Wednesday, January 27, 2010

Li Iraqê hevsenga nû


27/01/2010

Serokê Beşa Kurdolojiya Enstîtuya Zanyariya Rojhilat Olgaî Jîgalîna diyar kir ku di hewldan û dîplomasiya ku li ser pêvajoya hilbijartina li Iraqê pêk tê de di nav Hewlêr û Bexdayê de bazarên pir girîng tên kirin. Li Iraqê ji ber ku di parlamentoya Iraqê de ji kurdan re derdora 60-65 kursî hatin
veqetandin krîz derketibû. Tê gotin ku bi hewldana Amerîkayê kurd hatine aştkirin û di berdêla vê de jî kurdan ji bo diyarkirina rewşa Kerkûkê jî piştgiriya Amerîkayê mîsoger kiriye.
Jîgalîna li ser mijarê gotara bi navê ‘Rewşa Hilbijartina Giştî ya Iraqê û Kurdan’ di malpera înternetê ya bi navê times.ru yê de weşand. Di vê gotarê de diyar dike ku di parlamentoya Iraqê de hejmara kursiyên kurdan hatiye kêmkirin lê der barê xalên 140 û 142’yemî de ji Washingtonê qewl û ewlehiyên girîng bidest xistine.
Jîgalîna mijara jorîn wiha vedibêje: “Ev jî tê vê wateyê ku beriya ku Amerîka leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne dê sînorê başûrê Kurdistanê berfireh bike. Kontrola nefta Kerkûkê bide destê kurdan.” Jîgalîna destnîşan dike ku ji ber bazara li ser vê mijarê pir dijwar derbas bûye, roja hilbijartinê ji 16’ê çileyê heta 6’ê adara 2010’an hatiye talokirin.
BERDÊLA KURSIYAN
Jîgalîna aşkera dike ku parlamentoya Iraqê piştî nîqaşên domdirêj roja 6’ê kanûna 2009’an ji bo hilbijartinê qanûnên nû hatin derxistin. Pisporê rûs vedibêje ku di van biryaran de du xal dertê pêş. Xala yekemîn li ser kursiyên parlamentoyê ye û xala duyamîn jî hilbijartinên Kerkûkê û rewşa Kerkûkê ya siberojê ye.
Jîgalîna balê dikişîne sev an hevdîtinan û wiha pêde diçe: “Qanûna hilbijartinê hem li parlamentoya Bexdayê û hem jî li ya Hewlêrê hat nîqaşkirin. Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser mijarê bi parlamenter û siyasetmedarên kurd re nirxandin kirin û hişmendiyeke hevgirtî derxist holê. Bi vî awayî pêşî li hewldanên ereb birîn û nehiştin armanca xwe ya li ser Kerkûkê pek bînin û pîvana xalên 140 û 142’yan dan qebûlkirin û bi vî awayî xala 143’yan a Makeqanûna Iraqê mîsoger kirin.” Di xala 143’yan de tê gotin ku Kerkûk bi erdnîgariya başûrê Kurdistanê ve girêdayî ye.
Jîgalîna destnîşan dike ku di pêşengiya Berdevkê Dîwana Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê Fuat Huseyînî de li Bexdayê li ser mijarê hevdîtinên berfireh û demdirêj pêk hatine. Nûnerên Amerîkayê jî diyar kirin ku ew dixwazin hilbijartin li gorî ruhê qanûnên Makeqanûnê pêk bên. Jîgalîna dide zanîn ku ji ber nelihevkirinê kurd hatine asta boykota hilbijartinan.

ÇARESERIYA DYA’YÊ
Li ser giraniya krîzê Washingtonê dest avêt mijarê û alî berbihev anîn. Amerîka bi piştgiriya Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û Barzanî polîtîkaya hilbijartinê ya giştî bi hin tavîzan bi kurdan da qebûlkirin. Li gorî vê Qesra Spî qanûnên hilbijartinê bi kurdan da qebûlkirin û qanûnên Makeqanûna Iraqê yên 140 û142’yan jî bi Bexdayê da qebûlkirin. Qesra Spî vî qewlê xwe bi daxuyaniyekê aşkera kir. Heke Amerîkayê vê daxuyaniyê nedaya dê kurdan hilbijartin qebûl nekira û boykot bikira. HEWLÊR - ANF

No comments:

Post a Comment