Friday, January 22, 2010

Li dijî Baydemîr hewldana sûîkastê

Li dijî Baydemîr hewldana sûîkastê
Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê, tablîgatek ji Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr re şand û xwest ku Baydemîr serî li wan bide ku ewlehiya wî bigirin. Ev teblîgata Midûriyeta Polîsan bû sedema gotegote sûîkasta li dijî Beydemîr.

Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê, tablîgatek ji Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr re şand û xwest ku Baydemîr serî li wan bide ku ewlehiya wî bigirin. Di teblîgatê de gotina, "Serî li me bidin, em ewlehiya we bigirin" cih girt. Ev serlêdana polîsan wekî, "Hewildana sûîkastek li hemberî Baydemîr" hate nirxandin. Her wiha li aliyê din heta niha gelek nameyên gefê ji şaredariyê de tên şandin. Têkildarî mijarê Serokê Koma BDP'ê Nurî Yaman, şaredar û parlementerên BDP'ê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Yaman diyar kir ku teblîgata hatiye kirin a têkildarî ewlehiya can a Baydemîr dişibe pêvajoya sûîkastê ya li hemberî Hrant Dînk

No comments:

Post a Comment