Tuesday, January 19, 2010

Bi kêmî ve 40 Kes li Îranê Hatin Desteser Kirin

Go to fullsize image

19/01/2010

Polîsê Îranî bi kêmî ve 40 kes desteser kirin ji ber pişikdarî kirin li xwenîşandanên dijî hikûmetê li meha 12.

Desthelatdar dibêjin kesên hatîne desteser kirin pişikdar bûn li xwenîşandanên rêûresma olî ya Aşûra ya Musilmanên Şî’e.

Polîsê Îranî ew gumanlêkirî desteser kirin, piştî wêneyên wan belav kirin û dawa li hevwelatiyan kir ku nasnama wan eşkere bikin.

Roja Duşembî Îranê pênc kes dadgehî kirin ji ber rolê wan li xwenîşandanên meha 12.

Bi kêmî ve heşt kes li şer û pevçûnên nêvbera hêzên parastin û piştevanên opozisyonê hatin kuştin.


© VOA


No comments:

Post a Comment