Rayedarê BOTAŞ’ê derbirî ku ev pêşveçûn ne tesaduf in û gelek balkêşe ku çawa Ocalan ji Rûsyayê hate derxistin proje ji nû ve hate destpêkirin û wiha got: “Em wê demê gelek matmayî bûbûn. Ez dikarim wiha bêjim ku derketina Ocalan a ji Rûsyayê û girtina wî hemû projeyê serobino kir.”

BAZARA MESUT YILMAZ
Serqasiyê Rûsyayê yê Tirkiyeyê Aleksandir Lebedev jî di hevpeyvîneke xwe de anîbû ziman ku Serokwezîrê demê Mesut Yilmaz di mijara Ocalan de pê re bazariyê kiriye û wiha lê zêde kir: “Wê demê Mesut Yilmaz ji min re got ku heke Rûsya Ocalan radestî Tirkiyeyê bike, dê hemû têkiliyên Tirkiyeyê û Rûsyayê gelek xweş bibin.”
Lebelev, diyaloga di nav wî û Mesût Yilmaz de derbas bûye wiha anî ziman: “Min li Tirkiyeyê nûh dest bi peywira xwe kiribû. Wan rojan her roj, carinan rojê du caran Serokwezîrê demê Mesut Yilmaz bangî min dikir. Dîsa Serokomarê demê Suleyman Demirel jî heftê 3 caran bangî min dikir. Wezîrê Karên Derve Ismail Cem jî bangî min dirir. Hemûyan di mijara Ocalan de zextan li ser min dikirin. Divê ku ez rastiyekê parve bikim; Mesut Yimaz bangî min kir û bi min re bazariyek kir. Ji min re got ‘Heke hûn Ocalan radestî Tirkiyeyê bikin, dê têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê gelekî xweş bibin.’ Di projeya Herikîna Şîn û gelek projeyên din de dê dan û standinên me çêbibin.
Piştre Ocalan ji Rûsyayê derxistin. Lê ji bilî projeya Herikîna Şîn tu tiştek neket destê me. Siyastemedarên tirk di rewşeke wiha de ev rêbaz bi kar tînin. Ev jî polîtîkaya Tirkiyeyê ye.”

‘ME SOZÊ XWE BI CIH ANÎ’
Di 12’ê mijdra 1998’an de derket holê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li balefirgeheke nêzî Romayê hatiye girtin. Mesut Yilmaz li ser vê yekê li Wezîrê Dadê Hasan Denizkurdu geriya û ferman da ku ‘kar û barên îadekirinê dest pê bikin.’ Di heman rojê de Aleksander Lebedev ji Serokwezîr randevû xwest. Lebedev, vê hevdîtinê wiha vedigot: “Peywir dan min ku ji we re ragihînim ku Federasyona Rûsyayê peywira xwe bi cih anî.”
Lebedev, daxuyandibû ku di pêvajoya krîza aborî ya li Rûsyayê dihat jiyîn de Tirkiyeyê wan bi tenê nehiştiye û wiha lê zêde kir: “Hikûmeta Tirkiyeyê di van pêvajoyên dijwar de li gel me sekinî. Hikûmetê bang li şîrketên tirk kir ku ji Rûsyayê venekişên. Em vê hogiriya we tu caran ji bîr nakin. Me vê helwesta xwe jî di mijara Ocalan de nîşan da. Me, sozê xwe bi cin anî.”

OCALAN ÇI GOTIBÛ?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkatiya Rûsyayê ya ji wî re wiha rave kiribû: “Di şopandin û girtinan min de roleke mezin a Rûsyayê hebû. Dîsa vê operasyonê bi pişgriyên aborî û dîplomatîk ên DYA’yê bi rê ve dibirin. Ji bo ez ji Rûsyayê derkevin, projeya Herikîna Şîn pêk anîbûn. Wê demê jî ew proje di rojevê de bû. Ez wiha texmîn dikim ku bedêla derxistina min a ji Rûsyayê krediyên IMF û projeya Herikîna Şîn dabûn Rûsyayê.” ENQERE - ANF

No comments:

Post a Comment