Wednesday, January 20, 2010

Çend operasyonên we mane?


20/01/2010

Serokê Koma Parlamentoyê ya BDP'ê M. Nurî Yaman, di civîna komê de axivî û wiha got: "Hûn ê li ser navê KCK'ê hêj çend operasyonên din pêk bînin? Dê hê çend hezar kesên din bên girtin? Dê çend zarok girtî bimînin? Heta niha hemû pakêtên hikûmetê bûne kelepçe û operasyon û li kurdan vegeriyane. Ji ber vê yekê em bi fikar in. Heta ku kelepçe hebin, em dê çawa ji hewldanên we bawer bikin? Gelê kurd dê çawa ji we bawer bike?" Yaman, kuştina Hrant jî bi bîr xist û da zanîn ku dewlet kuştinan asteng nake. Ji bo berxwedana karkerên TEKEL’ê jî anî ziman ku hikûmet xizanan terkî qedera wan dike.
Yaman, di civîna koma partiya xwe de pêşketinên rojevê nirxand. Di civîna ku karkerên TEKEL'ê jî beşdar bibûn de Yaman, anî ziman ku karker li her devera Tirkiyeyê li ser piyan in. Yaman, da zanîn ku hikûmet 7 sal in polîtîkaya bêçareseriyê dimeşîne û li diji vê yekê her kes ketiye nava tevgêrê. Yaman, nêzîkatiya hikûmetê ya pirsgirêkan jî rexne kir û wiha axivî: "Ji ber vê helwesta hikûmetê li Tirkiyeyê her ku diçe pirsgirêk mezintir dibin. Xizanî, betalî, jarî, dizî, talanî û wêranî roj bi roj zêde dibin. Mirov bûne neçarê pariyek nan. Hikûmta AKP'ê mirovên xwe bêtir dewlemend dike û kesên din jî davêje nava xizanî û birçîbûnê.
Yaman, destnîşan kir ku hikûmet ji kesên xizan û ên din re dibêje 'Çi halê we hebin bibînin' û ji ber vê yekê dixwaze karkerên TEKEL'ê bibin koleyên wan. Yaman, bilêv kir ku karker êdî li dijî vê yekê derdikevin.

KUŞTINA HRANT DÎNK
Yaman, bal kişand ser kuştina Hrant Dînk jî û destnîşan kir ku Dînk, sembola yekîtî û biratiya gelan e. Yaman, da zanîn ku di şexsê Hrant Dînk de demokrasî kuştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gule bera demokrasiyê dan, lê bi ser neketin. Niha bi hezaran kes bi hevre dibêjin "Em hemû Hrantin". Dink bi darizandina 301'an bû hedefa êrîşan. Bû qurbanê feraseta "An hez bike an terk bike". 3 sal derbas bûn, lê hîn kuştina Dînk zelal nebû. Li gel agahiya dewletê bi kuştina Hrand hebû jî dîsa tedbîr negirtin. Hrant ne parastin." Yaman, dewlet berpirsiyarê kuştina Hrand dînk da nîşan. Yaman, bibîrxist ku kesên Hrand kuştine û Ugur Mumcu, Abdî Îpekçî, Musa Anter kuştine heman feraset in û ev feraest ji aliyê dewletê ve tê parastin.

‘TARÎF PÊWÎST NAKE’
Yaman li ser xebatên 'berlêvekirina demokratîk' ên hikûmetê jî rawestiya û wiha pê de çû: "Hikûmet dibêje; 'gavên me yên bi qewlê kin û dirêj hene'. Heta dawiya sala 2009'an muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd DTP hate girtin. Riyên siyaseta demokratîk hatin xitimandin. Her tişt ewqas zelal li holê ye. Ji Arif re tarif ne pêwîst e."
Yaman, destnîşan kir ku 'têgihîştina pêşîlêvekirin tê astengkirin' derew e û dixwazin bi van derewan raya giştî bixapîni û wiha lê zêde kir: "Ev propagandeyek qirêj a ku ji bo AKP'ê pak bikin e. Hikûmetê ewqas tişt kirin. Gelo çawa dibe û hikûmet piştî ev tiştanokên xwe yên qirêj derdikeve û dibêje ku 'dewlet, artêş û darazê asteng dike'? Ku bibêje jî gelo ev derew sicîla wan paqij dike?" Yaman bi bîr anî ku Serokatiya Parlamentoyê, YOK û daraz hemû di bin kontrola AKP'ê de ye û axaftina xwe wiha domand: "Gelek saziyên wekî MÎT û Ewlehî di bin kontrola wan de tevdigerin. Ew qas hêza we heye. Gelo heke ewqas hêza we hebe, we xwest ku kîjan pirsgirêk çareser bikin û kî ji we re bû asteng? Bêjin, gelo kî we asteng kir? Niyeta wan a rastîn çareserî nîn e. Ji ber vê yekê dixwazin hemû muxatabên pirsgirêka kurd tasfiye bikin. Divê ku ev yek wiha bê dîtin û fêm kirin."
Nuri Yaman bi bîr xist ku piştî axaftinên Wezîrê Karên Hundir Beşir Atalay ên ji bo 'berlêvekirinê' li dijî wan operasyonên mezin pêk hatine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Gelê dê êdî li dijî me çend operasyon pêk bên? Dê hêj çend hezar kesên din bên girtin? Dê çend hezar zarokên kurd cezayên ji temenê wan mezintir bigirin? Gelo dê hêj li ser siyasetmedarên kurd ên ku muxatabê çareseriyê ne çiqas zext û teror bê meşandin. Hemû pakêtên hikûmetên Tirkiyeyê polîtîkayên înkar û îmhayê ne. Ji ber vê yekê jî em bi fikar in. Berî her tiştî, heke ku hêj wan kelepçeyên we li wê daliqandî bin em dê bi kîjan 'pêşîlêvekirina we bawer bikin? Em ê ji kîjan pêngava we bawer bikin? Dê kurd çawa ji we bawer bikin?"

PAKÊTA HIKÛMETÊ…
Yaman, diyar kir ku hikumeta AKP'ê di xapandinê de hikumeta herî serkeftiye û bi birxist ku paketa hikumetê tiştên hatine gotin divê heya niha hatiban jiyandin e. Yaman, ani ziman ku helwest hikumtê ji bo ku aştiyê pêk bîne dûr e û hêj jî bi awayekî ewlehî pirsgirêkê digire dest. Yaman, bertek nîşanî gotina musteşarê ya "Dê welatî û terorîst ji yek bên cudakirin" da û ev pirse pirsîn: "Kesên hûn wekî terosît dibînin ma evladên vî welatî nîn in? Ne be ku hûn jî 'qaşo hemwelatî' bidominin? Hûn bi vê hişmendiyê ne be ku hûn hejmara dijminên navxweyî zêde bikin? Ma hûm bi vê zîhniyetê welatiyên xwe wekî dijmin nabînin? 'Bila dayîk negirîn' ma hûnê zarokên wan wekî dijmin bîbin xilasbikin? Yaman têkîldarî mijarê de wiha got: "Kesên ji AKP'ê re riyê nişan didin, plansaziyên li dijî kurdan operasyonan çêdikin gelek akademisiyen,stratejîst û endamên cematan di vê musteşariyê de hêlîna xwe çêkirine. Heke ev sazî ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî rast çareser bibe polîtîqayên rast pêk neye, wê gavê ev saziye mirî hesabe." Yaman, destnişan kir ku çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê ancax bi makeqanûneke hevpar û azad pêk bê.

‘HIKÛMET RÊ DIGIRE’
Nurî Yaman, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser piştgiriya BDP'ê ya ji bo biryara Meclîsa Aştiyê û dom kir: "Em biryarên meclîsê ên wekî 'Divê aliyên şer agirbesta du alî mîzoger bikin. Divê PKK'ê jî beşdarî pêvajoya çareseriyê bê kirin. Lazim e dewlet dev ji zimanê yektiyê berde û divê guhertina makeqanûnê, qebûlkirina mafê zimanê zikmakî bê pejiranin û astengiyên li pêşiya beşdariya siyasetê bên rakin.' diparêzin."
Yaman, deribîrî ku sazkirina komîsyona diyalog û muzakereyê xwedî girîngiyek jiyanbar e û xwest bi vê yekê ceribandinên cîhanê jî bên lêkolînkirin û wiha got: "Lazim e parlemento di vê mijarê rolekî bigire ser xwe. Meclîsa ku biryara şer digire, dikare ya aştiyê jî bigire." Yaman, diyar kir ku lazim e bi lêz Komîsyona Lêkolînkirina Rasityan bê avakirin û lazim e Tirkiye bi paşeroja xwe ve hevrû bibe û wiha axivî: "Em encex dikarin paşerojê wiha ronî bikin û wîcdanan wiha rehet bikin. Li Afrîkaya Başûr Komîsyona Lihevkirin û Rastiyan di 1995'an de hate sazkirin û piştî xebatên 3 salan, bin pê kirinên di demên rejîma nijadperêst raxist ber çavan. Nêzî 20 hezar maxdûr hatin guhdarkirin. 8 hezar kiryaran jî ji ber tiştên kiribûn ji mexdûran lêborîn xwestin. Komîsyonê, ji bo aştiya civakî û li hevkirinê alîkariyek gelekî mezin çêkir. Di dîroka Afrîkaya Başûr rêpeyek nû vebû." ENQERE - DÎHA

No comments:

Post a Comment